Omer Dilsoz

Kurd, sêwiyên 'dîplomasî'yê

20 Ocak 2014 Pazartesi 11:52

Ez bawer im em hemû nasê vê gotinê ne, “Heçî em kurd in, em di eniya şerî de palevan û siwar in, li ser maseyê jî ‘peya’ ne û tim têne xapandin.”

Hema bêje, piştî demekê me bi xwe jî baweriya xwe bi vê gotinê aniye û weke “qedereke reş” ji xwe re qebûl kiriye.

Ev “qebûla” giştî, bûye karektereke civakî û wek nîrê lanet û bindestiyê bi stûyê me ve hatiye danîn. Er çend di temendê 100 salî yê vê komara Stûbir de 28+9 caran me şûrê xwe li dijî vê “tûka lanetê” kişandiye jî, 28 caran ev “qedera reş” li me dubare bûye û ruhê me kul û birîndartir kiriye.

Heta ku şoreşa 29ê bi serkêşa Partiya Karkerên Kurdistanê betona “Büyük Kürdistan Hayali burda Meftumdur” şikand û kirasekî nû li bejna vê civakê lefand û giyanê rizî yê stûxwar ji vê bedena hilhilî û peritî kire derê û bêhna azadiyê xiste nav şanikên ruhê vî gelî û ew ji xewa mirinê livand.

Êdî cara yekê bû ku me kurdan di dîroka xwe ya nêzîk de ji bo xwe serî dihiland û zend û bendên xwe badidan û cirîda xwenasînê û xweavakirinê li meydana cîhanê dibezand.

Weke her carê kurd dîsa li eniya şerî “li pêş” bûn û weke şêr û pilingan ji bo “warê xwe” şerê man û nemanê dikir.

Vî şerê man û nemanê ku Abdullah Ocalan serokatiya wî dikir, kurd ji meydana nemanê anîn meydana manê û navê kurdî yê “lanetlêhatî” guherî, bû navekî “pîroz” û xwedî kesayet û rûmetgir.

Helbet, dengvedana li Bakurê Kurdistanê yekser bandor li bizav û destkeftiyên parçeyên dîtir jî hebû. Başûrê ku ev sedsalek bû di meydana man û nemanê qeb bi dijminên xwe re dikir, êdî çerxa felekê bi aliyê wê ve geriyabû û “Kurdistaneke Nişîv” ava bûbû.

Me hemû kurdan ev deskeft3i wek deskeftiya xwe dizanî û ligel hemû kêmasî û nebidiliyên xwe jî, xwe pê serbilind didît.

Qenebe êdî paleke me kurdan jî hebû û bi taybetî di warê “dîplomasiyê” de, çavê parçeyên dîtir lê bû ku Kurdistana Başûr xweragiriyê bo wan bike û pişta wan pê germ bibe.

Bi taybetî dil dixwest ku di warê beşdarbûna Cenevre 2 ya kurdan de, hemû rêxistinên Kurdistanî yekrêzî bin û piştevaniya xwe ligel şandeya Rojavayê Kurdistanê destnîşan bikin.

Nexasim jî çav lê bûn ku Desthilata Herêma Kurdistanê di warê dîplomasiyê de ji bo ku ji vê maseyê nemînin û ya li Lozanê li kurdan qewimî, dubare nebe.

Kurd çima di dîplomasiyê de “sêwî” ne?

Bersiva pirsê jî di nav pirsê bi xwe de ye, çimko em kurd hêj jî newêrin “mezin” bibin. Newêrin ji nav sînorên “Kurdistana” xwe –ku ew jî partî û îdeolojiya me ye- derkevin û di bin çetrê Neteweyî de, li ser binemayê berjewendiyên Neteweya Kurdistanî bîr û boçûneke niştimanî ya yekrêzî deynin ber xwe da ku helwêsta me helwêsteke neteweyane be.

Em, newêrin sînorên “Kurdistana xwe” bibezînin û li ser maseyê dîplomasiyê, tenê bi hizra “Bila kurd jî di vê bazarê de hebin” xwe bidine pêş.

Em hînî şerkirinê bûne, lê hêj jî em bi rastî jî hînî gerandina siyaseteka ser astê cîhanî nebûne û cihê heyf û daxê ye ku hê jî KURDISTAN sêwî ye.

Dîsan jî hêj dereng nîn e, ji bo Şandeya Rojava di Cenevre 2yê de beşdar bibe, divêt hemî rêkxirawên Kurdistanê; PKK, PDK, YNK, Goran û hemû şax û tayên wan ên derve û hundir, bo dîplomasiyeke Kurdistanî xwe bidine ber milê kurdên Rojava û çi ji destê wan bêt bikin.

Dereng nemînin kurdino, va ye dîsa bazar kel e û parî têne dabeşkirin, nehêlin xwîna hinde ciwanan di avê de biçe. Çi otonomî, çi federasyon, çi xweserî; ferq nake, lê a girîng ew e ku di reşnivîsa nû ya Sûrî de hergîz statûyeke siyasî û desthilatî ya kurdan bête mîsogerkirin.

Eve li ser hemî kurdan ferz e ku bihêlin kurd di Cenevre 2yê de bi deng û rengê xwe beşdar bibin.            

Bu yazı toplam 3915 defa okunmuştur