Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Kevaniya Malê

Kevaniya Malê

Pêşîya vê nivîsîna xwe de min ser mijara malxê malê nivîsî bû. Niha jî bi destûra we re sedem heşt adarê roja jinên cîhanê em dê binêrin jîyana jinek ji kevanîya malê a kurd. Ne heceye em vê şîrovê de ser navan sekinin. Ev bûyera vê şîroveyê de dibore a dawiyê de bi milyonan serê jinek ji jinên kurd de borîye.

Tê zanîn ku bi hevsera malxê malê re dibêjin kev(b)anîya malê. Gotin bi cih be navbenda malxê malê û kavaniya malê de tenî cidahiyêk heye, ew jî kevanîya malê tenê karê malê de dixebite. Bi gotinek dî kavanî nekarkerê malêye, ew koleyê malêye. Lewre karker heqdestê xwe hilde, kevanî tu heqdest nahilde bi nan û zik dixebite.

Vêca werin em binêrin kevaniya malê ku rojek wê çawa dibore. Evê mînakê dê ji parçeyek jîyana jina kurd a dawîyê re bêjîn.

Em rojek ji roja sermaya zivistanê dê hildin destê xwe. Jîyana wê tenê girêdayî rojekê nîn e, tev jîyana wê wekî wê rojê bînin pêş çavên xwe. (Her we em vê nivîsînê dê jinek xwedî zarokê nêzî yêk sali re bibêjîn.)

Wê roja zivistanê di sermayê de qîjên ji herêmê tê. Kevaniya malê sibê hêj ronahi nû kevtibû nava avahi û herêmê ji nav nivînên xwe de, sedema girîya zaroki hişyar bû. Hindik landik hejand zarok tena nebû. Ji bina guhi an ku mecburî memik danî devê zaroki. Rasti jî zarok bêrsî bibû û bigirtina memiki re tena anku êmî bû. Di demek kurt de zarok têr zikê xwe xwar û carek dî raza. Hewce nemabû ku kavanî carek dî razê, lewre ronahi kevtibû herêmê.

Kevanî rabû pêşîyê sobeyê mezela rûniştinê vêxist, paşê bezî mutbexê. Bi amadekirina çay û sertêşta hevserê xwe û zarokên xwe re, ên malbatê hemû hişyar bûn. Xwarin û vexwarina wan danî ber wan. Ewan dest avêt ku xwarinê bixwin kevanî bezî nivênên wan ji nava mezelê rakir û danî kulînê. Heta ewê ev kare kiri ewan têr xwari û vexwari bû. Kevanîyê sertêşta danî rakir û paqijiya malê kir.

Heta wê demê demjimêr giheşti bû neh ê. Zarokê wê ê landikê jî hişyar bibû. Kevanîyê pêşîyê de zarokê xwe paqij kir, kincên wi guherîn û bimemikê xwe re têr kir û zarok danî nik wan û derkevte derê malê. Bi derketina xwe re pêşîyê çendik pezê wan hebû êwê pêşiyê hindik giya ji lo ê rakir û bir danî nava dûnê û pez ji berda dûnê. Piştî pezi du çêlek û du ga ji govê derêxistin û rtêkirin ser kanîya gundi ku avê vexwen. Hêwan çûn bo aliyê kanîyê, ewê ji bi wê fersendeyê de gove paqijkir. Bi wê berdewamiyê de tiji havrê wan alif têkirê û carek dî hêwan birin têkirin govê.

Heta ev şole kiri nêzî nîvro bû. Ji bo xwarin û vexwarina hevser û çar zarokên xwe bidetê çû mutbexî ku ca xwarinekê pijandin bike. Berheviya pijandina xwarinê re zikê zarokê xwe ê landikê de jî têr kir û kincên wi carek dî guherîn. Aliyekê xwarina wan danî ber wan aliyê dî de jî ji bo harîkariya hevserê xwe re bi hêwanan re mijûl dibe.

Kevanî heta demjimêra du a piştî nivro ew bi herîkariya hevserê xwe, xwarin û vexwarina zarokên xwe û şûştina amanan (kabkaşık) re derbazkir. Piştî, demjimara duyê jî dema wê bi eleqeya zarokê landikê, paqijkirina nava avahi, şûştin û veşûştina kincên zarok û ên malê mijîl bû. Dema di ma betal jî bi çêkirina goran, fanêlan, sak û destkan re dema xwe diborand.

Wê rojê êvari ew tenî carek dî derket derê avahi ku ca alifê hêwana bidetê. Rasti hevserê wê êvari giyayê pezi dabûyê. Ewê jî piştî pezi giyayê nava dûnê xwari pez têkir govê. Heta çar rexên lo ê paqijkir û çen dî şolê derê malê seryêk ve înadin herêm tarî bû û bû direngî şevê.

Kevanî navbenda wê mijûliya xwe de, hevserê wê jî bi merê berfa berderi avêtibû dûr avahi û ji ber sermayê zû de çûbû malê.

Wê rojê de heke mirovek derkeve derê avahi dê sermayê de qerime. Kevanîya malê jî tev berdewamiya van şolan de dest û pê ên wê qerimî bûn. Sermayê de dev û lêvên wê qerisî bû û ji axiftinê kevti bû. Anku ji wê sermayê de hindik mabû ku nehişyar bibe. Tenê ev ji desti hat û derê avahi ê jiderve vekir û xwe avêt nava qenterê.

Bi dengê deri û êrija sermayê a nava avahide hevser û zarokên kevanîya malê bezîn qenterê. Ji çavên xwe bawer nekirin û bezîn kevanîya malê. Piştî derê avahi ê jiderve girtin, hindik ji wan dest û pê kevanîyê peraxandin. Hindikan laşê wê perixandin. Bi vê berdewamiya peraxandina wan re kevanîya malê çavên xwe vekirin. Aliyekê tirsên hevserê xwe de, aliye dî de jî ji şermên xwe de zû de rabû ser pêyan. Piştî hindik lêborîn ji hevser û zarokên xwe xwesti bezî zarokê landikê de. Lewre zarokê landikê de di demek dirêj de bû digirî. Bi tev îzaya hevser û zarokên kevanîyê re zarokê landikê êmi/tena nebibû.

Bi şûştin û veşûştina zaroki, kêncên wi ên paqij li zaroki kir, têr zikê wi memik daye û bezî mudbexê. Ji bo şîv xwarin û vexwarinê ji wan re şîv amade kir. Hemûyan xwar û vexwar û xwe dane dîwari. Ewê tev berheviya malê kir û aliyekê bi zaroki re eleqe bû aliye dî de jî dest avêt ku gureya nîvi mayî çêkir anku raçand.
Dema ku dê razên kevaniya malê rabû nivînên zarok û hevserê xwe rayêxistin nava mezelan. Ew rabûn çûn ku birazên kevanîya malê carek dî bi têrkirina zarokê landikê re mijûl bû. Bi têrkirina zarokê landikê re, zarok danî landikê de, bidestbênkê girêda û hejand.

Çavên zaroki kevtin ser hev û zarok raza. Ewê jî xwe dirêji ser nivênên xwe kir ku ca razêt. Çavên wê kevtin ser hev û gurexew bû an nebû bi dengê zarokê landikê carek dî rabû. Divîya hêj hevserê wê bi dengê zarokê landikê hişyar nebû ew zaroki êmi bike. Zû de memikê xwe ji paxla xwe derêxist û tekir devê zarokê landikê. Wekî tev şevên dawî wê şevê jî heta ronahi kevti herêmê, kevanîya malê du sê caran rabû ku zaroki bihejîne û êmi bike.

Aliyekê jinên kurdan di nava van kul û derdan de û tehdariya zilami, a malbatê û a li derdora malbatê de bûn, aliyê dî de jî di bin tehdariya dagirkeran de bûn. Aha jinên kurd ji wan rojan hatin kevtin van rojên xwedî derketina xwe û berxwedana tev jinên cîhanê. Heke bi vê lezê re jinên kurdan, ji bo xwedaniya xwe têkoşînê bidin, ev şîdeta mayî ser jinan jî dê xilasbibe.

Edî jin û mêrên malê an ku hevserên hev rêberiya malê û a jîyanê de, bi mînaka şaredaran, di hevmelxêti(kevaniya)ya malê qirar didin. Bi gotinek dî hevserên hev di rêberiya malbatê de bi hev re wekî hevseriya malxêmalê/kevaniyê dijîn.

Haa... jin azad bûne, ne welleh hêj niha jî azad nebûne. Rojeva me de jî rojê bidehan jin bi tev sedemen de jîyana xwe winda dikin. Belê dawiya têkoşîna wan a birêxistî dê bigehin azadiya xwe û ew roj nêzîkin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10