Silêman Feqiyanî

KANÊ TEV MÛMIN BIRA BÛN

21 Temmuz 2014 Pazartesi 10:32

Heke berjewendîya hindikan tê de hebe “tev mûnin bi hev re birane” dibêjin.
Ez jî ji wan re “kanê tev mûmin bira bûn” dibêjim? Heke tev mümin bi hev re bira be, di dinyayê de, bi taybet di rojhilata navîn de, ev çi zilme û zordariye, qetl û serjêkirin e û ev komkujîya misilmanan di tê çi wateyê? Herê gelo heke tev mûmîn bi hev re birabin ji bo berjewendîya hindik ên bê Xwedê, sedem çi bira dibe qatilê bira? Lewre ê fermana kuştina mirovan bide û ê mirovan bikuje ji Xwedê netirs e û nemirov e. Ji bo berjewendîya xwe ew bê Xwedî çi kuştin e diden kirin?

Mirov dimîne gomanê de. Misilmanên rojhilata navîn de ên wekî kurd, tirk, ereb û hwd. gelan, heke misilmanin û di vê sedemê de biranin bi gotinek dî tuxmê mirovin, ew ji çi sedeme ku vê xwîna biratiyê dirêjin? Sedem çi ê xwedî qowet ji bo berjewendîya xwe, bira rasti bira pêşkariyê dike û wan kiş dike hev?

Gor gotinan tev cîhan dibêje hikometa AKP’ê harîkariya DAIŞ’ê dike. Carek dî bi wan gotinan, vê alîkariya AKP’ê bi şahid û mînakan re aşkera dikin.

Em nizanin bes em şahidê gotinan in. Gor gotinan.

Roja gelên Surîyeyê rasti zilma hikometa Beşar Esad kevti serhildanê, hikometa AKP’ê bi aşkera harîkariya Dewleta îslam ya Iraq û Şamê (DAIŞ’ê) kir û ev ji Xwedê netirse kiş dikir kurdan. Lewre dema navê kurdan di vê serhildana nava Dewleta Surîyê de kevti ortê, hikometa AKP’ê ta girt. Zirava dilê wan bizdîya û harîkariya van ji Xwedê netirsan kirin. Ev rêxistina ji Xwedê netrisa pêşî serê xwe û paşê sere gelên rojhilata navîn kire bela.

Heta roja bajarê Iraqê, a bimeziniyê re duyemîn Mûsil kevti destê DAIŞ’ê. Wê demê hikometa AKP’ê jî haylê bû ku ev rêxistina ji Xwedê netrirsa qowetek mezin e. Evan dema bajarê Musilê hildayi destê xwe nêzî pêncî welatiyê tirki êxsîr kir. Tirki bi baweriya wê harîkariya xwe a Surîyê re çavê xwe li wan niqand. Belê piştî dîti ku ew rêxistin welatiyê wan bernade, alîkariya xwe înkar kir. An ku “me ji hêzên rasti hikometa Surîyê serhildan kiri re, harîkari kir” gotin û harîkariya xwe qebûl kirin.
Tiştik dî bala mirovi dikêşe. Bi zêde nivîskar, rojnamevan, sîyasetvan ji bo vê zilma DAIŞ’ê a di rojhilata navîn de pêşîyê bêdeng man. Ev bûyera DAIŞ’ê a dest danî ser bajarê Mûsilê, bi mînaka erdheja rojhilata navîn re navdikirin.

Belê tu kes temaşeyî dawiyê nake ku dema DAİŞ’ê û El Nusrayê êriji kurdên Surîyê dikir, wan rojan hikometa AKP’ê harîkariya wan rêxistina dikir. Ew jî bi aşkera harîkariya wan dikir û aha wan rojan de xîmê vê rêxistina ji Xwedê netirs avêtin û ev rêxistine geş kirin.

Wan rojan birîndarên DAIŞ û El Nusrayê diînan bajarên tirki û li naxweşxaneyan de derman dikirin. Di wan rojan de hêvênê wan zêde dikirin û toximê wan belavdikirin.

Ew rojên leşkerê tirki perwerdahiya şeri di da wan rêxistina û ew kişdikir kurdan. Wan rojên seba van rêxistina, di aliye hikometa AKP’ê re rêkên harîkariya kurdên Surîyê qedexe dikir û tev harîkarî ji wan rêxistina re rêdikir. Wê rojê gewîya wan stûr kir.

Wan rojên hikometa AKP’ê û KDP’a başur tev harîkariya ji bo kurdên Surîyê di çe, qedexe kiri û tev sînorê navbenda xwe û kurdên Surîyê bi çal û dîwaran re girti û kurdên Surîyê êxisti nava xîzanî û bêrsîtiyê. Wê rojê alifê ber wan rêxistina, ji wan re bû dohnê dûng û goşt.

Wan rojên hikometa AKP’ê bi TIR’an re çek û cebilxane ji DAIŞ û El Nusrayê re rêkiri, di bû sedem û berheviya vê rojê a dibêjin rojhilata navîn de erdhej çêbûye.

Wan rojan û bi wan çekan re, di aliyê rêxistina DAIŞ’ê re bajar, navçe û gundên kurdê Surîyeyê dihate bombe û barankirin. Hikometa AKP’ê guhên xwe girtin û çavên xwe miçîn. Serda jî hikometa AKP’ê êrij dibir ser hêzêrn kurdê Surîyeyê û ew suçdar dikir.

Ew rojên ciwanên kurd û tirki di Tirkiyeyê de diçûn û têkilî refên DAIŞ’ê dibûn, hikometa AKP’ê di aliyê nedîtinê de xwe guhişand. Bi vê bûyerê re bi mînaka “dîtin ez im, nedîn dizim” de cîhan xapand. Her we hikometa AKP’ê ku ca zirarê bide kurdê Surîyeyê û têkoşîna wan betal bike bi harîkariya van rêxistinan re, cinawerek wekî DAIŞ’ê wekî decala berda nava rojhilata navîn.
Ew rêxistinên ji Xwedê netirs di bin sîvanê ola îslamê de mirovan serjêdikin, komkujîya mirovan dikin û wahşetê belavi nava misilmanên rojhilata navîn dikin.

Ev rêxistine jî misilman e, mûmîn e û bi wan re jî dibêjin mûmîn birayê hev in. Divê ewên vê peyva “mümin tev birayên hev in” dibêjin, bi vê gotina xwe re pê serbilind bûn. Lewre ev mîminên bi wan re bira bi mînaka rûbaran xwîna mûminan diherikîn in. Bi hezaran mûminan dikujin. Ew mirovên bi vê gotina xwe a xwe pê serbilin dibinin van mûminên birakuj baş xwedî bikin û bikin jehr û berdin nava rojhilata navîn.

Divê mirov vê mizgînîyê ji hikometa AKP’yê re bêje. Ji wan re, mizgînî bi hewe re ku çiqê DAÎŞ’ê ê nava Tirkiyeyê de dem bi dem ê xîmê xwe qahîm dike û rêxistina xwe mezin dike. Dem maye ku ew jî bi mînaka rûbaran xwîna welatiyê Tirkiyeyê biherîkîne. Çimkî dem bi dem bûyerên wan li bajarên kurdan dest pê dike.

Di wan rojan û van rojan de tev ev bûyere diqewimîn niha jî ev rêxistina DAIŞ’ê êrijê ser Gelê Kobanê dike û li bendêye ku bibe cînarê tirki. Ma nevê ev pirse ji tirki re bê pirskirin.
“Herê hikometa neyarê kurdan tu dê bi cînariya wê rêxistina DAIŞ’ê re, an jî bi cînariya kurdan re pêtir kêfxweş bibi.” Lewre ev pirse dawiyê dê cihek pir girîng bigire.
Ez wan mûminên bi hev re bira, belê mixabin bira bi destê bira bide kuştin lanet dikim. Ew ne mümin in ew ji toximê şeytani ne dibêjim.

Bu yazı toplam 5940 defa okunmuştur