Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kî pif dike bin çengê 'Hizbullahê?'

Kî pif dike bin çengê 'Hizbullahê?'

Bîr û bîrdanka civakê gelekî girîng e.

Hinek ‘birîn’ hene, hezar sal di ser re biçin jî kevin nabin; ji bîra wê civakê naçin.

Civaka me ev kesên bi navê ‘Xwedê’ ji bin heft çiyayên Qafê (qereqolên kozmîk) ên tarî de, reş reş derketin û hemû tiştên bi navê kurdîniyê ‘tekfîr’ kirin û dane ber satoran, qet û qet ji bîr nekirine.

Jixwe ev civak têra xwe birîndar e.

Jixwe bi salan e, di bin nîrê zilm û zordestiyê de dinale; Girtin, kuştin, talan, îşkence û tirs bûye parçeyekî jiyana wê.

Jixwe ji canê xwe bêzar bûye.

De bes e lo, ma Hezkirina Pêxemberî weha ye?

Ma qey kîjan pêxemberî gotiye we, polîsên dewleteke xwînxwar bidin ber sîngê xwe û bînin ser xwendekaran ku ew jî ji xwîna we ne û belkî ne hûn, lê dayik û bavên we bi heman zimanî diaxivin.

Bes e lo, hûn hinde xwe li pişt navê Xwedê û Pêxemberan vedişêrin; Ma qey ew ‘pismamên’ we ne, dibêjî qey ‘tapo’ bi ser we lêkirine û hûn kirine paleyên vê pirsê.

Navê wê li ser e; Roja Hezjêkirina Pêxemberî, qenebe di vê rojê de wê RIK û KÎNÊ negirin… Bo xwedê, di kîjan qanûna HEZKIRINÊ de hildana SATORAN heye?

Kîjan dîn,

Kîjan exlaq,

Kîjan wijdan vê nîşanî WE dide?

Qebûl bikin,

Çu eleqeya we bi Xwedê û Pêxember nîne; Ev weke roja nîvro rohn û zelal e.

Hûn pale ne, paleyên ‘OPERASYON’eke kozmîk a tarî û tarîsan!

Hûn kurmên darê ne.

Hûn nezan û xwelîser in, heke wisa nebûna we nedihişt DEWLETa Zalim hinde we ji bo xwe bike pêsivik û bide ber sînga xwe û PÎSATIYA xwe bi we bide paqijkirin.

Bes e!

Kurdino, bextê we me, nebin gêskê destê neyarên xwe.

Li êkûdu ranebin!

Demokrasî, kultûra tehamulê ye; Bo xelkê koç bo hev bi qiloç nebin!

Tehamulê hev bikin.

Xuya ye, hinek kes li dûv têkvedanê ne; Divê ciwanên me yên xwîngerm xwe berze nekin û nebin hestîvka destê ‘dijmin û neyaran.’

Bila vê carê ‘nezanî’ bi ser nekeve;

Bi salan e, dewlet bi OPERASYONên tarî ‘hesasiyet û diltenikiyên me’ bi kar tîne,

Bi salan e, li ser mecbûriyetên me, OPERASYONên Kozmîk ên Balansê li ser me dabîn dike,

Kurdino,

Xwe nekin gorî hêrs û rika kelekelê

Û xwe neavêjin nav agirê ŞERÊ NAVXWE; eman ha, BIRAKUJIYÊ nekin!

Ron û aşkere ye,

Baskeke dewletê a neteweperest dixwaze agirê aloziyê li ser axa Kurdistanê her hil be; Ji bo wê ev karta ku berê dîsa hatibû ceribandin, dixwazin dîsa dubare bikin.

Ji bîr nekin, DÎROKa zanayan xwe dubare nake!

Mirov du car xwe di heman avê nahilîne…

Me gelek kişand, bes e!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi