Silêman Feqiyanî

Komcivîn a Kurdî-Der'ê

08 Haziran 2009 Pazartesi

Roşa 6.Hezîran.2009ê dema ez ji malê derketi û min temaşeyê rexên xwe kiri, ez mame nava şaşîya herî giring. Ew roj li wanê bi şiklek dî, bi terzek dî, bi rengek dî ji pişt çîya ê erekê hilda û bi selîqeyek dî tîrojên xwe belavkirin bajêrê wanê. Ewê tavê bi rûyek dî bajêrê wanê germ kirî bû. Wekî kilê siphanî di çavê keçika çarde salî de dikêşî û çavê wê lawînîyek cida bide wê, wesa jî ev komcivîna KURDÎ-DERê (Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî) lawînîyak cida dabû wanê.
Pêşîyê min hizirkir ku ez tinê bi vê tîrojên tavê, bi vê germahîya tevê mame şaş, ya rasti ewên beşdarî komcivîn a komeleya KURDÎ-DERê bû hemî wekî min şaş bi bûn.

Belê îroj duyemîna KURDÎ-DERê derasayîya komcivînê li salona (Navenda Çanda Mezopotamya) MKMya wanê civîn dest pê kirin. Herê di dîroka wanê de eve cara duyemîn bû bêhna zimanê Kurdî wan hildabû nav çengên xwe, cara duyemîn bû Kurda ji bo zimanê Kurdî li wanê civîn dest pê kirin.

Caran mirov dimînî behitî. Di xwezayê de pûşik (gîya ê hişk) bi heceta hewayî ji cihê xwe dirabe, pûşik bi terzek bîyolojîk cih veguhêzî, wê demê hezar pirsa tînî hizira mirovi.

Hindik jî ji pûşikire dibêjin pûş û pelaş. Binê gîya, qormê gîya, bejna gîya, navtenga gîya, belg û çiqên gîya dema hişk bû sivik dibî. Ji ber wê sivikbûna xwe jî bi rexê bager û babelîska, bi rexê mirov û hêwana re cih veguhêzî.

Di dîrokê de pir ziman wekî pûşiki, wekî pûş û pelaşi li ber bagerê û babelîskê xwe ne gêrt û cihê xwe veguhêst, peşê jî di dîrokêde winda bûn. Belê bi hezar carane bi vê giranahîya xwe re, bi vê binyat û giranahîya dîroka xwe re zimanê Kurdî wekî pûşiki, wekî pûş û pelaşi cihê xwe neveguhêst, bi miqeresî cihê xwede xwe girankir.

Zimanê Kurdî çendî bi miqeresî re xwe cihê xwede qahîm gêrtîbe jî carek dî neyar ji bo asîmilasyona zimanê Kurdî ketin nava têkoşînek herî girîng û ji zimanê Kurdî re leyîztin. Em xwedî ê vî zimanê dîrokî jî çav û zil temaşeyî xwîndarê zimanê xwe dikîn.

Temaşeyî vê bîr û bawerîyê bikin. Tirk dewletek kevin e. Ji bo perwerdehîya zimanê xwe pir têkoşîn daye û ji bo perwerdehîya zimanê xwe di dîroka cîhanê de pangavên herî giring avêtîne. Û her we Tirk ji bo perwerdehîya zimanê xwe gehiştîne armanca xwe. Bê goman ji bo zimanê xwe hêj naha jî îza ê dikêşin, betalîyê nadin perwerdehîya zimanê xwe. Belê hêj naha jî di bin navê dilxwaz en perwerdehîyê de têkoşînek giring dikin.

Belê dê bê gotin ku Tirk di vê demêde dewletek netevî ye û Kurd jî di bin potîn a Tirki ye. Eve hinde sal û zemane bi van hişên bêxîretîyê re me wekî dijmin zimanê xwe re temaşe kir û em xwedî zimanê xwe nederketîn. Belê bawerîn naha şertên xwedî deketina zimanê Kurdî geheştîne. Gor van şertên geheşti de ma êdî ne bes e, ne hewceye ku em zimanê xwe xwedî derkevîn.

Em wergerîn komcivîn a KURDÎ-DERê.

Paşê ewên bejdarî komcivînê bû, zanin ku eve germahîya zimanê Kurdî ye hinde germahîya wanê ji recê derêxisti.

Çimkî eve komeleya KURDÎ-DERê bi têkoşîna zimanê Kurdî re îroj sala duyemînre ye, hebûna xwe wekî agirê pel ên dara kewzanê daye vê herêmê. Bi hebûna vê komeleyê re di nava gola wanê re wekî dilopekê jî bête çav, carekdî gor hebûna xwe wekî şilqên behra spî ne.

Ev komeleye bi rexê pîçek şoreşgerên zimanî Kurdî re mijûl dibinde tê çav, bes ev zimanzanayene di herêmê de ji zimanê Kurdî re têkoşînek herî girîng didin. Bawerim ew di vê herêmê de ji bo karê zimanê Kurdîre şêrin, piligin û bê şirîkin.

Wekî beşdarên beşdarî komcivîna KURDÎ-DERê ez jî beşdarî bûm. Rasti beşdarên li wê salonê kombûyî hemû ji êkodu germtir bûn, hemî ji êkodu nazdartir bûn. Hema tû ne be hemûyan bêhna zimnanê Kurdî jê dibarî.
Bes mixabin ewên beşdarî wê komcivînê bûyî hemî gor çava pencî-şêst mirova bi hejmarî nediburîn. Ew ji wanê re qirêjû û ji Kurdên bêberpirs re kirêtîyek herî giring bû. Ew bi serê xwe. Ez ji bo vê şehmizarîyê re tû nabêjim. Çimkî nahê gotin, tivê ji bo kirêtîyê pêşerojê de nivîsînek dî bê nivîsîn.

Me çi got? Me got em beşdarî komcivîna KURDÎ-DERê bûn û wekî me pir rêxistinên civata neferma, û şexsîyetên herî girîng beşdarî bibûn. Di nava beşdarbûnan de birêz dîrokvan, nivîskar Ihsan Colemêrgî û zimanzan û nivîskar Qahir Bateyî axaftinên herî girîng kirin.

Rasti mamosta Ihsan Colemêrgî tûlîya xwe li ser xalek herî girîng şipikand û got:

“DTPê li wanê di hilbijartina şarederî yê ya 29 adarê ji heftê hezara jorve deng standin û endamên parêzgeh û endamên şarederîyê exlebe qazançkirin. Bes di vê hilbijartinê de serkeftîne belê tû ji wan beşdarî vê komcivîna KURDÎ-DERê nebûn e. Êkere ew endamên ji parêzgere û endamên ji şarederîyê re hati bijartin kanê kîderê ne? Şareder ê wanê kanê kîderê ye? Qatî şolên ji zimanê dê a wan girîngtir henin ku nehatine?”

Dawîyê de li ser wêneyek nemir birêz Yilmaz Guney gotinek waha hebû “mirovê rastîyê bêjî ji neh gunda şandin mişextîyê dibe, herbijî ji şandina mişextîyê a gundê deh ê.”

Belê ser reşi tû rengdî nagirin di bêjin. We ye tû xeletîyên birêz Ihsan Colemêrgî tûnînin. Bes birêz Colemêrgî ditirsim pêşerojan de wekî birêz Guney tu jî bêjî, herbijî ji şandina mişextîyê a gundê deh ê. Wekî Colemêrgî goti dil di xwest ku bi hezaran beşdarên komcivîna KURDÎ-DERê heban. Gel ê bajêrek wekî wanê ji bo zimanê xwe bêxîret bî, ew zimanê li ber sekeratê xwedî ne derkevî, ji wê re tivê çi bê gotin ewê jî hûn hiçlinin nava hiş û ramanên xwe.

Heske mirov bi rastîyê bêjî; hindî ku mirov ser zimanê Kurdî re baxivî û nivîsî mirov neşê dawîya wê bînî.

Ji ber çi?

Çimkî hindî ku Kurd ketîne nava asîmilasyon û otoasîmilasyonê, hindî ku ji Kurda re zimanê wan wekî dahbeyan bê pêş çavê wan, hind jî axaftin û nivîsîna zimanê Kurdî dê zêde bibî.

Rastî çendî gor nifûsa wanê bejdar wekî dilopa nava gola wanêbin jî, carekdî komcivîn a KURDÎ-DERê di nava hewayek germ û şirîn de dawî bû.

Ez serkeftinê ji peywirdarên KURDÎ-DERa wanê re dixazim. Ew şêr û pilingên zimanzanên Kurdî bila bimînin xêr û xweşîyê de.

Heval no di nava kelemên wekî şûr, tîr û kivan de xwîn rêj, dinava şikêrê kevirên wekî xencerê îza û ji derbazbûna rûbarên bihara serê xwe dixwude nemimkun de, têkoşîn a hewe ya ji bo zimanê Kurdî re rêka hewe ronahî bî.

FERHENG
komcivîn = kongre
derasayî = olağanüstü
kêfaret = zahmet
dilxwaz = günülü
bêberpirs = sorumsuz
rêxistnên civata neferma = sivil toplum örgütleri
şandina mişextîyê = sürgüne göndermek
perwerdar = görevli
miqeresî = inat

Bu yazı toplam 5324 defa okunmuştur
güzel yorumcu
 // ozan
yazıların çok güzeltüm yazılarını takıp edıyorum size başarılar dilerim...
09 Haziran 2009 Salı 16:39