Omer Dilsoz

Kurd û mişkên laboratuaran

11 Şubat 2014 Salı 11:14

Hûn ê niha bêjim –de here lo îja te go mişk?!

-erê, we rast bihîst min got mişk. Heta ne tenê mişk; mişk û kurd.

Îja em bên ser merem û meqsedê; weko ji bal we tevan ve ayan û beyan e ku zanyaran çespandiye ku hejmara kronomozonên mişk û mirovan pir nêzî hev in; 46-49.

Ji ber hindê jî zanyar di laboratuarên xwe de, ji bo bizanibin çi ka ev derman, ceribandin, bi kêrî mirovan tê an nayê, mişkan weke pêcerk bi kar tînin. Îja di encamê de heke çi tiştekî xirab bi mişkî nebû, wî dermanî berhem tînin, lê belê heke hato mişt telef bû, ji kîsê welatê mişkan diçe û ceribîn bi formûlên nû berdewam dike. De vêca dora mişkê rêzê ye…

Cihê dax û keyfê ye ku nêrîna serdestan a li kurdan jî weha ye; Kurd di çavê/li ber çavên serdest/dagirkeran hêj jî ji "mişkê ceribandinê yê laboratuaran" wêvetir çu tiştekî dîtir nîne; teoriyên xwe li ser wan diceribînin.

Bo nimûne, pûkepêdana jiyana kurdekî di çavê dinyaya gewrik a îro de, ji ya mişkekî laboratuarê buhatir nîne û cihê daxê ye ku – bal dilê wan ve- kurd hêj jî tenê pêcerk in.

Li Rojhilata Navîn a îroyîn, ku -Kurdistan bi hiş û cestê xwe di nav çar welatan de dabeş kiriye- hêzên xwedan gotin, dagirker, kengî tengav bibin, bo pêkanîna teoriyên xwe kurdan weke pêcerk dibînin; di vê çarçoveyê de, têgehên Biratiya Ummetê, Biratiya Gelan, Tirkiyetî, Sûriyetî, Iraqetî, Îranetî, tev encama vê ‘ceribandinê’ ne, heke hato vê teoriyê girt, sedsalek dî kurdan binvîne –lorî lorî- heke hato negirt, paşî şûrê demokles li ser serî diheje; îja -kit û cotan biêxê!...

Kurd, di lîteratûra serdestan de, ancax dikare bo ceribandina hin cerebeyan bê bikaranîn.

Heke hato girt, em hemû bira ne, lê heke negirt –kurdek çûye ma xemê kê ye…

Ev çendek e, min dil nîn e ser kawdanên rojane, siyaseta aktuel bîr û boçûnên xwe debirim, we rastî bivê gelek caran weke heta devî dipengim, lê paşî dîsa tûya xwe dadiqultînim û dibêjim, “Hela bisekine, ya tîr di binî de ye.”

Ez pirtir bala xwe didimê, di vê werçerxana siyasî de, vê hingame û qiyametê de, ji pêngavên sembolîk ên ‘serxurandin û bindirandinê’ wêdetir, a girîng ew e ka di biyavê hizrî û têgihîştinê de çi gav têne avêtin…

Ji nav van pakêtên bi navê “demokratîkbûnê” bi ya min tenê benda “sûcên nefretê” dikare bo duristkirina hin têgihîştinên kirêt ên sivikkirina nijad û bîreweriyan weke “sûc” dibîne, cihê paxavpêkirinê ye.

Lê pirs ev e, gelo ev çend dikare di pratîkê de bête bicihanîn… a girîng jî, bersiva vê pirsê ye.

Çimko, doza kurdî ku di lîteratûra serdestan de weke “kêşe û pirsgirêk” tê binavkirin, ji her tiştî wêdetir, kêşeya têgehîştinê/algıyê ye.

Têgehiştina xelkên rojava ya bo kurdan, têgehiştineke gelekî neyînî û kirêt e. Hê jî, di zimanê kurdî de, gelek biwêj, çêr, dijûn, sivikdîtin û siviknihêrtin, bi “kurd” têne pênasekirin.

Ev divê yekser bê hilanîn.

Wê demê em dişên hêdî hêdî baweriya xwe pê bînin ku tiştê tê kirin, ne pêcerkiya kurdan a weko mişkê laboratuarê ye, wê hingê em dikarin bêjin, ev e hinek tişt têne guhartin.

Wisa nabe, hema ji bo kela kurdan damelisînin, rabî bi navê “demokratîkbûnê” hin kirasên pînepîne li civaka kurd bilefînî û piştre jî henekên xwe bi pîneyê wan bikî.

Kurd, mişk nîn in. Doza wan jî laboratuara ceribandinê nîne; kurd, doza şerefa xwe dikin û dixwazin wekî her kesekê bi heyî û neyiyê xwe, di meydana hebûnê de xwedan gotin û xwedan maf bin.

Dengê min hate we; -Em kurd mişk nîn in û hew!    

Bu yazı toplam 3751 defa okunmuştur