Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kî dikare vê komkujiyê pîne bike?

Kî dikare vê komkujiyê pîne bike?

Ev heyamek e, radeyarên hikûmetê bi serxwerî çavên xwe digirin û devê xwe vedikin, hema çi tê ser zimanê wan dibêjin.

Êdî bo çi tiştî hewceyî bi çi pate û pîneyên neqişkirî yên ku li bejna yasa û qanûnên wan bi xwe werin jî nabînin.

Navê vê çavsoriyê bi kurmancî “serxwerî” ye.

Camêrek anîne kirine Wezîrê Navxweyî, ku heke mişkek jî ber çavan bikeve, bi operasyonên hewa û erdî ve diçe; Camêrê bi navê Idrîs Naîm Şahîn –her çi ecêbî be, Recep Tayyîp Erdogan jî bi sê navî ye, ev ê bi sênavî mirov jê ditirse- hema bêje karîkatûr, helbest û roman jî terorîze kirin. Jixwe min ji vê tirşikê têr xwariye; Çar salan ez ji ber helbesteke xwe li vê dadgehê çûme wê…

Ez yek ji mexdûrê terorîzebûna “helbestê” me.

Vê sibê dîsa em bi xebereke diltezîn û dilêş ji xewê rabûn; Li Roboskî û Bêcuha Goyistanê ya bi ser devera Hekarê ve ku li gorî fermîyetê bi ser Şirnexê ve ye, 36 gundiyên ku xwe di sînoran xistibûn û ketibûn pey rizqê xwe û qaçaxiya mazotê dikirin, bûne hedefa balafirên F16.

Dîmen li ber çavan e, ka kî dikare derbarê vê de gotinekê bêje?

Kî dikare navekî li vê reşkujiyê bike?

Kî dikare vê çavsorî, zilm û wehşeda nedîtî vebêje?           

Kî dikare bibêje ka gunehê wan zarokên temenê wan di navbera 12-20 saliyê de çi ye?

Ev terror e.

Ev zilm e.

Ev bêdînî û bêwijdanî ye.

Ev hovîtî û komkujî ye.

Ev êşandina hestiyên Helepçeyê, 33 gule, Geliyê Zîlan, Dersîm û bi sedan reşkujiyên bi ser bav û bapîrên vî xelkî anîne, tenê perdeyek ji vê senaryoya ku ji bo me kurdan hatiye amadekirin e.

Navê vê kiryarê; KURDkujî ye.

Navê vê çavsoriyê; KURDqirî ye.

Ev jenosîdek e, ev pakêta diyarî ya sedsalê ya Idrîs Naîm Şahîn, Recep Tayyip Erdogan û Nermoke Evdila Gul e.

Qey ev e çareseriya wan?

Qey ev e ku Cîgirê Serokwezîr Bulend Aınç digot, “Em ê HEQÊ kurdan bidinê?”

Bi rastî “HEQê vî gelê mezlûm û bêguneh gelek baş didinê!”

Ey xwedê!

Tu vê zilma van zaliman bi serê wan de bîne xwarê!

Tu bo xatrê nave xwe yê Qehhar! Tu qehra xwe li van çavsorên xwînrêj bike!

Tu dubendiyê bixe nava xwe; tu xwebixweyiyê bixe nava wan!

Tu vî agirê ku wan pêxistiye, li cergê wan dade!

-De hûn jî bibêjin “amînnnn!”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi