Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

‘KESK û SOR û ZER’a Baydemir û medya

‘KESK û SOR û ZER’a Baydemir û medya

Havînên vî welatî gelek germ in, ba, wekî hilma agirî bi ser rûyê min mirovî de tê, dikizirîne. Ax, bi hesret û kesera peşkeke baranê ye.,

Vê kelegermê tu dibê qey tîna xwe daye pêla siyasetê jî, loma, di iqlîma siyasetê de, “konsepteke’ nû tê dariştin: Ber bi referandumê ve, girara siyasetê li Tirkiyeyê bi harî dikele.

Meydanên xelkê ji propagandayan dihefinin; li rexekî, Serokwezîrê Tayyip Erdogan werîsê “erê”vanan, li rexê dîtir, CHP-MHP werîsê “na”vanan û li rexê din jî, BDP werîsê ‘ne ji we me ne ji wan im ê “boykotê” hindî şiyana xwe dikêşe.   

Ji aliyê din ve, ankêt bi ser ankêtan tên weşandin; tê gotin ku “na”van û “erê”van SER bi SER in.

Bi ser her tiştî de, van rojan, hin “senaryoyên pişt perdeyan” derketin rûyê erdê... Hinan got, ji bo biryara girtina 102 generalan ev alozî hatin peydakirin, hinan got, “ji bo sabotekirina referandumê.” Helbet, her kes ji aliyê xwe ve, wekî ku dixwaze bibîne û pê bikaribe “hespê xwe bibezîne” tabloyê dixwîne/dibîne, nebîne jî, wisa lê dinêre...

Malûm e, em hemû bûn şahid ku van rojên borî, li İnegola Bursayê û Dörtyola Antaqyayê, agir bi darê miftekê/şiqatê ket û hengameya şerê “Kurd û Tirkan” hat û bû mijara sereke ya vî welatî.

Siyaseta kud, gav bi gav dengê xwe bilindtir dike, gavekê ber bi pêş, duyan ber bi paş, hewl dide ku dengê xwe bi ser bixe.

Daxwaza “xweseriya demokratîk” her ku diçe bi awayekî formûlasyonekê ji xwe re dibîne û bi rengekî şênber û aşkere tête bilêvkirin. Bi awayekî hewl dide, MOHRA xwe lêxe...

Û...

Êvariya 31’ê Tîrmaha 2010’ê, gava ez guhdarî û temaşeyî nûçeyên êvarê yên TV’yên Tirkiyeyê dikim, nûçeyek bi zimanekî tûj û “provakatîf” tê dayîn.

Bi şêwazê ku bibêje “A em jê ditirsiyan hate serê me...”, behsa paneleke li Dersîmê tê kirin. Yek ji axêvgerên vê panelê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir e.

Baydemir, projeya “xweseriya demokratîk” pênase dike û dıbêje, “Em têkilî ala, sînor, parlamento û awayê uniter ê Tirkiyeyê nabin”... Heta vê derê mijar zelal e, di vê projeya ku Baydemir wek “Kurdistana Xweser” binav dike de, “têkilî”nebûn, li pêş e, lê li rex wê, erê, dibêje erê, em têkilî “yên heyî nabin” lê em dixwazin hin tiştan li wan “zêde bikin”

Madem em bira ne, madem, hezar sal in, bi ba û baran, tav û tofanê em “bi hev re” bûne, madem, “jêr û jor, xwîn û ava me” têkil hev bûye, wê demê, ji kerema xwe, “KESK û SOR û ZER”a me jî QEBÛL bikin...

Baydemir, di axaftina xwe de, dibêje, “Bila li rex STÊRK û HEYVA we, KESK û SOR û ZERa me jî hebe.”

Şaredar Osman Baydemir, behsa parlamento, xwe bi xwe rêvebirin û îdarekirinê jî dike...

...

Referandum nêzî dibe, deng bilindtir dibin, siyaset, polîtîka, bi qasî ku di “şertên rewa” de be, xwîn jê neçe, her bila hebe û her tişt “xweş e” ku bête gotin, bête axaftin, bête qisekirin...

Lê bila zemînê “axaftinê” hebe...

Van rojên germ ên havînê, xwedê bike, bayekî honik ê aramî û azadiyê, ku tirs ji çavên mirovên me bi yekcarî koç bike, ku birs, ji sifreyên welatiyên me bi yekcarî xatir bixwaze û ku ev dinyaya gewr û gewrik, ev welatê xweş û xweşik, “Têra me hemûyan” bike, ew rojên hêvîbexş bi nêz de bên...

Xwedê bike, ev derîyê ku li zindanên “zarokên keviravêj” zarokên mexsûrê TMK’ya vebû, heta dawîn bo hemû girtîyan vebe û li vî welatî, li şûna zindan û qereqolan, xwendegeh û nexweşxane, kargeh û ilimxane bêne avakirin.

....

Xwendevanên hêja,

Ez spasiya hemû dostan dikim, ku ez rexne kirim bo nivîsa bi zimanê tirkî. Ez dixwazim tiştekî ji wan re bibêjim, hevalino, dostino, ruhino, çavê mino, êqîn û piştrast bin, çu kes nemîne jî, Omer Dilsoz qet û qet dest ji nivîsandina bi kurdî bernade...

Ji bîr nekin; Her teyr û tilûr digel refa xwe difire!...  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi