Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Kêfa Dawî

Kêfa Dawî

Esiman carek dî sahi ye.

Ewrên esimani caran baweriyê dide mirovan, caran jî bêbaweriyê dide. Caran mirovi kêfxweş dike caran jî mirovi berde nava şîn û tazîyê an ku behitîn î.

Vê biharê di berdewamiya meha gulanê de jî, ewr wekî polîtîqayên AKP’ê bêbawer in. Di berdewamiya polîtîqayên wan ên rik, şîn û tazîyê de pêngav bi pêngav ji bo aliyê dewleta ola îslamê de xîmê wê di welat de cih dikin.

Ji ber vê yekê polîtîqayên hikometa AKP’ê pêşîyê de ser xîmê demokrasîyek demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurdan dîyardikir. Belê roj bi roj welati di êxe tarîyê û pirsgirêkên welat zêde dike.

Mînakek wekî mînaka Roboskîyê 34 zarok û ciwan bombebaran kirin, di vê navê de jî înkar kirin.

Caran ji sahiya esimani re kêfa mirova di tê, mirov şad dibe. Caran jî wekî me goti bi ewrên esimani re mirov xemgîn û dilsoti dibe.

Lewre xweza caran hewceyî tîrojên tavê ye û caran jî hewceyî ewran e.

 Heke esiman sahi nebe divê ewr be. Ew jî dibe sedemê barîna gijilok, befr û baranê.

Rasti xweza hewceyî wan  e jî.

Di vê sedemê de ev tê vê wateyê. Xweza ne bi sahîbûna esimani re qetîn e, ne jî biewrên esimani re qetîn e. Her we xweza navbenda nal û bizmaran de ye.

Ev jî tê vê wateyê. Tê dîtin ku xweza wekî nanê sêlê ye. Gor xwezayê ne bi ewran re, dibe ne jî bi ewran re nabe.  

Lewre aliyekê dibe sedema hişk û ziwabûna axê, sedema hişkbûna dikaka, a fêqi, a daristan û hwd. Aliyekê de jî dibe sedema zindî bûna axê û şînbûna xwezayê, zindî bûna fêqi, dikakan, daristan û hwd.

Rasti esiman jî wekî roj, meh û demsalên xwezayê cihê xwe de girîng e û bi rûyê xwe ê şîn re mirov jê re hez dike. Hemû deman rûyê esimani gor rojên demsalan xweş e.

Tê zanîn ku sedema serma a zivistanê parêz an ku dikak nahên çandin. Meha tebaxê pezi nabin dûnê. (Zivistana di nava berfê de cihê alifi didin pezi re dibêjin dûn e.) Bihara dexlê hati dirûn nabin nava coxûnê û dexli gêre nakin. Payîza jî dikaka naçînin. Her demsalekê gandanek an ku şolek tê kirin. Ev jî gor herêma diguherin.

Vê demê mijara me ne nîgaşa erd û esimaniye û ne jî a fêqiye, ne a dikak, ax û daristanê ye. Em dê xwe berdin nava meşqaleyek dî.

Di dawiyê de zomên herî herêmên kurdan pir kêfxweş û şahiyene bûn. Zarokan di wan zoman de nava axê, kevirên hûrik, bin tîrojên tavê û hwd. de leyîst in. Henekî dikirin carek dî jê têr nebûn.

Di nava kîvar, tûsi, kereng, gûni û giyayên wekî vane bi kelem re ber tîrêjên tavê hişk bûyî.  Sedema van giyayên wekî kêzman (dema giya didûrin binê wi giya dima nava axê de û ber tavê hişk dibû. Ji wi giyayê wekî keleman zirar da mirovan re digotin kêzm.) jîna wan jehr bû.

Bi hebûna wan kêzman re dema dibezîn qet xema xwîna di pê wan de diherikî nebûn.

Hêcana van ciwanên gor dilê xwe azad, xwe di singi wan de nedigêrt.

Ji wan re, dema şivana ji bo dutina pezi, pez di înane cihê bêr ê. Wek bêrî û bêrîvan di çûn bêrê kêfek herî cida bû.

Gor pezi bêrî û bêrîvan bi meşkan, bi zerikan ve libarê keran di meşîyan aliyê bêrê. Bi taybetî ji nava wan bêrî û bêrîvana yên bihev re hez dikin heban, kêfa wan cida bû.

Ji wan bêrî û bêrîvanên bihev re hez dikin û dilka wan bihev re wek tenûra vêketi, heta çûban bêrê û zivirîban ve têr dilê xwe bihev re diaxaftin. Evan evîndaran di malan de, zomê di konan de dîtin û axaftina wan a bihev re çendî qedexebe jî çûna bêrê ji bo axaftin û dîtina wan ferzende bû. Ev çûna bêrê ji wan re wek hecê pîrozwer û wek nanê genimi jî minbarek bû.

Çenda şivana sexera bêrî û bêrîvana biriba, çenda tim û tim bi aliyê şivana re hatiban qotan jî ew xemê nebûn. Ser dijûn, qotan û heqaretên şivana, ew bi pêngavekê kêyf û henekiyên xwe paşve nediman.

Wekî helbestkarê tirk nemir Nazim Hîkmet gotu jîyan ji wan re wekî darekê serbixwe û azad û wekî daristanekê bibirati dijîn.

Niha. Niha jî we ye?

Niha fêqiyê wan daran diçinin. Fêqiyê wan daran têdikin girtigehan, bi guleyan dikujin, diîşkenceyan de derbaz dikin, destdirêjiya ganê wan dikin. A herî girîng perwerdehiya zimanê dayika wan ji wan re qedexe ye.

Wekî dahbeyan kevtin nava daristanê ne birati, ne serbixweyî, ne jî azadi ji wan re hêlan. Ew jî kevtin nava refên mêtîngehan de.

Di vê sedemê de cihê serbixwebûnê koleti, cihê azadiya wan jî tepeser kirin. Her we. Esimanê me jî herdem biewrên reş re hatiye gêrtin. 

Nîşe:

Berî niha jî min goti bû sedema vê erdheja Wanê serê min ê arêşê de. Ez û nivîsîn hindik jî be ji yêk qipîn. Dema min nîn e ku xwe hîn nivîsîna zimanê xwe bikim û di vê hînbûnê de jî nivîsînên xwe berdewam bikim. Eve jî biharê bajarê Idır’ê hatiye nivîsîn. Bila xwendawanê min ê hêja ji min biborîn in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10