Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kê, çima ÎBO birîndar kir?

Kê, çima ÎBO birîndar kir?

Dinya bi felaketa erdhej, tsunamî bi kurt û kurmancî bi “TOFANA JAPONYAYÊ” mijûl e. Niha jî behsa verijîna NUKLEERÊ tê kirin.

Vê bûyerê bi carekê de rojeva dinyayê, serhildanên li ROJHILATA NAVÎN ji bîra mirovahiyê birin û bi carekê de rojeva ajans, tv û rojnameyan hate guhartin.

Pêr (14ê Adara 2011ê) nûçeyeke lezgîn a germ kete ser ajansan: Hunermend ÎBRAHÎM TATLISES bû hedefa êrîşeke çekdarî û bi fîşeka ji sere xwe xwarî, bi giranî birîndar bû…

Di Stenbola 2011ê de, ku her bihosta wê bi MOBESSEyan pêçaye, li zikê Stenbolê, semta Şîşlîyê, stranbêjeke naskirî, dema ji bernameya xwe “ÎBO SHOW”ê derdiket, dibe armanca êrîşeke çekdarî.

Gelo diviya em vê qesta kuştinê (suîqest) çawa bixwînin?

Kê, çima, ji ber çi qeta kuştina ÎBOyê şûmike yê kurd kir?

Erê, ÎBO kurdekî “sor e”, her çend bi heyîna xwe, nêzî sinifên jor, qata BURJUWAZIYA kej û spî dibû jî, ÎBOyê Ruhayê çu care nebû kurdekî SPÎ, an jî tirkekî SPÎ… Ew, her îsotxwarê Ruhayî, ÎBOYÊ kurdê “sor” bû.

 ÎBO, çi carê nebû “MODEL” di nav karê xwe de, tim, li rex milê îktîdarê, hewl da cihekî “TAYBET” ji xwe re çêke.

Belkî taybetiya ku sîfeta “ÎMPARATORê” sinifa awam, jê re hate dayîn, ji vê xweseriya wî ya “Kurdê Sor” hat. Taybetiya wî ya herî berçav jî XWEŞÎ û ZELALIYA dengê wî bû. Nexwe ÎBO, tenê ji bal îktidaran ve jib o rehetkirina hasten “sinifa mehla jêrî” hate bikaranîn û heta bêjî, ÎKTÎDARAN ji “goşt, şîr û çermê” wî sûd wergirt. Heta bêjî, têra dilê xwe jê dot û bi salan wisa bir.

 ÎBO, îmajeke nû li hunera tirkî çêkir; heta mirov dikare bibêje, stranên kurdî yên pişt dîwaran giş wergerandin, heta mirov dişê bêje talan kirin û anîn, li ser sifreya ÎKTÎDARAN raxistin.

Parî mezin dibû û ÎBOyê kurd ê îsotçî, bi dengê xwe ji bo guhdarên “talde û mehla jêrî” dibû semboleke nû. Kêfa hemû îktîdaran bi ÎBOyekî wisa dihat.

Lê ÎBO xwe li vana negirt,  qewareya (hecm) xwe ya aborî mezin kir; helbet, qewareya aborî çend mezin bibe têkilî jî hin kûr, fireh, tarî û têkel hev dibin. Li rexekî mafya, li rexekî dewleta kûr, li rexekî gladyo… hema bêje her tişt… her tiştê tê bîra we…

Mezinbûna ÎBOyekî wiha çi carê dewleta resen belkî aciz nedikir, lê tişta ku dewletê dê nikaribûya ragirta KURDBÛNA wî bû.

Erê, belkî çi têkeliya wî bi kurdîniyê nemabû, lê ew KURD bû. Belkî bi van hestan e, ÎBO rabû, berê xwe da Herêma Kurdistanê, li vê derê dest bi bazirganiyê kir.

Rûyekî naskirî ku Hewlêrê bike ware cazip ê aboriyê, heta deverekê dê madê DEWLETA TIRK tirş bikira. Jib o wê jî diviya tiştekî wisa bikira ku hem qewareya vê bazirganiyê biketa ber kontrola wan, hem jî ÎMAJa Herêmê pê xirab bûya.

Kî li pişt vê bûyerê be jî, xuya ye, emrê wê ji hêzên gelek tarî hatiye.

Li vir, diyar dibe ku ÎBOyek çend li rex dewletê û li bin paletiya wê de be jî, diviya heta deverekê piyê xwe dirêj bike.

Di vê bûyerê de, çend peyam hene.

Yek ji KURDên SPÎ re: Hûn çend digel dewletê bin jî, sînorekî we heye; hûn çend xizmeta/paletiya me bikin jî, tenê hûn paleyên me, gava îşe we qediya, “kurdê herî baş kurdê mirî ye!” (Nêrîna 75-80 salan a têjikên pan-turanîzmê)      

 Du ji Başûrê Kurdistanê re: Erê, em bi we re bazirganiyê dikin, gelek şîrket û fîrmayên me li welatê we ne, lê hûn dewleta kurd in, jib o me bi talûke ne, diviya nebin cihê rakêşîna kurdên parçeyên dîtir. Qewareyeke me ya aborî bi we re heye, divêt ev zêde pêşve neçe. Em çend bixwazin dê sînorê vê ew çend be!

ÎBO, niha têkoşîna “man û nemanê” dide. Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê; berê şik û gumanan li ser Herêma Kurdistanê ye. Welew wan kiribe jî, aqilê vê pê-kuştinê, destek û fikra wê DERIYÊN TARÎ yên DEWLETA KÛR in.

ÎBO, tenê qurbanek e.

Kurd e. Gundiyek ji dera hanê ye, lê ligel ew çend şûmîyên xwe jî xwedî dengekî zîz û zelal e.

Xwedê şîfayên lezgîn bide!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi