Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurda eslî Hulya Avşar

Kurda eslî Hulya Avşar

Gelî dostan; qoşxana siyasetê dîsa dikele, di rojeva Tirkiyeyê de bayek tê yek diçe.
Niha jî em çavekî li rojevê bigerînin: Serdema nû ya meclisê vebû. Teyîb Erdogan dîsa di kongreya partiya xwe de wekî serokê partiyê bi temamê dengê delegeyan hate hilbijartin. Alîgirên Bursasporê bi nijadperesetiyeke nedîtî îmana Diyarbekirsporê teneke kir, bi ser de Diyarbekirsporê ji wê bêhtir ceza wergirt.

Tayîp Erdogan dîsa demogojî kir û ji pakêta xwe benda ‘A’yê aşkera kir. Gava behsa kurdan dike, ji ‘A’yê pêdetir naçe. Bo nimûne; Ahmedê Xanî (ew ‘E’ya me wek ‘A’ bi kar tînin) hema her ser devê wî ye. Hin caran Ahmet Kaya, Ahmet Şivan Perwer, Ahmet Arif û Ahmedê mala Mûsa jî lê zêde dike. Xwînerino heke vê carê Teyoyê me (ne ne yê tirko qardeşleran) bi helbesteke Ahmedê Huseynî dest bi demogojiya qardeşlixê bike qet û qet neheyirin.

Ihtimal e wiha dest bi axaftina xwe bike, “Rehên me yên xwîşk û biratiyê ew çend kûr û qewîm in ku ji pinpinîkên tavsorkê yên sernişîv ên Ehmedê Huseynî bigirim heta bi Kaldırımên (peyarê) Necif Fazil Kisakurek em li hev siwar bûne (haşayî huzûra haziran) û êdî çu hêz û gamêş nikarin me ji hev vekin…”

Belê, ez zanim hûn niha aciz bûne û dibe ku bibêjin, erê malneket, em nivîsara te ji bo xatrê sernavê dixwînin, ka, Hulya ka!?

Ez jî tam dihatim ser vê mijarê, an jî bi gotineke rastir li ser mijara xwe ya esil…

Di vê hengameya ku me piçekî behsa wê kir de, wekî doza Ergenekonê her aliyê mazagînî yê açılım û saçılımê jî heye ku ev jî dikeve para navdar û nasdarên popûler…

Wekî hûn hemû dizanin, Hulya Avşara çavbengî, di alema magazînê de xwedan bircekî qewî ye û her kes xweziya xwe bi wê tîne.

Hulya Avşar ku ji paşnavê wê jî xuya ye, keça kurdan e û ew bi xwe jî gelek caran vê rastiya xwe tîne ziman.

Lê dewletluyan kirasek jê re durûtiye û gotiyê, “Hulya xan, heta ku di nava çirava magazînê de bigevizî hemû derî li te vekirî ne û tu sînor li ber te nîn in, lê çi gava te sînorê magazînê bezand û tu li kurdiya xwe rabû –ku ev dê heyranên te jî bilivîne û milet hişyar bike- hingê dê dasa edaleta ‘mulkin temeli’ dê ji te re bêje hoppp!”

Hulyayê hemû sînor bezandin, got; “Kurdên rastîn û esil wekî min in, Ewropî ne, çavên wan bengîn in, delal û zelal in…” yanî ava wan ‘ş’sar e. Piştre dibin avsar…

Hulya xana avsarka dilê kurdan, ev çendek e, di çapemeniya tirko de nûçeya herî pêşîn e; ji ber ku Hulyayê gotiye, “Ez bi aliyê xwe yê kurd serbilind im û bi aliyê xwe yê tirk matmayî me” li ber dergehên dadgehan ket ber objektîfan, heta vê derê normal e, lê wê bi xwe got ku dadger jê re gotiye, qey kurdan û tirkan şer kiriye, di vî şerî de kurd bi ser ketine û tirk mecbûr mane wan binasin, te jî bi daxuyaniya xwe piştgiriya kurdan kiriye…

Nizanim ka Hulyaya çavbengîn dê bi aliyê xwe yê kurd çiqas di ber xwe bide lê tiştek aşkera li ber çavan heye ku li Tirkiyeyê gava bixwazin tiştekî tamsar bikin û bêwate bihêlin wî hewaleyî magazînê dikin.

Ev hewla magazînekirina doza kurdî ye û Hulyaya delal jî qurbana ewil a vê hewldanê ye.
Bijî Hulyaya esil kurd…

Xeman xwe ez bi te re me!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
8 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi