İbrahim Genç

İbrahim Genç

‘Kobanê’ Bû ‘Welat’

‘Kobanê’ Bû ‘Welat’

Ji ber ku gelê kurd li ser axa xwe ji mêj ve di nava zext û zordariyeke de ye, bi her awayî li gelek deveran li berxwe dide. Ev berxwedan li dijî tunekirine ye. Lewma hertim hebûna xwe bi awayekî rûmetdar û destanî li cîhanê dide qebûl kirin. Herwiha îro jî berxwedana Kobanêyê ya ji sê mehan zêdetir ve didome, di nava dîroka kurdan de  dê cihê xwe bigire. Berxwedana ku li dijî DAIŞê bi tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû cihanê watedar e. Îro li Kobanêyê piştî berxwedaneke destanî û dîrokî, şervanên kurd roj bi roj pêşve diçin û hemû cîhan rêz li wan digire û li hember vê têkoşînê bejna xwe ditewîne. Bi rastî hîç kesê xwediyê rûmet û namûsê nikare ew berxwedana şervanên kurd ji bîr bike.

“Deşta Sirûc û Diyarbekirê”

Ya rastî Kurdistana Rojavayê, ji berê de di nava têkoşîneke bêdeng de bû. Dema ku zexta Komara Kemalîst li ser kurdên Bakur zêde bû, kurdên Binxetê ji bo wan bûn hembêzek. Jixwe gelê Serxet û Binxetê ji aliyê eşîret, xizm û neteweyê ve yek in. Ji aliyekî din, dema ku rewşenbîrên Bakur piştî 1925an derbasî Rojavayê bûn, ew der bû qada ziman û çanda kurdan jî. Heta ku li wir bi destê Celadet Elî Bedirxanê Botanî, Osman Sebriyê Semsûrî, Qedrîcanê Mêrdînî û hwd. bi navê “Ekola Hawarê” edebiyatek hat afirandin. Di helbesta “Bilûra Min” a Celadet de yekbûna Rojavayê û Bakur pirr xweş tê vegotin: “Bilûra min, bihejîne; / Û pêlên ava heftreng ên xemzebaz / Nalîna me bigehîne / Deşta Sirûc û Diyarbekirê; / Û beriya mêrxasên Berazan; / Û kalîna berxan, / Tev şehîna hespan / Li me vegerînin.”

Kobanê û “welat”

Ji ber ku cihên kurd lê dijîn heman cih in, parastina çi bibe jî ew weke metaforeke ‘welat’ derdikeve pêşberî me. Eger li ser roman û çîrokên kurdan lêkolîn bê kirin, dê were dîtin ku rewşenbîrên kurd çi parastina gundekî bibe, çi jî parastina kolaneke bibe her dem bi çavekî parastina welêt lê nihertine. Haşim Ahmedzade di pirtûka xwe ya bi navê Romana Kurdî û Nasnameyê de li ser vê mijarê tespîteke wiha dike: “Di gelek romanên kurdî de, têgeha ‘welêt’ (homeland) ciyekî krîtîk digre. Hin leheng jê haydar in ku ne xwediyê welatekî neku bi awayekî fermî û qanûnî-siyasî wek ‘welat’ tê naskirin, lê ji ber nebûna dewletek kurd, her çiqas, bêyî ku cih û sînorên wê yên diyarkirî nîşan bidin, wek ‘welat’ qala cihê xwe yê jidayikbûnê dikin.”

“Ma ez Kurmanc nînim!”

Ji bo ku parastina Kobanêyê çawa û çima tê wateya parastina hemû welêt em dikarin ji hinek berhemên wêjeyî îstîfade bikin. Weke mînak, di şanoya yekem a Kurdan a ku ji aliyê Evdirrehîm Rehmî Hekarî ve bi navê Memê Alan hatiye nivîsandin de behsa kelehekê tê kirin. Lê lehengê şanoyê fikra xwe ya neteweyî bi gotina “Ma ez Kurmanc nînim!” nîşanî me dike û diya wî parastina kelehê bi ew gotina xwe dike meseleya welêt: “Kurê min, di riya dînê xwe û di riya welatê xwe da eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helal naket.” Dîsa di şanoya Celadet ya bi navê ‘Hevind’ hatiye nivîsandin de, behsa berxwedan û têkoşîneke hevpar tê kirin. Lê fikra zêdetirîn derdikeve pêş, netewe ye. Her çiqas behsa cihekî jî bê kirin, lehengên şanoyê di axaftinên xwe de peyva “welat” pirr bi kar tînin. Herwiha di çîroka Nûredîn Zaza ya bi navê “Gulê” hatiye nivîsandin de jî mijara sereke guherîna Qoçoyê Pola û Gulê û parastina gund (Welat) e. Qoço her çiqas rêbirek be jî dema ku dijmin nêzikî gundê wî dibe, tê gund û dibêje: “Ji bo avêtina gunehên xwe ji ser xwe, min sond xwariye ku dijmin ji welêt derxînim.”

Nûavakirina Kobanêyê

Di dawiyê de dixwazim diyar bikim ku mijara “Kobanê çawa bû welat (Kurdistan)?” gelek girîng e. Li ser wê mijarê di nava van mehan de dê çend gotarên min ên berfireh bên weşandin. Lê di dawiya vê nivîsê de dixwazim bibêjim ku divê dema me Kobanê nihert, em Kurdistanê bibînin û li gorî vê tevbigerin. Piştî Kobanê rizgar bû, lazime ku li gorî vê nêrînê ji nû ve were ava kirin. Lewma di nûavakirina Kobanê de hêvî dikim ku qad, kolan û caddeyên Kobanê li gorî taybetiyên çar parçe Kurdistanê bên çêkirin.

Têbinî: Hêvî dikim 2015 ji bo kurdan bibe sala yekîtî, azadî û serketinê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
İbrahim Genç Arşivi