Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ku hêvî li pişt ‘derî’yan be!...

Ku hêvî li pişt ‘derî’yan be!...

Ev demek e bi jana nivîsê digevize dilê min. Li dora peyvan dadinişe û dîsa radibin hestên min wekî teyrekî xwe dade nêçîrê lê ku pir ji xwe piştrast nebe û xwe paşve dikêşe...

Paşvekişîn...

Li vê têgehê diale hizrên min û li dorê dilefe wekî daralînkekê.

Gava paşxaneya pexşandanka xwe têk vedidim, her rûberî dema “van deman” têm û dibînim ku min xwestiye “wateyê” di “van deman” de li jiyanê bar bikim û li ser wê binijinim hemû “hewla xwe ya di nav dinyaya peyvan a reşbelek de” lê piştre dibînim ku ev demeke dirêj e, min qet seha hiş û jêrhişa xwe nekiriye...

Bo mebesta min baştir bête zelalkirin, ez vê yekê weha bişibînim: Te dî mirov, di jiyanê de li rastî gelek deriyan tê; hinan di ber re diçe, hinan li pişt disekine û piştî bîskekê tê dibore, hinan piçekî tîk dike û dibê qey dê hundir bibîne lê derî lê venabe, hinan ji dûr ve lê temaşe dike, hin heta nîviyê li ber vedibin û hin jî çend lê bidî jî qet ji cihê xwe nalebitin...

Jiyan, di ber “deriyan” re, bi tîk û derzên li wan deriyan, jêrxaneyekê ji mirovî re peyda dike û reftar û refleksên mirovî, di wan ber deriyan de teşe digire.

Mirov, çend ji ber deriyan borîbe û mirov hin xwedanî bîrhatinên bi deriyan e. Derî, berî her tiştî, bo mirovî êdî, bi qasî vebûn, derizîn û asêbûna wan a bo mirovî, di gel jiyana mirovî ne.

A rast, her mirov derîyeke dadayî û asêkirî ye; tu kilît û mifteyeke çawa bî û bi hesabê kuantumê jî şîfreyên van deriyan têk vebidî jî, “heke ew derî” ji nav ve ve li ber te “venebe” venabe.

Êşên mirovî jî, a rastîn deriyekî dîtir ê şîfre bi hesabê kuantumê hatine asêkirin û di nav hev de hatiye qebitandin in.

Deriyê herî asê êşên mirovî ne û nahêlin mirov, zû bi zû deriyên xwe bo “derve” veke. Êş, psîkolojiya mirovî wekî deriyê asêbûyî û şîfrewindabûyî, mirovî asê û girtî dihêle û derî bi ser derî de diqufêle.

Bo ku hinekî dîtir em li vê mijarê serwext bibin, ez dixwazim, di pencereyeke piçekî vekirîtir a peyvê re gel we biaxivim/nivîsê darêjim.

Ev demek e, ez li ser xwe taybetiyeke “xwe” difikirim. Ez, pê hesiyam ku ev reftara ku ez ê niha ji we re behsa wê bikim, piştre li min peyda bûye. Hûn jî, li ser xwe bifikirin, ka çi reftarên a-normal ku dibe ku hayê we jê çênebe, li gel we jî peyda nebûne!? (Ji bîr nekin, tu kes, bi qasî mirovî nikare bi hêsanî deriyê dil û hişê mirovî li mirovî bi xwe veke!)

Erê,

Ev demek e, ez qet li fotografên xwe nanêrim û qet albûman nagirim. Li ser kompûtera min jî, her fotografeke min di nav dosyeyekê de ye û herî dawîn nayê bîra min ka min kengî li wan nihêrtiye...

Erê, ez van rojan, bi vê taybetiya xwe hesiyam, û bi kûr û hûr pê de çûm; min arşîva hiş û bîra xwe rûpel rûpel qelda û hemû dosye kit bi kit têkvedan.

-Meraq mekin, arşîva hişê mirovî dîjîtal e- mirov gelek pê naweste ha!

Ez, pê serwext bûm ku hişê mirovî jî derî bi derî ye; deriyên nîvvekirî, deriyên taq û tîkkirî, deriyên asê û qebitandî, deriyên bi qam û bejna mirovî û deriyên ji qam û bejna mirovî bilindtir...

Ez li ber deriyekê ji wan rawestiyam: Fotograf û dîmenên gelekî bêhempa hebûn. Lê gava min hûr û kûr bala xwe daye wan, hemû çarçove xirt û xalî, fotograf tê de sêwî û bi tikî tenê bûn.

Ez pê de neçûm; çimkî, çi mirov hez nakin, li rûyê êşan binêrin û deriyê wan vekin û biçine hundirê wan... heke ew derî vekirî be, mirov bi bayê bezê di ber re dibore û bîra xwe dide bin kevşê xwe û ji wê derê bi dûr dikeve... her çend ew bîr, her di bin çengê mirovî de be jî, mirov çu carê hez nake, li rûyê wî binêre û li fotografê xwe yê tê de, temaşe bike.

Erê,

Berî bi salan, sal: 2003 nizanim belkî 2004 be, piştî salên dirêj ev vegeriyabûm warê zarokatiya xwe...

Min berê xwe da her derê; her tişt, tiştê berê, lê ew çarçoveya li dîwarê dilê min hilawîstî, hemû virt û vala bû, xirt û xalî bû; ne dar mabûn li cihê xwe, ne jî ew mirovên li bin siya wan daran, ne civîkan li ser spîndaran dixwend (spîndar nemabûn) ne jî ew hevalên wekî spîndarê li ser xwe, geş û serrast û bilind, li wê derê bûn...

Çu carê min hesteke ew qas dijwar nekişandiye heta vê gavê jî... dest û piyê min demildest xav bûn, erê erê, bêhnek hate ber kepê min, ew fotograf û dîmenên di wan çarçoveyan de hemû yek bi yek ŞewiTîn...

Çu tişt nema...

Wê demê, aha wê demê, deriyê ku min digot qey li min vebûye kir ringgggg û li rûyê min hate dadan!...

Ji ber hindê jî, jin hingê ye, ez, qet û qet albûma di hişê xwe de saz nakim...

Fotografên min, her yek li aliyekî ye...

Berî ku hûn albûma xwe winda bikin, wê, biparêzin û bila albûmeke we ya ji fotografên hêviyê her û tim hebe!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi