Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Komkujî ne şolê Cerdevana ye

Komkujî ne şolê Cerdevana ye

Roja li gundê Zankirta girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê cerdevanan bi hovîtîre 44  mirov kuşti di cîhanê û Tirkiyeyê de bi rexê çapemenîyê de pir gotin hatin kirin.

 

Belê, di vê çarçove ê nava çapemenîyê de ji bo vê êrija birexê cerdewanîya re hati kirin, pir nivîsîn hatin weşandin. Bi giranahî jî çapemenîya Tirkiyeyê rû ê xwe yê direwîn, yê înkarîyê wekî hemû demên berê îna pêş çav. Di evê komkujîyê de, ji bo alîyê hêz ên tarî re hatîye kirin de, di çapemenîyê de tû nivîsîn an jî axaftin  nehatin kirin. Bi vê rexgêrtin û înkarî a xwera, ji bo xapandina mirova çi ji desti hatî paşve nehêlan.

 

Ev hovîtî a li gundê Zankirtê hati kirin, bawer nakim ku ji bo namûs ê an jî ji bo gerdîş ê qewimî bî. Qet bawer nakim ku ji bo malê dinê, an jî ji bo evînîya du ciwana qewimî bî.

 

Çimkî dema navbeyna malbatên Kurda, bi kurtasîya gotina navbeyna eşareta de xwîndarîyek çêbûbe û ji bûne berevanîya wê xwîndarîyê jin bûne berevan, jin ketin navbeynê, êdî tû gotin na mînin, ew xwîndari disekinî. Xasma di vê komkujîyê de jinan jî jîyana xwe winda kirî ye.  

 

Kurd di bêjin “bila zik bêşe, rû ne êşe.” Ji bo vê dibêjim, nik Kurda kirêtî û rûreşîya mirovi wêne a rûyê mirovî ye.

 

Gor axaftinên xwedî ê vê komkujîyê navbeyna her du malbata de tû xwîndari tûnî ne, hinde sale, “em bi biratî bihevra diborînîn” di bêjin. Û waha dom dikin “Em ne seba malê dinê, ne seba evînîya du ciwanan, ne jî seba gerdîş ê ji bo kuştinê hinde çavtarî nabîn.” Belê carek dî pismamê wan, mirovê wan, gundî yê wan ji bo komkujînê êrija di be ser wan.

 

Du mirovê aqliselîm nahên, na bêjin wele tû ker seba şolek pûç waha nakin. Kî bê aqil e bawerîyê bi van gotinan tînî. Kî bê aqile bawer dike ku mirovê perwerdahî nedîti xwedî ê vî aqiline ku van planan çêkin û bibin sedemê vê komkujî yê. Di navbeyna van pismam û dotmamên cerdevanda kuştin, lêdan, xwîndari seba çî ye, qatî ev cerdevanê bêaqil dîn û har bûne hinde zirarê bidin xwe. Qatî ev cedevane hind bêaqilin dibin sedema windabûna jîyana pismam ê xwe, dibin sedema windabûna jîyana dotmam a xwe. Wekî dî jî ew cerdevan ê du peyva neşê danê beryêk dê çawa plan û pênûma ên hinde girîng çêkin.

 

Ew jî Xwedê dizanî kanê çend rojan an jî mehan bi van plan û pênûmanê xwere mijûl bû ne, pêngav bi pêngav, deqîqe bi deqîqe çawa ji bo planên xwe ketîne taqîbat ê.

 

Roja êrijê, ji xwera jê gêrti gor planên wan herî girîng e. Ew roj e, ewa zilamê wan ji bo goyîn girtin a cerdevanîyê çûbin nobetê. Va yêk.

 

Ya duyemîn ê jî dema saeta nimêjê ku ewên malê mayî jî tû çekusîleh tûnebin û nivêjê dikin. Carekê gor gotina mirovê ser nimêjê û avê divexwu mar na gezînî. Di nava tû aqila nakevî ku cerdevan pêle pismamê xwe dijmin ê xwe ser nimêjê nakujî.

 

Ya sêyemîn ê, ew jî şeva ku dê nîşanê bikin û ji bo nîşanê mirovên malbatê yên dûr û nêzûk û gundîyê nayîs hemû li malekê kombû bijartîne.

 

Ya sêyemîn jî navbeyna cihê komkujîyê û qereqola leşkeri pêngavek e, bi dengê tifenga leşker nahên wêrê. Û şeva cerdevan ser gundida hati mamosta ên gundi, yêk ji wan mamosta ya hevsera serekçawûşî ye, deh roj raporê distînî an jî nahên nîşanê.

 

Ev mînakên wekî vane pir girîngin, çimkî ewên çavên wan xwînê gêrti ji bo dilekê ku  wê malbatê tevahî bikujin, hati bûn. Peywirdarên hêzên tarî ev peywire dabû wan cerdevanên bêaqil ku binyatê wê malbatê qelînin.

 

Rasti bi rû ê vê dîtina komkujîyê re bi alîyek dî jî mirov dikevî nava hiziran. Bi vê gotinê re du camêr na bêjin wele ev êrija hinde bi plan û pênûmayî, ne şolê du ciwanê cerdevane. Du camêr na bêjin ev plan û pênûmaya komkujîn ê wekî plan û pênûmanê JÎTEM ê, an jî ew mirovên di vî şerê qirêj de berjewendî ê wî heyî dike. Di dîroka Tirkiyeyê de ji bo binyat qelandinê plan û pênûma ên waha şolê wan e, ewên perwerdehîya jolên van plana dîti.

 

Ez her bi aqlê xwe aloze dibim û temaşeyî pûşik ê keti nava mejîyê xwe dikim. Ew pûşik ê di nava mejîyê minde di bêjî ev şole ne şolê cerdevanan e. Eve şolê wan e ewên perwerdahîya plan û pênûma ên wahe dîti, cerdevan van planên wahe ji bo komkuştînê ne di zanin, ne jî tiştek wahe fahm dikin. Ew cerdevane seba malê cîhanê, seba namus û gerdîş ê tiştek waha nekin, ne wila ew ji bo komkujîya pismamê xwe qethî nakin. Tu hizir, tû hiş, tû aqil, tû raman, tî nîgaş û tû mantiq bi vê êrija komkujîyê mijûl nabî.

 

Gor gotinên mirovên ji wê hovîtî ê xelas bû, ew xwînmêtên çavtarî “hemûya bikujin, tû kesê ji wan nehêlin sax” gotîne êkodu.

 

Bi vê gotinê re ku tû şahida paşve nehêlin û suçê xwe wergêrin ser pişta yêk dî.

 

Eve ne taktîka cerdevanan e, eve taktîkên JÎTEMê tînin pêş çav. Hêzên tarî yên di nava dewletêde zêdetir tû kes dî van komkujîya nake, çimkî eve şolê wan e. Ez wê hizirê dikim. Cîhan dizanî ev teşkîlata terorîst di Tirkiyeyê de komkujîyên waha pir kirîne.

 

Yek ji van mînaka mînipûsa gûclukonak ê naha jî di rojevêde ye.

 

Bawerim dê di vê komkujîya 44 mirovada, komkujî dê têkiriba stahê PKK ê û şerrawestina PKKê bidin sabote kirin. Bes xelasbûna hindek mirovara, bi van hişên xwera sernekeftin. Heske ev plan e gêrtiba dê ev komkujîye kiriban stahê PKKê û destê PKKê yê aştîyê paşve avêtiban û carekdî dê biban sedema şerê qirêj.

 

Ewin agirê dilka xwe nabînin, agirê dilka xwe wekî şahr a mari berdene dilka dayikên Tirkiyeyê.

 

Ewin hindî ziretilmisqalê wijdan, rehm, dilsotinê nabînin, xwînê çavê wan gêrtî ye jîn a mirovekê û jîn a pêşûyekê nik wan yêk e.

 

Ez dimînime şaş, ew çi dil e di singê wan de ku wekî axolk a dikujin wesa jî dibin sedema windabûna jîyana mirov a.

 

FERHENG

pênûma   : proje

hovîtî     : vahşet

gerdîş     : töre

berjewendî : menfaat

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10