Omer Dilsoz

Kurdên nûxwaz

01 Aralık 2011 Perşembe 16:51

Pirs ev e, diyardeya “Nûxwazî”yê dê Ii ser kîjan bingehê bête dayîn; Nûxwazî, dê restorekirina “a heyî” an hilweşandin û jinûveavakirina “a heyî/a berê” be?

Em heman pirsê bi awayekî dî bipirsin: Em “ya berê” wekî kavilekî dibînin û wisa dinêrinê, an, em “ya heyî/a berê” wekî birîndarekî dibînin û ji bo dermankirina kul û janên wê tevdigerin?

Mebest ji “nûxwaziyê” çi ye; ji sertapê avakirina “civakeke nû” an guhartin û veguherîna civaka heyî ya bosî û demode-bûyî?

Duhî, yanî “bîr/hifz” ji bo civakekê gelekî girîng e, hin girîng e ku tu “bîra wê civakê” jê bibî, duhiya wê kor bikî, ew civak dipeşêve û tevna wê vedireşe û bi demê re dibe xwelî. Vediguhere dirûvekî dî û di nav civak û komelên rêkûpêk û serdest de, “pûç” dibe.

Ji ber vê ye, heke mebest restorekirin be, jixwe tu li ser “bîra heyî” diçîyê û mijarê ji vê derê ve digirî nav lepên xwe; lê heke mebest jê jinûveavakirin be, divê tu “bîreke nû jî” ji wê civakê re durist bikî/çêkî/pêk bînî.     

 Welhasil naxwazim mijar dirêj bibe, ez ê vê gavê bi kurtî vebirim û li ser vê mihwera pêşçavkirî, hinekî “kurdên me yên nûxwaz” an jî “nûxwaziya li gel me kurdan” bidime ber dasa çavlêgerandina xwe û çavdêriya xwe li vê derê li gel we parve bikim.    

Ji bo ku em bişên kesayetiya kurd ya qed qed, parçeparçebûyî li ser derzingekê bikêşin û buhayekê pê bidin, diviya berî her tiştî em “têgehên heyî yên ji bo danasîna kes û civak û komelan hatine destnîşankirin” deynin rexekî û wek fênomeneke nû, kurdî bidine ber nêştera helsengrandinê nexwe em ê serî lê negerînin.

Kurd, ji her civak û kesên ku wan civakan pêk tînin, hinekî cudatir in. Rewşa me kurdan, ji ta heta bi benî divê gelekî hûr û kûr bête berçavkirin.

Gava mijar wiha konkret û aloz be, bivê nevê diyardeya ku şivaniya vê mijarê dike jî, dê wisa têkel û aloz be. Heta em “navekî rast” li rewşa xwe nekin, em ê nikaribin dikara/behsa guherîna wê bikin. Vêca çi “nûxwazî” li bal me “restorekirin” an jî “jinûvedanîn” be, ferq nake; tişta ku me bigihîne vê “biryarê” zelalbûna rewşê ye. Navlêkirina wê ye.         

Ji bo vê werin em bi çend pirsyaran xwe bigihînin encamekê:

Niha em bînin ber çavê xwe û vê pirsê ji xwe bikin; Îro, sal 2011 ber bi 2012ê ve, li meydan û arenaya cîhanê kurd li ku derê ne?

Dinya me bi çi nas dike; em xwe bi çi dizanin?

Heke we ev pirs kiribin û rewş anîbe ber çavên xwe, nexwe bîskekê destê xwe deynin ber serê xwe, rûnin û li ser van pirsan bifikirin.

-Niha vê pirsê bikin; Gelo nûxwaziya me nebe jibermayîya xelkê?

Bu yazı toplam 2684 defa okunmuştur