Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê - 5

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê - 5

Bager xwe ji nav destê Pîruzeya jinbava xwe xilasdike û diçe. Pîruze jî ji çûna wi re kerban de hindî serê xwe der û panceran dide. Di wê navbendê de jî kiras û fîstanê xwe li xwe dike. Di vê dînitiya wê de du cihan de serê wê şikest. Dema serê wê şikesti xwîn nav pirça wê de jorda hate ser milan. Fîstan û kirasên berda bi xwînê re şil bûn. Cilên xwe veçirandin. Pirça xwe aloze kir. Laşê xwe bikêrê cend cihekan de birîn kir. Bi wê hisrê, bi wê kerbê û bi wê êşa birînên laşê xwe û birînên serê xwe re diçît nav cihên xwe. Dema diçe nav nivînan lêhêfkê dikêşît serserê xwe û bi nalên, bi kalên dirazê. Ew nekete nav hezkirin, nav evînî, nav xwezî û nav armanca xwe re. Ji hindê re jî şîn bû, sor bû, kesk bû, perçift ma nav cihan de. Heta merxep nexwar û ne vexwar. Bêrsî û tênî nav cihan de, ma çavrê hevserê xwe. 


Roja zewicî heta vê rojê wê demê hevsera wi ne raza bû. Di wê gomanê de Sekna ê re ne axaft û zivirî mezela hevsera xwe. Der vekir çû mezelê, bidengê deri hevsera wi Pîruzê pêtir nalên ji xwe berdan. Ewi der paşve avêt û bezî lêhêfk ji ser serê wê rakir. Belê baweriya wi bi çavên wi nehat. Lêhêfk û doşekê bigire, cilên wê serê wê di xwînê re berze bi bû. Dê bêji doşeka wê gola xwîne ye û ew jî ê nava wê gola xwînê. Cihên xwe de hişk bû, ziwa bû, xwîna wi rawesta. Çavên wi diserê wi de xwe avêtin. Kîşk e wahe bê wijdan, bê Xwedê hevsera wi bi qotan û lêdanê bêxît nav nivînan. Kerb û nerazîbûnê xwe li mêjiyê wi da. Wê demê bizane kîşki wahe înaye seri wê, dê cih de bikuje. Bi wê kerbê re, xwe wekî dêwê kelîn, xwe wekî rostemê zal û xwe wekî pilig û şêran hizir dikir. Nav van gomanan de bîstek wesa ma, paşê hişên wi hatin seri. Pişta hevsera wi li wi bû. Destê xwe de milên wê ku ca zivirîne rexê xwe. Bes hevsera wi ne zivirî û pêtir qîrên û nalên tiji mezelê kirin. Agir kevte cergê wi û bi girî pirsa hevsera xwe kir:
- Siltana min. Ronahiya çavên min. Semyana serê min. Carê bêje te xêr e? Kişk malxirabi eve înaye serê te? Kişk mal wêrani eve înaye serê te? Carê ji min re bêje ez çawa xwelîyê serê xwe werkim? Ez hêvîyê ji te dikim kanê ji min re bêje ev xwîn xware kî ye? Ez biçim peyda bikim û têkim bin pê xwe. Ez mala wi li nava malan belav bikim. Tola hevsera xwe, tola çavreşa xwe, tola semyana serê xwe rakim.

Ji ber birînên xwe re naliyên hevsera wi ewên qesti jî, zivirîne rasti. Rondikên qesti bûne rasti û naliyên wê tiji mezelê ne. Çendî ew axênkan dihêle, çendî naliya hêle û çandî rondikan jordan diweşîne hind jî dil û mêlakên Bangînê Nizari disojîne. Agir berbû cergê wi ji wê rojê paş re jîyan ji wi re heram e. Wê demê û wê deqîqê ew çavrê bersifka hevsera xweye. Ewi zalimê eve înay serê wê bêjîtê û ew jî xwîna wan bi dil soti vexwu.
Bi xurtiya Bangînê Nizari neba jî ewê dê her gotiba mêrê xwe. Belê jina wi dît ku hevserê wê bi binecih kevti bû telka wê û êdî baweriya wi bi xwe îna bû. Gor rondikên wi, gor nerazî bûna wi, êdî dem hati bû Pîruze bêjîtê. Ser pişta xwe bi nalên û girî ve zivirî ser tenişta xwe. Bi berdewamiya girîya xwe re kulçû û bêje an ku peyv lib lib ji devi werîyan:
- Bangînê min. Hey Xwedê mala ta xerap nekiriya. Xwedê ji te razî, te di got min du zarok hene. Te nedigot min du beraz hene. Te digot ev zarokene min danayne ber ulmê Xwedê. Te nedigot eve ji Xwedê netirs in, bê dîn û îman in. Evan mal mîratena di jîyana xwe de jinik ne dîtîne. Belê hirç, se, gur, beraz bi kurtahi tu dahbe jî wekî vane narahêlin mirovan.
Xwîna Bangînê Nizari rawesta. Laşê wi wekî qoçikê dari req û hişk bû. Dê bersifka hevsera xwe bide, belê hindî gewîya wi ziwa bûye, peyv wekî mistê dimînin gewîya wi de. Evê kirêtîyê zarokên wi nakin. Dayika wan û mala mele, bili wan jî ewi bixwe ev zarokene wahe mezin nekirîne. Wahe zalim mezin nekirîne. Qabil nîn e. Tiştik wahe di alîyê zarokan re nahê qewimîn. Heske zarokan jî tiştik wihe an ku zalimiyek wihe nekiri bin seba çi jinbava wan jî dê tenû ê reş nav çavê wan bide. Hemû alîya zêhna xwe lê xerçdike belê çu teybûr peyda nabin û çu rê nakevin vê gotina hevsera wi. Bi wê şaşî û tevlihev bûna aqil, têkilbûna hiş û ramanê xwe re xwînê çavê wi gêrt. Bi lez pirsek ji hevsera xwe kir:
- Xêr e. Ronahiya çavên min? Çi qewimîye?

Dema Bangînê Nizari xwe berday nav wan hiş û ramanên xwe re, hevsera wi navbeyna nalên û kalên û girînê her diaxift. Bi vê pirsa wi re pêtir kulçû, pêtir nalên ji xwe berdan û axaftina xwe bi hêrs û bi qîrî û qiyamet re domkir:
- Hêj tu dibêji xêr e. Dê xêr be. Min gote te bila zarokên te bêne malê, em bihev re êkodu nayîsin. Min got ez di dilê wan de cihê dayike wan de cih bigirim. Bi hezkirina dayikê re li wan xwedan bim. Ne we ye?
Wê demê de Bangînê Nizari tiştek nehate bîrê bêjît, tinê eve got:
- Herê.
Hevsera wi pêtir mêjiyê wi aloze kir:
- Rast bû. Îro hatin ku ca em êkodu nayîsin. Hatin belê îşala Xwedê mergê min bide. Îşala wê deqîqê ez miribam belê eve nehatiba serê min. Min çi zanî dê xweli serê min werbibe. Min çi zanî dê eve bêta serê min. Ez çend bê êqibalim. Ez çandî bêmirwedim. Qatî di jîyana min de ev kul û kuvaniye dê ji min re heba? Qatî Xwedê nifîn li min kirîye ku eve hate serê min?

Bangînê Nizarîyê mêrê Pîruzeyê pêtir hêvî ji wê kirin:
- Siltana min carê xwe vêzar neke bêje çi qewimti ye? Zarokan haşa ji te çi gû xwari ne? Heke tu rastiyê ji min re nebêji ez dê ji kû derdê te derman bikim. Ez dê vê pirsgirêkê çawa çareser bikim. Carê a hati serê te tu jî bi rasti ji min re bêje?
Pîruzê bi qeşmerîyên xwe re domkirin:
- Ez nizanim ew zarokên te, ewên jidehmana pêxemberi keti gû xwarîne an jî xebîs xwarîne. Belê ez. (Bi girîya xwe ra kulçû, neşiya biaxive, levz/bêje/peyv mane gewîyê de. Du, sê deqîqan girî paşê carek dî axaftina xwe domkir.) Bangîn ronahiya çavên min. Bawer bike devê min nagere ku ez vê kirêtiyê ji te re bêjim. Ew jî çu ne. Rûyê min na girît. Ez şermê ji xwe dikim, a serê min de hati bêjim te.

