Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Kelem / Lehane

Kelem / Lehane

Kelem hêşînahîyek (gîya, nebat) dusalane ye. Sala pêşîn belgên wê hêşîn tên, sala diwem kulîlkan vedike. Pelên wê di hundirê hevde pêçayî, keskeşînê vekirî an jî tarî ne. Belgên wê yên alîyê derva 30 -50 cm dirêj û fireh dibin. Navtenga kelemê bi qasî zendekê stûr 10 -30 cm bilind dibe. Kulîlkên wê yên zerê çarpel û tewandî heta 2 m bilind dibin. Dikakek gurover wek topan di navtenga wê de çêdibe û ji wê dikakê re kelem (lehane) tê gotin.

lehane.jpgKelem dikakek hem jibo xwarinê hem jî wek xurek pir bikêr e. Dikakek payîzkî û zivistankî ye. Di dinê de nêzîkî 130 cûreyên wê hene. Lê yên tên xwarin, derman jê çêdibin û berbiçav ev in. Kelema spî û serik 2-6 kg , kelema Batmanê 10-30 kg,  kelema Brukselê (gûzkelem), kelema sor û kelema reş. Têdahîyên wan kêm zêde nêzîkî hev in. Lê babeta me kelema spî ya serik û ya Batmanê (Kurdistan) ye. Ji kelemê derman, qabsûl, xwarin, tirşî tên çêkirin û xwarina wê derman e. Ji bizrê wê rûnek tê derxistin û di tib ê de tê bikaranîn.

Welat û dîrok: Welatê wê Ewropa ye. Ji wir derbasî welatên din bûye. Di dema me de li hemi deverên dinê çandinîya wê tê kirin.

Sedsalên 4-5 berî zayînê li Yewnanîstanê dihat naskirin, xwarin jê dihatin çêkirin û jibo derman dihat bikaranîn.Theophrost qala sê cûreyên wê dike. Romayîyan sedsala duyemîn berî zayînê pir qîmet dane kelemê, ew hem jibo xwarinê, hemjî jibo tenduristîyê pir xebitandine.Dîoskorîdes û Plînûs kelem hêşînatek payebilind nirxandine. Û wek dema me ya îro hem di tib ê de, hem jî wek xwarin û xida (xurek) xebitandine. Herçend  di sedsala 19 an de giringîya kelemê hatibe jibîrkirin jî, îro dîsan nirxbilindîya wê di tib ê de derketîye holê.

Têdahî: Mîneral: Potasyûm, Kalsîyûm, Magnezyûm, Fosfor, Hesin, Çînko, Îyot, Mangen, Nişaste, Şekir,  Asîtên organîk, cûreyên selûzan. Vîtamîn: Pro vîtamîn A (caroten )  B1, B3 , B6, B12, C, E,  K, Û  û hwd.

Bi kêrhatîyên kelem ê: Taybetîya kelemê ya antî bakterîel û antî flagostîk heye.  1- Pêşîya edavan (kurmîbûnan) digire. 2- Edavên brînan û cerahîyan dimêje, brîn û kulên wan dikewîne. 3- Givirandinê (hezmê) bihêz dike. 4-  Avrêjê (mîzê) zêde dike û diqulipîne. 5- Brîn û kulên aşik (mexde), rûvikên diwanzdetilî û rûvikên zirav dikewîne. 6- Bedenê li henber penceşêrê diparêze. 7- Bêxwînîyê radiborîne. 8- Şekirê xwînê dadixe û sîqak (eyar, denge) dike. 9- Îşrtahê vedike.  10- Êş û peçivînan (werimîn) dikêşe. 11- Jibo piştêş, stuhêş, zikêş, bronşîtê şîfadar e.

Gotinên bisporan di derbarê kelemê de

Lêkolînên ku li Unîversîta Standford li Kalîfornîya ji alîyê Prof. Cheney di salên 1950-52 an de li ser 160 kesên nexweşên aşik, rûvikên diwanzdetilî û rûvikên zirav hatine kirin, derketîye holê ku di navbera 8- 24 rojan de bi xêra bikaranîna ava keleman nexweş ji brîn, kul û edavan filitîne û brînên wan hatine kewandin. 

Prof. Dr. Ahmet Marankî Dibêje: “Kelem di hundirê xwe de pir vîtamîn û madeyên bikêr dihewîne. Dikakek pir kêrhatî û nirxbilind e. Bi xavînî xwarina wê pir bikêr e. Xwînê paqij dike. Soregilokên xwînê çêdike, lewre jibo bêxwînîyê bi şîfa ye.

Kelem bi awayê xwe yê xweristî û belgên xwe, jibo penceşêra aşik, rûvik, kemoterapî û piştî radyoterapî heke wek “ kûr “ (tedawî) bê bikaranîn, wê bibe alîkarê avêtina toksînên ku di bedenê de civîyane”.

Kelem ji ber madeya Glocosînolat a hundirê xwe dibe alîkarê tekûz geryana xwînê.

Kelem jibo nexweşîya zerikê û kîskê sefrayê (zirav) gelek başe. Jibo şekir û bawîbûnê pir bikêr e. Xwînê paqij dike û çerm xweşik dike. Av û madeyên xisardar tavêje der.

Vîtamîna U ku bi tenê di keleman de peyda dibe, rûyên hundirê aşik û rûvikan diparêze, kul û brînên wan dikewîne. Kelem kana (kanîya, gencîne - xizîne)  madeya selenyûmê ye ku ev made mirov ji krîzên dil diparêze. Kelem bedenê bi tendurist nîşan dide û hêza zayendî jî (seksî) zêde dike.

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlû dibêje: “Kelem di sê hefteyan de dawîya kabûs û tirsa jinan ya herî mezin selulîtê tîne. Pêşîya penceşêra kolon digire. Jibo rêlibergirtina zêdebûna şekirê xwînê dibe alîkar. Vîtamîna U bi tenê di kelema spî de peyda dibe. Vîtamîn U ji ber bandora bîyoformasyonê dermanê hemi derda ye. Taybetîya xwe ya jarkirinê heye. Taybetîya daxistin û sîqalkirina şekirê xwînê heye. Li hember enfeksîyonan berxwedana bedenê zindî dike. Antî oksîdanek bihêz e”.

Ji Unîversîta Lancester ya Brîtanya  Prof. Margareth Menson dibêje: “Me di lêkolînan de tesbît kiriye ku molekûla 13 C  ya di kelemê de pêşîya penceşêra pistana (çiçik, memik) digire. Em niha dixebitin ji kelemê jibo penceşêrên din dermanan çêkin”. 

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “Li gor lêkolînên Unîversîta Warwîk tesbît kiriye, dema kelem 10 deqan bê kelandin % 50 heke 30 deqan bê kelandin ji % 80 madeya glucosinolates ya ku li dijî penceşêrê şer dike, dikuje. Ew made dikeve nav ava kelandî.  Lewre divê ava ku kelem têde tê kalandin neyê havêtin, bê vexwarin an jî bi awayek din bê xebitandin”. 

Karanîn: 1- Ava kelemê 2- Pansûmana kelemê 3- Bi kelemê paqijkirina bedenê 4- Seleta kelemê 5-  Tirşî, xwarin,  şorbe û hwd.

1-    500-700 gr kelem û 2 kartolan bi xavî bigivêşîn, rojê du caran qedehek avê jê vexwin. Jibo birîn û kul û edavên rûvik, aşik û rûvikên diwanzdepêçî çêtirîn derman e.

2- Belgên keleman 2-3 deqan bikelînin anjî bikewînin û rehên wê yên nîvekê jê derxin. Bi dorikê hinekî biherişînin û deynin ser cihên diêşe û girêdin. Bila 4 -10 seetan li ser bimîne, paşê biguhêrin. Jibo hemi cûreyên êş, edav û brînên hundir û derve şifadar e (hûn dikarin bi  2-3 deste belgên kelemên xav jî vî karî pêk bînin lê divê 15-17 seetan li ser bimîne).

3- Paqijkirina bedenê bi ava kelemê. 5-7 belgên kelemê bêyî bê parçekirin bikin nav nîv lître avê, bi devgirtî li ser agirê sivik 10 deqan bikelînin. Spêdan (sibehan) û êvaran  qedehek avê jê vexwin. (yên dixazin dikarin hinek ava leymûnên nû givaştî jî bêxin nav) 5 rojan li ser hev vexwin, 3 rojan navberê bidinê dîsa 5 rojan vexwin.  4 hefteyan bikar bînin. Hûn dikarin di salê de 4 caran  bedena xwe bi vî awayî paqij bikin. Lê divê ji 4 caran nebore.

Têbînî: Roja 2-3 an de wê bedena we xwêhdanê bide û rûn bi rûyê we bikeve. Nekevin gomanan, bi wê xwêhdan û rûn toksîna (gemara) bedena we jî derdikeve.

4- Hûn dikarin di nav hemi seletan de keleman jî bixebitînin, anjî bi tenê ya keleman çêkin. Keleman hûrkin, hinek rûnê seletê yan jî zeytê, hinek lîmon û sîrkê pê werkin.

Ji kelemê şorbe, tirşî  û gelek xwarin tên çêkirin .

Agahdarî: Kelem jar (zeîf) dike û piştî xwarina wê bedenê di eynî eyar de dihêle û qelew nake.  Yên ku” Goatr ” a wan heye, divê nexwin û heke zêde bê xwarin peçivînê çêdike. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi