Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Kırêtıya şerı

Kırêtıya şerı

Di gundê xwe de malbata Sêvdîn nava malbatê gundiyan de malbatek yekemîn bû. An ku girêdayî tu eşîretan, tu malbatan ne bû. Di vê sedemê de tev têkiliyên gundi de dima tenê. Belê tev bîr û baweriyan re girêdayîya hevser û zarokên xwe bû û hezkirina wi û malbata wi bû. Gundi de wekî malbata xerîb dihat naskirin. Belê ewi xwe digundi de tu cara tenê hizir nedikir. Di vê sedemê de tev gundîyên gundê wi û gundîyên gundê cînarên wi pir ji wi re hez dikir. Ew nik tev gundîyan,  nayîs û mêhvanan, biqedr û qiymet bû. A aliyê mêhvanperwerîyê jî; seba mêhvanperweriya wi fêhlmêr û xasmêr dihat nasîn. Di wê sedemê de malbata wi de herdem mêhvan hebûn. Lewre ew rasti mêhvanê xwe davuderzî bû.

Rûyê Sêvdîn girovir bû. Difina (hindik dibêjim poza) biçûk kevti bû navbenda du birûyên stûr û çavên reş ên wekî qîrê. Ew difina we biçûk hindavê lêvên goştê sor û lêvên kevti ser diranên wekî libên genimokê beryêk de rêz bû. Pirça wi kurt û reş, simbêlên wi stûr û badayî bû û herdem jî rûken, belê pişt rûkeniya wi de dilkovanî bû. Lewre dilkuvaniya xwe di pişt rûkeniya xwe de veşarti bû û mirovan dilkuvaniya wi ne didît. Caran dilkuvaniya wi a hinavên wi disotin kevte rûyê wi belê ewi zû de rasti mirovan veşart. Semyana malbatê ew bû û dem bi dem du kurên wi ên cêmik jî harîkariya wi dikirin. Hêj zarokên wi nehati dinyayê ji kêmasiyên malbatê zêde nebûn. Belê dema zarokên wi hati dinyayê hindik jî be bimalbat re kevtibû xîzaniyê. Dema zarokên wi fahma bû û karê malbatê de harîkatiya wi kiri, ji xîzaniyê xilas bibû û ji mêhvanê xwe şerm nedikir.   

Gundê wan kevti bû berbinê girekê. Pêşîya gundi jî hemû zevîyên çandinê û mêrgên giya ê dirûnê bû. Girê kevti pişt gundi jî giyayê bîyanî ên wekî tûsi, kîvar, gûni, kereng, kewok, heliz, tirşok, giyayê gêzi, şîlank û hwd. lê şîndibû.

Herêma gundê wan lê ji çend qormê bî, petil û spîndarê wê de çu dar dî çu ne bûn. Dê bêji gund çolistanekê avabûye. Avahiyên gundi ji şînati, dar û daristanê re êtîm û sêwî bûn. Belê bersingê gundi an ku deşta ber singê gundi tev rengên şînatiya giya û kulîlkên xwezayê re xemilî bû. Heke mirov bêje ku ew xweza gola bihezaran kulîlkan çilivilî, ne direw e.

 Mala Sêvdîn jî ser xîmê sê mezelan, mitbexek û qenterekê re ber rexê gundi hatibû avakirin. Dema mirov diçû mala Sêvdîn ji der ê derve diçû qenterê û du der çepi, du der jî rastê mirovi dîyar dikir. Ji van deran dû vedibûn mezelên razanê, derek vebû mezela mêhvanan û derek jî vebî mitbexê. Gotin bicih be derek bêweç jî rasti mirovi bû û ew der jî vebû serşok û destavê. Avahiyê wi êk tebeqe bû, bikeviri hatibû nijinîn û dîwarên avahi suwaxnekiri bû.

Jîyana malbata Sêvdîn me gotibû nepir xîzan, ne jî pir dewlemend e. Wekî dibêjin bi nan û zik jîyana xwe diborandin û ji mêhvanê xwe şerm nedikirin. Du zarokên wi hebûn û wekî me goti cêmik bûn. An ku ên rojekê û saetek bûn. Navê zarokên xwe Sînan, ê dî jî Sîdar re binav kiribû. Di qeyda tirki de Sînan û Selîm re hatibûn nivîsîn. Zarokên wi heta roja leşkeriya wan hati bi bavê xwe re gundi xebitîn.  An ku bi bavê xwe re aliyekê rencberi dikirin, aliyê dî de jî xwe ji zilma leşkeri diparastin. Heta bîst saliye xwe bi kul û xem re dijî bûn. Dema xwe berdane nava kulîlkên keyfê dê tiştik bixem û dilsoti rasti wan tişqilî. Dê bêji yekê ji wan, malbata wan û herêma wan nifrîn kiribûn û herdem axrîn û dilsoti bûn. Dema dê xwe ser axa xwe azad hizir kiriban, dê şilqek ji neyarê wan re ser wan de herikîba û hizira azadiyê dibû agir dikete hinavên wan.  

Bavê wan didît ku zarokên wi mezin bûn. Car bi car rasti neheqiyê nerazîbûna xwe di înin ziman. Wê demê ta diket laşê wi. “Ev zaroke dê rojekê xwe têkilî leşkeran bikin û dê bikevin girtigehan û îşkencan” di dilê xwe de borand. “A qenç ez yek ji wan rêkim leşkeriyê, ê dî jî dê bimîne biserê xwe û jikarê xwe re xwe têkil leşkeran nake” digot. Bavê wan xwe bi van hiziran re gîro dike belê aliyekê de jî zordariya leşkeran dikete perasiya wi û ew jî diket hisrê.

Roja leşkeriya wan hat û pêşîyê Sînan çû leşkeriyê. Gor qanuna tirkan wi zemani du bira bihev re naçin leşkeriyê dihat gotin, an ku ewan we dizanî. Êk dê leşkeriyê xelas bike û paşê jî birayê dî dê biçe leşkeriyê. Tiştik we çu nebe jî bavê wan bi hêvî tikayê re bi vê usulê zarokê xwe Sînan rêkiribû leşkeriyê. Lewre heta Sînan bê, dê Sîdar xwe parêze û dirêncberiyê de harîkariya bavê xwe bike. Bavê wan ev taytayke dabûn ber dilê xwe û ser wi guhi diraza.  

Rojek ji rojan, herêma gundê Sêvdîn lê nû ji pişt çiyayê gund de tîrojên xwe wekî tîrê ser gundi de berda bû. Wê rojê Sêvdîn aliyekê xemgîn bû, aliyekê jî kêfxweş. Lewre kurê wi Sînan çû bû leşkeriya tirki û ewi bawer nedikir ku dê kurê wi leşkeriyîyê vegere mala wi. Mixabin ewi pir gotin ji gel bihîsti bûn ku pir ciwanê binyat kurd tên kuştin. Evan gotinan sidqa dilê wi tevlihev kiribûn û ji kurê xwe tirsîya. Aliyê dî de jî ew herêma ew navde pir dilxwş bû û ew roj ji wire  kefxweşî bû. A pêşîyê hati hizira wi ev bû xwe ji xemgînîya kurê xwe ê leşkerîyê guhere û bi kurê xwe Sîdar re dinava karê xwe re roja xwe biqetîne. Di van hiziran re du sê caran bang kurê xwe Sîdar kir belê mixabin tu bersif ji kurê xwe nebihîst. Hêreve Sîdar wêve Sîdar, erd kun bû Sîdar kevte nava erdi. Dêbêji derzîk e berze bû, we her çar aliyên gundi nêrî kurê xwe. Ji ber tehdayiya hikometê newêra berzebûna kurê xwe aşkera bike. Di hindirê xwe de qehrî, zerkî bû û gor hiş û hizirên xwe pêşîya kurê xwe de gerîya.  

Heta sê çar meh serda derbaz bû Sêvdîn bihîst ku kurê wi Sîdar kevtiye nava refên gêrîlayê. Piştî Seydo zanî ku kurê wi kevtiye nav refên gêrîla de nezanî carê kêfxweş bibe an jî xemgîn bibe. Lewre kurek wi leşkerê tirkiye û yêk jî gerîlaye. Her du rasti yek şer dikin. Seydo “Ev çi qedere, kurek min kevt nava refên gêrîla êk jî çû leşkeriya tirki” didilê xwe de borand. Her we “Xwedê avekî ser vî agiri weşîne ku ciwanên kurd û tirk jîyana xwe winda nekin, zarokên min û ên tu kesê nemirin” hêvî ji Xwedê dikir.

Em zivirîn kurê wi Sîdar dema kevti nav refên gêrîlayê sedîsed guherî bû. Xwe ji dema malbata xwe, ji dema gundê xwe pêtir azad hizir dikir. Nav gêrîlayê de dema firek avê vexwariba, pariyek xwarinê xwariba, an jî dilopek hewa kêşaba hindirê xwe dizanî û ji tama wan re hez dikir. Bi têkiliya xwe û hevalêm xwe re baweri bi xwe diîne. Çiya, herêm, xweza ber wi fireh bibû. Hiş û hizirên wi xweş dixebitîn û tev xweza hilda bû hindirê xwe. Belê birayê wi gor wi kêfxweş û azad nebû. Rasti ewi we hizirdikir. Di vê sedemê de jî aliyê birayê xwe re xemgîn bû. Her dem “Xwedê di vî şeri de tu birayê min û ciwanên welatperwer ên kurd û tirk neyîne rasti min” didilê xwe de borand. Rasti aliyekê de ev hêvîye dikir belê di kurahiya dilka xwe de “tu ciwanan” digot.

Rasti birayê wi Sînan jî dema çûyî leşkeriyê xemgîn û dihindirê xwe de wekî mirovê xwe veşêre we bêdeng bû. Ji tu kesê re neaxaft, dema yekê tiştik gotiba wi kevte perasiya wi an ku diçû zora wi. A dilê wi de derbaz bû “rojên hejmarene, heta dawiya leşkeriya xwe dê qetînim” digot.   

Ew meha pêncê bû her du bira ji malbata xwe derketi. Yek leşkeriya tirki bû û yek jî nav refên gêrîla û ji doza xwe re fahma bibû. Di bin navê Piling re zêde navek dabûne Sîdar.

Meh meha îlonê û roj roja şemîyê bû. Ji bo ku êrişê bibin ser qereqolê Piling û du hevalên xwe çû bûn ku keşfê(keşif) bikin. Her sê heval nêzî pênç mitroyan bêxin navbenda xwe dikendali de diçûn ji bo aliyê newalê. Piling pêşîya hevalên xwe bû. Piling’i dema geheşti hindav newalê dît ku rûbarek nava newalê de diherike. Xwe zelande ber qormê darê kewzanê. Bi destê xwe re gote hevalên xwe werin. Ewi didilê xwe de borand ku bi hevalên xwe re derbazbûna wî rûbari nîqaş bike. Sekinî heta hevalên wi jî hati. Dema her sê nik hev rûnişti Piling rabû ser pê û nêrî rexên xwe. Zanî ku herêm razaye carek dî rûnişt nik wan û bi dengê nizim axaft.

“Heval no. Em giheştin rûbarek xurt. Ez bîyanîyê vê herêmê nîn im. Nêzî bîst mitroyan ji me jêrtir pire heye. (Tilûya xwe dirêji aliyê nizari kir û axaftina xwe domkir.) Nêrin vî betenê rasti me. Hûn dê kevirek pir mezin rasti xwe bibîn in. (Her du hevalên wi jî nêrîn wî alî û Piling’i biberdewamiya axaftina xwe de pirs ji wan kir.) Hewe ew kevirê ez dibêjim dît an na? (Hêj hevalên wi bersifka wi nedayî axaftina xwe domkir.) Rasti jî ji wi keviri mezintir tu kevir çu nîn in, ne we ye? Gotê.

Hevalên wi jî piştî nêrî keviri herekê bi aliyê xwe re “min ew kevirê tu dibêji dît” gotin.

Piling’i axaftina xwe domkir. “Li xwe hişyar bin. Em dizanîn ku leşkeriya tirki her dem wê pirê dibin kontrola xwe de digirin. Ez dê biçim wî ali. Dê baş binêrim wan çar rexan. Çavê hewe li wî keviri be, heke ez çûm ser serê wi keviri bizanin çu tengavi çu nîn in û hûn jî werin nik min. Hek ez neçûm ser serê wi kevir bizanin ku ez dê paşve zivirim. Heke ez pir gîrobûm jî bizanin tiştik hate serê min hûn paşve zivirin. Heta vêrê hewe fahmkir an ne?”

Dema axaftina xwe xilaskiri temaşeyî nav çavên hevalên xwe kir. Di nava çavên wan de dît ku ewan dili nîn e, wi tenê rêkin wî aliyê pirê. Rasti hevalên wi jî kirin ku bi wi re gotinên xwe bêjin, ewi nehêla ew biaxivin. Hevoka “hewe fahm kir an na” carek dî dubare kir. Hevalên wi zanîn ku Piling dema tiştik got li pişt wê gotina xwe nazivire. Di wê fêhlmêrîya wi de ewan jî “me fahmkir” gotin.

Bi bersifka hevalên xwe re Piling’i xwe wi pesari de zeland bo ber rexê rûbari. Nava pir darên hûr û gir de meşîya. Daristan pir bihev re şipikî bû. Heke pênç mitroyan wê de leşker hebin, ewi nedidît. Belê ew şareza bû. Qorm ber qormê darê stûr de û ber teraşên wekî dara kenahiyê de xwe diavêt.  Navbenda panzdeh-bîst deqîqeyan de Piling geheşt ber rexê rûbari. Jêlil û Jordan ber rexê rûbari de hat û çû. Dilê xwe de “heke ez bişêm nava rûbari de derbaz rexê dî bim, ez dê pêtir xwe parêzim. Belê heke ez pirê de derbazi rexê dî bibim û aliyê dî ê pirê neyar an jî leşker hebin dê ji wan re bibim armanc” derbazkir. Belê mixabin ew çend rexên rûbari da hat û çû, çu çareseriya derbazi wî aliyê rûbari bibe, nedît.

Dibêjin heke roja mirovi a jîyana xwe ji dest bide hatibe, çareseri çu nîn e dê wê rojê jîyana xwe ji dest bide. A Piling’i jî ev gotin e. Roja wi hati bû û dê wê rojê jîyana xwe ji dest bide. Di vê sedemê de hiş û ramanên wi tevlihev bibûn û dê ser pirê de derbazi aliyê dî ê rûbari bibe. Ewi jî tifenga xwe hilda destê xwe û bezî ser pirê. Inyeta wi ew bû ku yek bêhnê de ser pirê de bibeze rexê dî ê pirê bibe û xwe nava teraşan de veşêre.  

Belê Piling’i tu hisabên leşkeri nekiri bû. Lewre leşkeri jî ji bo qoweta pêşîyê heft leşker dabûn peywerdar kirin. Ew leşker jî neşiyabûn wî rûbari derbaz bibin yek nava xwe de ku ser pirê derbaz bibe peywirdar kiribûn.   

Êqibala wan ew bû ku, aliyê gêrîla lê û ê leşker lê bi yek demê de serketin ser pirê û êk bi liyê gêrîla lê yê dî jî bo aliyê leşker lê bezîn. Dema heta nava pirê gêrîla û leşker bezî cihê xwe de her du jî sekinîn û çekên xwe rasti yek girtin. Dema sekinî yek deqîqê de çavên wan binavçavê hev re tişqilînin. Herdukan jî xwe berdane nava nêrînên hev de. Herdu jî wekî mirovê ta î, lerizîn. Dilk û hinavên herduyan jî heliya û agir kevte cergê wan. Cerg û mêlakên wan tevlihev bibû. Hêvî û daxwaziyên wan aloze bibû. Bîr u baweriyên wan, hiş û ramanên wan û xwestik û gomanên wan helîn bû. Tezink ên sar û tezî ên wekî cemedê laşê wan de borî bû.

Roja hati dinyayê û heta pênç meh berê  wekî şelîta sînemayê pêş çavên wan de borî. Dê a wan, Bavê wan, malbata wan, gondê wan, gundîyê wan henekî şûmiyên wan birêz ber çavên wan de borî. Çu tişt nehat bîra wan. Ne leşkerî, ne gêrîla, ne şer û ne jî neyari nehat bîra wan. Ewan hizirkir ku ê nava zevîya gundi ji bo aliyê hev re dibezin. Di wê sedemê de tenî pê wan ji bo aliyê hevre rabûn û her du bezîn ku xwe bavêjin ser stahê hev.

Dema herdu ji bo aliyê hev re bezîn bû teqîna çek û rextan. Wekî ji esimani baran barî we gulle barîn ser laşê her du birayan. Lewre ê rasti Pilingi birayê wi Sînan bû. Xwîna wan kêşa, ser wê pirê bihev re nasdar bû û bezîn ku dilk û hinavên hev, merg û cergê hev, hiş û ramanên hev tevlihev bikin.  Bi sedan re gulle kevtin laşê wan belê carek dî bi îza be jî herdu birayan xwe avêt ser stahê hev. Wekî banîştê qaçkê zeliqîn bû.

Dawiya gulebaranê leşker giheştin nik wan û bixorti ber hembêza hev cudakirin. Birayê leşker an ku Sînan bi darbestê birin. Sîdar jî piştî pir işkenceyê  pişt xwe de kêşan û birin. Çend roj dî paşve bavê wan kurê xwe ê gêrîla bi destê xwe ji hikometê hilda. Kurê wi ê leşker jî dialiyê hikometê re birin malbata wi. Seba rikê, seba zikreşiyê, seba neyariyê û seba xwindariyê her yek ji wan birin goristanekê binax kirin. Dilê wan negirt her du birayan ber tenişta hev binax bikin.

Tê zanîn ku xwîndari gor bûyerê guhere. Mînak hindik xwîndari hene ne ji dilê nirovi be jî, qewim e. Hindik jî hene mirov bi dilê xwe dike. Rasti hindik jî hene mirov xwe navde dibîne.

A van du birayan bawerim a xala duyemîn de hati gotin de ye, an ku wan di vê xwîndariya bûyerê de bi dil kevtînê. Ev du bira kevtibûn nava şerek bêmirêz, şerek kirêt, şerek birik, şerek bixwîndari û neyari.

Belê xwîndari, şer, neyari, kuştin, lêxistin û îşkence dixîmê mafê mirovan de çu nîn e. Eve ne însanî û nejî mafek girîng e. Ev şerê navbende kurd û tirkan de jî neyarê mafê mirovan e. Dawiya vî şeri bira dibe sedemê kujerê bira. Tenê di vî şeri de xêtikê hindikan birûn e, ê hindikan jî bêrûn e. Wekî Sêvdîn goti Xwedê ser vî şeri de avekê herike. Bila jîna kurd û tirkan bibirati û serkevtin jî ji biratiyê de be.

NÎŞE: Ev şîroveye bitevahi nîgaşî ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10