Hisrên Bangînê Nizari hatibûn derê gewîya wi û bi gîri gote hevsera xwe:
- Ez hêvîyê ji te dikim, tu pêtir min nehêla gomanê de. Tu ev çi be ji min re zû bêje? Heske ewan eve înabe serê te ji min re bêje ku ca ez hestîyên wan bişkênim. Serê wan ji nav milên wan bikim û xwîna wan bi tasikan vexwum.

Pîruzeya hevsera wi pêtir kete nava nazdariyan. Pêtir nalên kêşan. Pêtir rondik rêtin. Pêtir cîlwe kirin û hinêriya ji destê jinan tê ewê jî dane şoli. Ku ca hiş û ramanên mêrê xwe tevlihev bike. Çi ya ji desti hati bi cîlweyên xwe re dane şoli. Bi berdewamiya girîya xwe de gotê:
- Bangînê min. Ronahiya çavên min. Semyana sere min. Ez çi ji te û çi ji Xwedê veşêrim. Heke te rasti bivê devê min nagere ku ez vê kirêtîyê bi te re bêjim. Belê ez yê dibinim ku heta ez vê kirêtiyê ji te re nebêjim tu destê xwe ji pistahê min nakêşi. Di vê sedemê de bi kurtahi ez dê ji te re bêjim. Belê ez hêvîyê ji te dikim. Tu neyîne nava hişên xwe. Bawer bike ez çu tenîyê navçavên zarokên te nadim. Tu çu şikan ji min re nebe. Tenê armanca min ji wan re xwedî derkevim û xwe danêm cihê dayika wan. Tenê mexseda min ev e ku tu zarokên xwe hindik be jî islah bikî. A dilê min de dibore tenê ez ji wan re xwedî derkevim. Di vê bingehê de. Zarokên te hatine malê bi kêf û kenî. Rasti jî dema hati dema têşta nîvro bû. Me bihev re têşt xwar. Wê navbeyna ew hati û heta çûyî, min haylê hebû ku çend rabîn û rûniştinên min re ew fikurin min. Min jî dilê xwe de, evan zarokana pir xerîbîya dayika xwe kirîye û wekî dayika xwe fikurine min digot. Ber wê fikurîna xwe ra jî hindek pirsê hevseriya min û te ji min kirin. Belê domahîkê nerazî bûna xwe înan ziman ku tu car û tu zemana ez cihê dayika wan nagirim di gotin. Min jî got evene ciwan in. Ji ciwaniya xwe re aqil serê wan de kêm e û nizanin çi daxivin. Heçî deqîqa ser de diborî even pêtir rabûn min. Navbeynekê rabûn ser pê û qesta qutana min kirin. Min jî berevanîya xwe kir belê evene ne man bo qutanê. Min, haylê bû ku yê qesta namûsa min dikin. Di vê kêşvekêşa me re cilê min hemû tu ê dibîn dirandin. Ez dame ber mist û pêna. Ew du, ez êk. Ji wê çendê taqeta min hindî ya wan nebû û ewan ez wi dîwari û dîwarê dî dam. Ez fikurîmê ku ez neşêmê mi hêvî ji wan kirin. Min gotê. Kuro kurê min evê neyînin serê min. Ez cahiya dayika hewe me. Hûn xatira min jî negirin, çu nebe xatira bavê xwe bigirin. Bavê hewe bizane ku hewe eve înaye serê min dê hûn çawa nav çavên bavê xwe fikurin. Hûn ulmê Xwedê dixwîn in, we nekin. Guneh e, ji Xwedê bitirsin. Bi rasti çi hêvî û tiştên bên gotin hatin bîra min, min ji wan re gotin. Belê hemû jî di gohek wan da û guhên dî derbaz bû. Tu çareserî neket ber dilka wan û ewan jî ez înam vi hali. (Heta wê demê dengek nizim digirî, belê wê demê, ji bo sêhkeriyê dengek bilind girîya xwe domkir.) Ez dê nehe wêva çawa nav çavê heval û cînaran fikurim? Ez ji nehe wêve dê çawa nav çavê te fikurim? Ez çi xwelî ê serê xwe werkim? Carê bêje min Bangîn, ez çi bikim?

Dema Pîruzeya hevsera wi wahe bidilsoti girî û axaftina dirêj kiri, Bangînê Nizari jî kerban de cihê xwe ne sekinî. Di wê demê de heft reng goharîn û hindî hind kerbên wi vebûn tiştik nehat pêş çavên wi. Dinya tarî bû, ser lê perçift, xwîn li laşê wi rawesta. Tu dê bêji piştîyê keviran ê piştê, wesa bêhna wi tê û diçe. Hevsera wi baweriya wi pê îna bû. Bê goman ji xemên wê de dê xwîna zarokê xwe vexwut. Belê ji zarokên wi lêzimtir vê demê hevsera wi hate hizira wi. Hevsera wi naha yê nav gola xwînê ji birînê xwe re êş û janê dibîne. Ji wê çendê divê pêşîyê birînên hevsera xwe derman bike. Weydî jî hindî ku zarokên wi deqîqekê pêtir ser dinyayê jîyana xwe dom bikin. Pêtir jî xwîna dilka wi diwerît nava mêlak û cergê wi. Ewi divîya ji wê deqîqê xeberek ji wi re bê, ku zarokên wi jîyana xwe winda kirîne.

Mele Hacî dema ev hevoke ji devê Misto bihîsti, ew jî nav hizir, hiş û ramanên xwe re aloze bibû. Kanê dê çawa van cûcikê xazî xilas bike. Çi çare lê çû nebû. Divîya ev mirovene xapandiban. Di wan axaftinê wan re Berdan û Bager jî nik wan, hemî bi hev re qenterê sekinî bûn. Wekî tiştek fer hati bîra Mele Hacî, kete nav beyna axaftinan. Milê zarokan gêrt derêxistin ber deri û gotê:
- Berdan, Bager, carê werin derkevin ber deri. (Bi hev re derketin) Nehe bavê hewe qasit rêkirîne û gotîye serê wan, an ku ya hewe firîn in. Êşlîkê hewe jî xwînê hilînin û bînin. Ne tirsin ez dê çareseriyekê bibînim. Ez serê we nadim firandin. Carê hûn vêrê sekinin heta ez zivirim. Paşê ez dê bi we re biaxivim. (Piştî van axafinan Mele Hacî, Berdan û Bager hêla berderi, çû nik xulamên Bangînê Nizari. Milê herduyan gêrt û bi wan re jî axaft.) Herê gelo heske hûn jî bi aqilê wi rê biçin û serê zarokan jêvekin, hûn dizanin hûndê iflahbin an na? Hûn dizanin dê wijdana hewe sekine, an jî naleriz e? Fikurinê, evan zarokane, evan civanane dest û dilê kî dê biçîtê serjêbike? Nê eve qetl e. Misilmanê destê xwe têkil qetla mirovan bike hûn nizanin cihê wi nava cehnemê ye? Mirovê ji Xwedê netirs e. Mirovê zalim. Mirovê zindîq û mirovê wijdana wi çu ne qetlê dike. Qatî hûn jî ji van mirovan in? Fikurine dîrokan di cîhanê de kişk zalimi qesasê xwe ne kêşaye. Kîşk minafiqê mirov kuşti, hemberî rebilalemîn qesasê xwe ne kêşaye. Hûn di zanin cîhanê de ji qetl ê gunehtir tiştek çu nîn e. Werin destê xwe nedin van civanane. Toqa şeytani ne êxin stahê xwe û van zarokane azad bikin.

Herdu êkudu fikurin serê xwe hejandin. Mele zanî dilê van mirovane sifke û ewi dilê wan sot axaftina xwe domdikir.

Werin em hersê jîyana van zarokane xilas bikin. Belê pêşîyê em hersê ser destê êkodu bitelaqa û misheftê û ser şihîd û şêresaran sûnd bixwun. (Herdu wekî mirovê bêjît dê çawa çêbît wesa mele fikurin.) Ez dizanim hûn naha dibêjin dê çawa çêbibe? Hûn heq in. Ez pêşîyê azadiya zarokan bînim ziman paşê jî ji êkodu re sûnd bixwun.

Herê gelo xwîn nîn e xwîn? Belê xwîn. Tiştê navê wê xwîn hemû jî sor e. Rengê xwînê ji sori nabe kesk. We nîn e? Na. Ser xwînê qey nivîsîye eve xwîna filankesê, an jî xwîna filan tişti ye. Hûn jî dizanin, ez jî dizanim. Gelê dinyayê jî dizanin tiştek wehe qabil nîn e. Vêca cahiya zarokan em hêwanekê serjêbikin û êşlîkê zarokan têkin xwîna wi hêwani û hûn wi êşlîkê bixwîn bibin bidin bavê wan û em ne axivîn dê kî bizane. (Herdu êkodu fikurîn şibi pîçekê rûyê wan girnijî we hat pêş çavê mele. Mele domkir.) Bêjin bira ê min, bêjin. Ev gotine dikeve mêjiyê hewe an na? Em ji êkodu re sûnd bixwun. An di vî şolê mafê mirovan de bernakeve em sûnd bixwun an nexwun? (Misto û Reşo herduyan jî ser quran, misheft, telaq, şihîd û şêresaran ji êkodu re sûnd xwarin paşê jî mele axaftina xwe domkir.) Qey me êdî baweri bi êkodu heye. Ji nehe wêve em şirîkê xêr û gunehên êkodu ên vê bûyerêyne. Hûn ji min re werin ez dê rê de çareserîya vê şolê ji hewe re bêjim. (Mela çêlekek bi golî hebû û ewi jî ew çêlek dabû nîvi an ku miştê. An ku çêleka wi mirovek navê wi Selman çêlek wekî miştêdaran xwidan dikir. Dewrêçal û zêdehiya ji çêlekê çêbiba Selman nîvekê ji mele re rêdikir. Havîn û zivistan cêlek di gova Selman de dima.) Gotina min eve ye. Min çêlek heye û min gotin bicih be daye miştê. Em dê biçîn wê çêlekê an jî golikê wê serjêbikin û xwîna wê bînin malê. Dema me xwîn îna dê êşlîkê zaroka têveden û hûn jî êşlîka bibin bidin bavê wan.

Misto axaftina mele birî û axaft:
- Mele ê min, tu rast dibêji, xeberê te ye. Eve me jîyana zarokan dê bide azad kirin. Tu nabêji xwe heske rojekê bavê wan ew dîtin, an jî bili me sêyan êkê gotê. Paşê em dê xwe çawa xilas bikin. (Aliyekê diaxive alîyê dê de temaşeyî Reşo dike. Reşo jî bi axaftina wi re şibi êk bêjîte êkê rast bêjît wesa serê xwe dihejîne.) Tu çawa hind pişt lê rasti ku bavê wan di jîyana xwe de haylê nabe.

Mele Hacî herduya fikurî û bimicit gotê:
- Gelî hevalan. Sunda Xwedê liser min be. Ez sibê nivêjê ewan wesa rêkim rêkek dûr heta mirinê bavê wan nezane.

Hemî bi tifaqîyê bibîn mitabiq û golikê çêlekê serjêkirin gor axaftina xwe nivî goştê goliki û xwîna goliki ji xwe re hilgêrtin û zivirîn. Dema ew geheşti malê û êşlîkê Berdan û êşlîkê Bager ji hevsera mele xwestin. Rûyê hevsera mele wekî qaqeza spî lêhat. Di serida daxwaza Bangînê Nizarîyê bavê zarokan ji wan re jî gotin. Hevsera mele jî du êşlîkê zarokan înadin û ewan ew her du êşlîk xwînê vedan birin çûn. Zarok û mele û hevsera wi tinê mane malê. Bi vê bêbaweriya bavê zarokan, zû xapandina wi re ew ketin nav ramanê kul û xema û kuvanan.

Piştî hemû çûyî ser stahê êkudu, dest û çavên êkudu maçîkiri, bi şîn û tazî re mele û hevsera xwe zivirîn mala xwe, zarok jî hespan suwar bûn û kevtin rêkê.

NÎŞE: Ev şîrove min ji romana xwe a min neşiyayî bidim weşandin û a binavê “EVDÊ MİN BIMEŞE” de hildaye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10