Omer Dilsoz

Kitêba lêdanê

13 Nisan 2010 Salı 00:31

Vê, ji vir wê de, bi qasî reşetarîkên dîrokê dûr, kevin û ji mêj ve... berî ku li ser kevalên çermên ask û xezalan... lêdan, lêdan, peyv lêdan, deng lêdan, dil lêdan, ruh lêdan... dîrok; ji rojên hev roj de bi ‘lêdanê’ bi firşik ket û ...

Û berî ku mêr li jina ‘xwe’ bide, berî ku mamoste li şagirtê ‘xwe’ bide, kitêbeke reş, kitêbeke stûr û qalind, perzer, herfzer, tîpzer, reqemzer, jimarzer; berî ku kitêba ‘Zerikê’ ji nav ranên dîrokê dûr û dirêj, bi kotekî lêbide û bête dinyayê...

Berî hemû ‘berî’yan, kitêba lêdanê hate nivîsandin.

Ev kitêb ji hemû kitêban stûrtir e, ji hemû hejmaran, geomertiyan, ji hisêba kuantumê aloztir e, nayê hejmartin, her roj, her demê, her saniyeyê, her kêlîkê... lêdan e...

Ev kitêba demê ye; lêdaneke bêrawestan,...

Lêdaneke hemû ranewestiyan radiwestîne...

Vê, ji wir ve, berî hemû lêdanan, dinya gava lêdikeve û lê vedigeriya... rûpel bi rûpel, ev kitêba bextreş stûr dibû. Ma kî mabû ki li yekî nedayî?

Heta, zimanê me, bi ‘lêdanê’ peyv dijenîn, têgeh, bi ‘lêdanê’ li dûv hev rêz dibin: dayikê, li çoka xwe dida, bavo, pesnê xwe (lê)dida, lawik keda xwe di ber (lê)dida, keçikê jiyê xwe di ber (lê)dida...

Hemû lê-jê-tê-danên wê kitêba reş, serdarê jiyana me bûn...

Berî me, em bi ‘lêdana’ hinan, peyda dibûn, bi lêdana ‘dilê xwe’ bi xwe dihesiyan û bi ‘lêdana’ hinekî dîtir, li kitêba lêdanê qeyd dibûn...

...

Em bêne îro; duhî, li ber kamerayan, li pêş çavên hemû dinyayê, yekî ciwan, 27 salî, mejiyê wî bi ‘derewan tijî lêdayî’ kulmek, na na, du kulm, belkî jî di emrê bavê wî de be, -te dît, bav li kurî dide ya- belkî jî ew rik li dilî tijî bibe, ringg li ser kepê (pozê) Ahmet Türk...

Pêr hate bîra min; Hrant Dink, û lêdaneke dî, pêdaneke dî,,,

Çend kêfa wan lêdayîyan ji ‘lêdanan’ tê...

Her lêdan...

Li şûna xwe ‘kulekê’ diçîne,...

Ma roj nehatiye ku em hemû ‘kitêbên lêdanê’ bisojin, biperitînin, bişewitînin û bi qasî tarîxa mirovayetiyê kulên van lêdanan hene, bila giş, ber çiyayên xirab ve bin, werin, em, ji nû ve kitêbekê ji xwe re bi nivîsin...

navê wê, jiyan,
navê wê, azadî,
navê wê, viyan,
navê wê, dilxweşî...

Ma ne, umir têra hindê nake ku mirov tê de ‘tovê nefretê’ biçîne, ‘şitilên kerbê’ deyne, wê demê, hemû kitêbên lêdanê bila bişewtin!

Bu yazı toplam 6213 defa okunmuştur
nivîsa kekê Omer
 // rilan
spas ji bozimanê te ê zelal û wêjeyî.....bi zimanekî nerm we wan faşikan rexne kirîye ...............
14 Nisan 2010 Çarşamba 19:41
Gelex Spas
 // barış
Hevale Heja deste dé sağbe...
14 Nisan 2010 Çarşamba 18:40
bırayê omer ez gelek keyf xweş bum
 // xelil marunisi
ez gelek bı vê nıvisê xemdar bum. xuda de bê xite bin hıfza xwe...
13 Nisan 2010 Salı 14:44