Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Kartol / Petat

Kartol / Petat

Kartol riwakek/ nebatek/ pincarek bejna wê 60-80 cm bilind dibe. Kulîlkên wê spî û belgên wê kesk in. Pirçik, belg û kûlîlkên wê bi jahrî ne. Di binê wan pirçik, kulîlk û belgan de rehên wê dibin axê de dibin guntilk (girêk) û ji wan guntilkan re kartol tê gotin. Herçend gîyayên wê yên ser ax bi jehrî bin jî, lê guntilkên wê anko kartol bê jehr in. Bi tenê dema çîl(reh) didin kartol jî jehrî dibin.

Kartol hem jibo mirovan hem jî jibo heywanan xureyek (qût) pir bikêr e. Derman jî jê tên çêkirin. Kartol ji alîyê qaşilê ve rengsor an jî zer e. Ji alîyê patinê de jî hinek zû dikelin û ji hev belav dibin (arvanî ne) û hinek jî belav nabin. Hinek jî di navbera herdûyan de nin. Yên ji hev belav nabin bi qîmettir in. Ji alîyê goştê nava xwe de jî spî û zer in. Yên zer bi qîmettir in.

Welat û dîrok: Botanîstên dema me hemfikirin ku welatê kartolê Amerîka bakur e.

Ji alîyê dîrokê de tiştê tê zanîn, berî niho bi 7000 salan li Perûyê dest bi çandinîya wê hatiye kirin. Paşê Spanyolê bi navê Petro Cîeza De Leone bi xwe re anîye Spanya û li Spanya dest bi çandinîya wê kirine. Di salên 1540 an de Fransizan jî dest bi çandina kartolan kirine. Sala 1590 î, botanîkê navdar Gaspard Bauhîn yê Swîsrî kartol xistîye lîteratora xwe. Kartol ji alîyê Îngilîz, Spanyol û Firansizan derbasî welatên din bûye. Niho jî li hemi deverên dinê çandinîya wê tê kirin. Lê welatên herî zêde çandinî lêtê kirin Amerîka, Rûsya û Awropa ye. 

Têdahîyên kartolê: Av, nişasta, çînko, sifir (paxir), magnêzyûm, protein, rûn,

tîamîn, karbondîhîdrat, rîboflavîn, nîasîn, lîf, asîda pototenîk, kalsîyûm, hesin, asîda folîk, fosfor, potasyûm, sodyûm, vîtamîn A ,B6, B1 B2 , C, E ,H , K û hwd.

Bikêrhatîyên Kartolê: 1-Jibo nexweşîyên şêkir bikêr e. 2- Brîn, kul, pirzik û êşên aşik/mexde û rûvikên diwanzdepêçî (tilî) dikewîne. 3- Peçivînên (werimîn) mêlakê dadixîne. 4- Ji ketina kurmikên nava rûvikan re dibe alikar û ji hişkbûna rehan re bi fayde ye. 5- Herikîna sefrayê hêsan dike, jibo teqîyan û kerbûnên çerm başe. 6-Êşên memikên bawesîrê, şewitînan (sotinan) û qûnêrên xwînê radike . 7- Xwînê paqij dike. 8- Pêşîya nexwşîya Skorbûtê digire. 8- Şekirê xwînê dadixe û li hember penceşêrê diparêze.

Gotinên bisporan di derbarê  kartolê de: Prof .Dr. Ahmet Marankî dibê: “Kartol madarek (miktar) zêde proteîn, vîtamîn  B, C  û potansiyûmê di hundirê xwe de dihewîne. Ji ber ku di nava wê de madeyên arvanî û  mîneral pir hene, xurekî gelek hêja û bi fêde ye”.

Kartol jibo nexweşên şekir dibe alîkar. Têhnîbûna wan dişkêne (dibe), li hember nexweşîyan xweragirînê zêde dike. Li hember kulan û birînan hatiye cerbandin û ispat bûye ku wan dikewîne.

Givirandinê (hezmê) mehandinê hêsan dike û pêşîya qebizbûnê digire. Kesên navhinav lê diçin(virikî, ishal bibin) bila kartolê bikelînin û biherişînin, bê rûn bi mast re bixwin wê şifayê bibînin û virika wan raweste.

Kesên bê hemdî cismek hişk dadiqurtînin, pelûka kartolan (kartolên herişandî) bixwin wê wî cismî bavêje der. Ji bo ku vîtamîn û madeyên têde winda nebin, heke bê heşandin/kelandin an jî di nava xweliyê de bê patin çêtire.

Kesên arêşeyên nexweşîya reflûnûn, xaz/gaz, birîn û kulan hebin, heke hefteyekê rojê du caran  qedehek çayê ava kartolan ya nûgivaştî vexwin, wê şifayê bibînin.

Dema kartol di avê de tên kalandin, potasyûm û madeyên din yên kêrhatî dikevin nav avê. Lewre divê (hewceye) ew ava kartol têde hatî kelandin neyê avêtin û bê xebitandin. Heke di rûn de neyê sorkirin kîlo pê nayê girtin. Xwarina kartolan hewceye roja bê çêkirin di heman rojê de bê qedandin û jibo roja din nêmîne.

Prof. Dr. Îbrahîm Saracoglû dibê: “Kesên şekirê wan yê xwînê dadikeve bila kartolek kelandî bixwin, li hember Hîpoglismîyê çareserîyek bêqisûr e. Heke di naverojê de pir caran xwîna şekirê we bikeve, spêdê bi xwarina kartolek kelandî dest bi roja xwe bikin”. 

Li gor lêkolînên Leatherheat Food Înternatîonal a Ingilîztanê, Dr Raechel Bruch dibê:”Xursend (zerzewad) ên bi nîşaste , dema zêde bên sorkirin madeya kîmyevî ya xisardar Akrîlamît jê çêdibe. Ew madeya xisardar di xwerista (tebîeta) kartolê de heye. Ji boy ku ew madeya Akrîlamît dernekeve, divê kartol di 120 derecan berjortir de neyê sorkirin”.

Di lêkolînan de derketîye holê piştî kartol bên spîkirin (qeşartin), ku di navbera 20- 60 deqîqan di avê de bimîne ji % 23-38-48  Akrîlamîtê dadixe.

Madeyên herî faydedar di qaşilê kartolê de nin, lewre divê qaşilên kartolan gelek tenik bên qeşartin.

Di şerê cîhanê yê duwemîn de, gelek leşkerên Almanan bi nexweşîyên aşîkê/mexde yên cûrbecûr ketibûn. Piştî sê roj xwarina kartolên bi xavî, nexweşî û birînên wan hatibûn kewandin. Ev bûyer ji alîyê doktorê leşkerî Dr. Med. J. F Magrel ve hatibû tesbîtkirin.

Karanîn: 1- Ava kartolan 2- Pelûka kartolan 3-Tentêra kartolan.

Ava kartolê: Kartolan baş bişon, rende kin an jî di mîkserê de bihêrin û ava wê bigivêşin. Heke makîna givaştinê hebe hêj çêtire. Ji wê avê li gor giranîya nexweşîyê 7-9 rojan berî xwarinê bi nîv seetê qedehek çayê jê vexwin. Lê divê ji wê qirarê zêdetir neyê vexwarin ji ber ku di kartolê de madeyên jehrî hene. An jî  her danî kartolekê bi xavexav bixwin. Hûnê ji nexwşîyên aşikê/mexde bifilitin. 

Pelûka kartolê: Kartolan biperçiqînin an jî rende bikin û deynin ser brîn, peçivîn, êş û sotinîyên kabokan, ser milan, stuh, pişt, û hwd. û girêdin.

Tentûra kartolê: 50 gr kartolên negeheştî yên kesk hûrkin nava şûşek 500 ml, alkola 70 derece berdin ser, devê wê bigrin û deynin cihekî ku ronahîya tavê (roj) nebîne. Bila 4-6 hefteyan wisan bimîne. Lê 2 rojan carekê bişilqînin. Paşê biparzinin û bikin şûşên reng tarî û hilînin. Li gor hewcedarîyê rojê 3 caran 15- 20 dilopan jê vexwin.

Ev tentûr jibo penceşêrên, zik, rehîm, aşik, kîsikên zik û rehîmê baş e û pê tên xweşkirin. Jibo kranpên nêhkan ( kulîmek, kelef, qalçe), pêçîyan, bawîbûnan bi kêrhatîye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi