Silêman Feqiyanî

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê (4)

24 Kasım 2013 Pazar 13:09

Bager dê ji kîrê bizane ku dilê wê de xirabi, xiyanet û qirêj heye. Ew hindî jîyaneke hind zelal mezin bibû ne evîni û hezkirin ne jî xirabi û xîyaneti dizanî. Belê Xwedê tirsek giran êxisti bû dilê wi divîya hêj çû qebehet ne hati serê wi û yê bira ê wi xwe xilas bikin. Fikurîyê serê bira ê wi ber wiye û bisefyane rûniştîye. Ma û hizirên xwe kirin, tu hecet ne hatin hizira wi. Saet ji berûka xwe derêxist, fikurîyê, carek dî têkir berûka xwe û gote pîruza jinbava xwe: 

- Ez xolam ji min biborîne belê dema nivêja nîvro hat. Divê em biçîn mizgeftê nivêjê. (Bira ê xwe fikurî û axaftina xwe domkir.) Berdan we nîn e? 

  Hindî Berdan bû ji bo vê pirsa Bager re şaş ma bû, Lewre tu wate nebirin vê çûnê. Hindî Pîruzeye jinbava wi bû, bi vê axaftina wi nerazîbûna xwe îna ziman:

- Xwedê jîyana te dirêjke. Nîvro ye dema têştê ye. Dema têştê mirov tu mala dernakeve. Şerm e. Xwarina xwe bixwun paşê jî kîve diçin we herin.

  Xîyalên Bager xirabin. Pivyê bû zû de ji wan çavên zalim xwe xilas bike. Ber hindê carek dî axaft: 

- Raste dema têştê ye. Belê dema nivêjêye jî. Em dê biçîn nivêjê bikîn û bo têştê zivirîn.

  Dilê xwe de jî dibêjît “xwezi ez çû bam wê demê te dê dîtiba dê zivirim an na zivirim.” Kêş dane xwe ku ca rabe, belê ewê nehêla û axaftina wi hêla gewîyê de:

- Bi serê hewe herduyan heta hûn têştê nexwun hûn ji vi deri dernakevin. Paşê bavê hewe na bêjit zarokên min hatin malê û te bêrsî ji malê derêxistin. Ez dê çi bersifk bidim bavê hewe? Qabil nîn e. Hûn dê min pêpes bikin, paşê biçin.

  Du bira a jî bo nivêja nîvro destûr ji mela xwesti bûn. Ji wê çendê Berdan ji van kêşên bira ê xwe tu jê fahm nedikir. Ewi destê Bager ê birayê xwe gêrt û gotê:

- Bira ê delal te xêr e? Tu hinde xwe û Pîruzeya jinbava me vêzar dikî. Pêle têştê bixwun paşê bo nivêja êvari biçîn mizgeftê. 

  Bager tirsîya ku dê bira ê wi bêjît me bo nîvro destûr xwestiye. Pîruzê jî kêfa wê pêtir hatiye ku Berdan hatîye rexê wê. Piştî axaftina Berdan Pîruze rabû çû mitbexê. Navbeynek kurt da destexankek zadi rayêxiste nava mezela rûniştinê, mirov bo şaş dima. Berdan û Bager heta wê roja jîyana xwe de hind zad bi hev re nedîti bûn. Hemî rûniştin û ji xwarin û vexwurin a xwe xilas bûn. Pîruzê dema destexanka nava mezelê rakiri û dema zivirî mezelê pêlavên Bager ewên qenterê birin veşartin. Paşê jî hat dîwana wan rûnişt. Heta nêzûk nivêja êvari rûnişti û ji xwe re axaftin. Nêzûk nivêja êvari Bager çavê wi biberdewami saeta wi bû. Dît ku dema nivêjî nêzûk e, got:

- Bardenê bira dema nivêjê ye, em ne rabûn?

  Berdan saeta xwe ji berûka xwe derêxist û fikurîyê, carek dî têkir berûka xwe û fikurî Bager.

Bager temaşeyî nav çavê birayê xwe kir û gotê:

- Belê wila divê rabîn. Dem hat.

  Pîruzeya jinbava wan:

- Hêj zû ye. Bavê hewe goti bû dê heta merxep mînin malê. Qatî têşt bidilê hewe nebû? Qatî min peyvek sahr an jî dilmayî gote hewe, ku hûn hinde leza çûnê dikin?

  Bager:

- Ji me zede ye. Têşt hindî bêjin xweş bû û ez xolamê te me û te dilê me jî ne hêla ye. Belê me heta nivêja êvari destûr ji Mele Hacî xasti bû. Ber hindê divê em her biçîn.

  Berdan: 

- Bager rast dibêje. Mele heta nivêja êvari destûr dabû me.

  Pîruzeya jinbava wan hinav soti ye. Cerg soti ye. Dilka wê diqirqiç e. Ew hind meh bû pencerê de ew temaşe dikirin. Ew hindî hatê neşê lixavê serê evîniya xwe zeft bike û neşê qeydê li dilka xwe bide. Ewê ew roja zanî ku navisîyên wêne. Ew roja bêne malê dê xwe bigehînîte êk ji wan. Çu nebe wê rojê êk ji wan danaba ber singê xwe heta carek dî jî Xwedê kerîm bû. Dema bi dil û eqîn di wan fikurî bara pêtir dilê wê keti bû Bager. Ji wê çendê dilê xwe de “hêvîya min ji Xwedê ye, min pêlavê Bager veşartibin” digot. Çend şeytani hemû nav mêjiyê xwe de komkiri bûn. Rêkek ji wan şeytaniya jê kifş kiri bû. Seba hindê jî pêlavên êk ji wan veşarti bû, ku êk biçît jî, ewê dî bo wê bimîne û ew jî wi xapîne.  

  Pîruze fikurîyê teybûra vane çu nîn e, dê her biçin îna gotê: 

- Belê bila ne ev care be. Ez bo carek dî jî li çavrê we me. Eve mala bavê heweye. Werin herin şerm nekin. Rasti jî dê bêjim bavê hewe. Çi şolê hewe mala xelqê heye? Werin mala xwe. Heske hûn dixwînin jî ji mala xwe herin nik mele bixwînin û piştê xwendinê zivirinve mala xwe. Şerm e ku hûn malê derketi. Nihe cînar, gel ê bajari çi dibêjin? Niha hemîyê dikene lomê min. Nihe di bêjin jinbava wan ji wan re baş nîn e. Ber hindê zarok rêkirîne mala xelqê. Bi Xwedê hûn wêderêne şerma min tê. Ez neşêm nav çavê kesê fikurim. 

  Du bira a xatira xwe ji jinbava xwe xwestin derketin qenterê ku ca pêlavên xwe pêkin. Hindî Berdan e, ewi pêlav dîtin û pêkirin. Belê hindî Bagere pêlavên wi erd kun bû pêlav çûn tê de. Pêlavê wi dîyar nakin. Dema Pîruzeya jinbava wan dîti pêlavên Bager berzene pîçek mabû dê sûçikan reqisîba. Belê ewê kêfa xwe kifş nekir. Hêreve lê gerîyan pêlav, wêve lêgeryan pêlav, mixabin pêlav berze bûn. Ewê pêlava êkê ji wan veşarti bû. Êqibalê a Bager veşarti bû. Rasti jî ewê jî hîvî dikirin ku pêlava Bager veşarti be. Ew bê êqibaliya Bager bû. Hemî bi hev re zindene pêlava Pîruzê veşarti. Dê kîrê peyda bikin. Pîruzeya jinbava wan jî ji di wan re pêlavê digere. Tu çareseriya wê nîn e û dê nimêj jî bibore. An dê nimêj bibore, an dê pêlavê peyda bikin. Berdan ma û hizirên xwe kirin û dawiya hiziran gote bira ê xwe: 

- Bira ez eve çûm bigehim nivêjê. Dema te jî pêlava xwe peydakir tu jî xwe gîroneke were. (Zivirî Pîruzeya jinbava xwe.) Ji min biborîne, ez dê bigehim nivêjê, bes Bager jî zû rêke bila gîro nebe.

  Plana Pîrozeyê wekî saetê diçe. Dema Berdan çû ew dê xwe pavê stahê Bager. Ew seba hindê bi lez bû. Berdan fikurî gotê:

- Xwedê xerap bike. Ez nizanim ev pêlave çi lê hat. (Destê xwe nav milê wi dide) Tu ne mîne gumanê. Heske min pêlava wi peyda nekir jî dê şekalekê bidemê û rêkim.

  Bager jî tu dê bêji zanît dê çi bêt seri, wesa bi dil kul û dil soti gote bira ê xwe:

- Naha şekalek plêva jî heba min dê pêkiriba û hatibam. Bes ew jî dîyar nake. Bila bira tu here ez jî aha hatim. Bawerim heta tu diçi ser kanîyê dest nimêja xwe hilgiri ez dê bigehim te.   

  Berdan destê jinbava xwe maçîkir û ji avahi derket çû û ew jî qenterê hêreve wêva pêlav an jî tiştek pêkirinê digerîyan. Ew dem jî dema Pîruzeya jinbava wi bû. Peni Berdan der jipişt ve qifilkir. Kelatîya laşê wê, serhildana dilka wê agir berda cergê wê. Û bi heceta pêlav gerîyanê re xwe digehîne bager û nişkêve laşê xwe digehîne laşê wi. Şibi xeletimanê destê wi digire. Baduka sûretê wi dide. Destê xwe ser stahê wi de diavê ku ca wi hişyar bike û ew jî bigehe miraza dilê xwe. Êdî Bager ji wê pişt rast dibe ku evê jinikê dilê xirabîyê bi wi re heye. Dilê xwe de “divê ez tiştik we bêjim vê ku dûba xwe ji min veke” di borîne.

   Tev xeyalên xwe bihev re komdike û di bêjîtê:

- Dayika min, pêlavên min berze bûn. A qenç ew e, ku ez hema wehe biçim. Vêca destê

Xwe bide min ez maçîkim û ez biçim.

  Jinbava wi fikurîyê micide, dê biçît. Geheştê milê wi gêrt û xurti têkire mezela rûniştinê. Hindî Bager xwe hilavêt. Pîruze ji wi quwetir bû û ew rakêşa bire hindir. Bi vê xortiya wê Bager ma matmayî. Ma behitî û wey dî jî tirsan de wekî çiqê bî a yêk sali lerizî. Hindî hatê ku jinbava wi çima evê diînît serê wi fahm nekir. Rasti hindek şika dibetê ku dilê xirabîyê heye belê ev şike na kevît nava mêjiyê wi. Dilê xwe de hêvîya ji Xwedê di xwazît ku ew şikên mêjiyê wi de rast dernekevin. Nav van şikan û gomana jî xortiyê dike ca nav destê jinbava xwe xilas bibe. Belê ev xîreta wi ji xwe ye û neşêt.

  Piştî jinbavê ciwan bire mezelê kete nava hêvî, tika ku Berdan hindik jî be tena raweste. Hindî nesîheta wi re dike. Hindî bo hişyar bûna hezkirin û evînîyê Berdan perixîne çare tune. Ew di kete girî, qîrên û nalênên xwe re lavayiyan ji wê dike. Ew ciwanê wekî dilopa ber kevîyan kêşan didete xwe ku ji nav desta jinbava xwe, xwe xilas bike. Belê Pîruze ji eşq û evîniya xwe re dîn bûye, har bûye. Wekî dahban Berdan nav destê xwe de perixînît. Fikurîtê ku çareseriya wi çu nîn e, destê xwe avêt bersingê xwe pîlekên bi gotinek dî pişkoşkên kiras û fîstani hemû bizdandin. Memikê xwe ewê wekî sêva sor û serê memikên hêvîya evînyê, hêvîya eşqê dike, nîşa wi dide ku ca wesa xapîne. Belê mixabin ewê jî teybûr nekir. Bi qîrîmanê rabû nav çavê Bager:  

- Kuro Bager hey mal lê xirab, mal lê mîrat. Tu yê dibîni ez bo te dîn û har bû me. Aqil serê min nema. Ew roja min (destê xweve pencere nîşêda) di vê pencerê de tu ber derê mizgeftê dîti heta îro ez wekî giyayê payîzê hişk û ziwa bûm. Ji wê rojê heta îro min hizar hêvî ji Xwedê xwe kirin ku ez hêj ne miri te danêm ber singê xwe. Piştî hingav jî mirin tê bi xêr bê min got. Nehe jî tu yê hemberê min û ez jî rûs û pêxas libenda te me. Ji vê zêde te çi divê hey bê aqil. Qabile tu nehêy nivîna min ku tu ji vê malê derkevi. Vê qurana vê malê de tu heta nehêy nivîna min tu ji vê malê dernakevi. Evê baş bizane.

  Her yê bo Bager diaxive. Belê vê axaftina xwe re rexekê ser û cilên xwe diçirîne, pirça xwe dikêşe û digirît. Rexê dî jî hêvîyan ji wi dike ku ca xapîne. Wê navbeynê de Bager jî ji wê pêtir digirît û ji wê pêtir hêvîya ji wê diket. Di nav wê girînê û hêvîyan de destê xwe dayne ber çavên xwe û çavên xwe gêrtîne û diaxive:  

- Jinbav mal mirat. Te aqilê xwe xwariye. Tu sefyane bû. Qet tiştek wekî tu dibêji qabil e? Ez dê çawa bême nivîna te? Ez dê çawa bikevim nav wê gunehê? Pêşiyê tu jinbava min i. Cahiya dayika min i. Paşê jî ez mele me. Mirovê Xwedê me. Tu qet bawer dikî ku ez dê bikevim nav vê gunehê. Qet tu ji Xwedê na tirsi. Tu zina ê min bidey kirin. Ew jî bi jinbavê re. Paşê ez dê çawa nav çavên bavi, bira, mirovan û pêtir te fikurim. Heta qirên qiyametê ez dê çawa xwe ji vê gunehê tafî bikim. Bawer bike ez mirina xwe dixwazim belê şolek wehe kirêt û guneh naxwazim. (We digirît wekî dilopên baranê rondik ji çavan diwerin.) Vêca min xwe avêtiye nav mala te. Min xwe avêtiye pişt landika bavê te. Tu destûra min bide ez biçim. Min hêvî ji te heye. Min tika ji te heye. Ez hinde gîro bûm. Ji hindê dê nihe Berdan bikevît gomanê û pêşîya min de zivirît. Evê neyîne serê min. Ewa tu dibêji kirêtiyek pir girîng e. Şerm e, guneh e, rezîlî ye. We neke.  

    Bê goman herdu jî hêvîya ji êkodu dikin, Bager çendî dilsoti, bidil kul, xem û xiyal re xwe diînît rêza sa jî Pîruze pêngavekê paşve nahavê. Hindî Bager hêvî dikirin ewê ew pêtir ser singê xwe şipikand û pêtir dikêşa nav cerg û mêlakên xwe. Pêtir jî çavê wi lama wi, gerdena wi, serê wi bi kurtahi kîra wi berketiba maçî dikir. Berda jî ewê hêvî ji Bager dikir.

  Navbeynekê Bager di wê şîn û taziya xwe de îna hizira xwe. Hûr hêra, gir rêsa. Zanî neşêt vi terzi xwe ji destê vê zalimê xilas bike. Ser wê berdewama girîya xwe re bi dil soti û dil kuvanî gotê:

- Raweste. Hêvîya ji te dikim tu raweste. Bêhna xwe fireh bike. Rasti jî heske te dili hebe ez jî hêvîyan dikim. Ew kîşk ciwane tiştik wehe pişt gohê xwe re biavêje. Bawer bike ez li benda te amademe. Belê wehe jî nabe. Ma nevê em cilên xwe bêxîn û biçîn nav nivînan. Ewa nahe em dikin pûç e. Em dema xwe qesti pûç dikîn. Min berde ku ca ez jî xwe şelînim. Tu jî xwe şelîne. Dê rabe xwe gîro neke. Aha dê niha bira ê min bê. Hindî tu wahe min nav destê xwe de bigiri, dê pêtir gîro bûn û wê demê jî dê Berdan bê malê. Wê demê ne ez, ne jî tu dê bigehîn miraza xwe. 

  Ma na bejin mirovê evîndar pir zû tê xapandin. Lewre aqilê wan nava sere wan de nîn e, aqilê wan bihostekê ê hindavî serê wan. A jinbava wi jî ev mîneke bû. Evê axaftna Bager aqilê wê aluze kiri bû. Bager direw ne digot, rast bû. Hindî ew gîro biban zirar dînan xwe. Di bêjin mêjiyê evîndara sist e. Vê axaftina Bager jî ew mêjiyê wê ewê sist hêj pêtir sist kir. Lewre ev peyvên Bager wekî duba hingivi di nava dilk û mêlakên wê de çû bû. Êdî revîn an jî nerazîbûna ciwani, ji bîra wê çû bû. Tenê daxwaziya wi dikir. Bi vê axaftina wi re jî baweriya xwe dabûyê. Bi vê baweriyê re ewê jî hêdî destê xwe sistkirin û Bager jî xwe ji nav destê wê xilaskir. Bager ji qesti destê xwe dane pîlek an ku pişkuşkên êşlîkê xwe ku ca veket. Ew jî we behitî hemberê wi sekinî ew temaşe dikir.  Bager fikurîtê ku ew cilên xwe na êxît tinê wi fikurît ewi jî gotê:

- Tu seba çi sekinî, qatî te dili nîn e? De cilên xwe bêxe û were mezela razanê hêj kesek nehati. Dema êk hat eve ev fersendeye ji destê me derket. 

   Ber axaftina xwe re xwe nêzûk wê dike ku ca mifta derê jiderve jê bidize. Heske dilê mirovi saxbe, xîyaneti zikê mirovi de çu nebe şolên mirovi jî gor hindê diçîn. Bager dilê xwe de sefyane bû. Hindî serê derzîkê xirabi dilê wi de çu nebû. Destê xwe nişkê re da singê wê û mifta deri kete nav destê wi. Piştî mifte peydekiri, pivyê bû ew xwe rûske ku ca dema birevît ew pêşîya wi de nehêt. Berhinde hêdî hêdî xwe nêzûk deri kir. Dît ku jinbava wi xwe rûskir, êdî dema revîn ê ye, ewi xwe li deri da û pêxas qifla derê jiderve vekir derket baxçi. Li wir jî xwe avêt kolanê. Di kolanê de wesa dibezît, milê wi milê mirovan dikevît û haçîyê milê wi lêdikevît bi kerp fikurîtê. Belê ew lêborîna xwe jê dixwaze û hindikan naxwaze. Bêhn ser bêhnê gehîte nik bira ê xwe. DOMDİK

Bu yazı toplam 5278 defa okunmuştur
Xweş bî
 // Çiyayê Bilind
Destên te neêşin mamoste gelek xweş bî wila min ev çîroke nuke bîhîst û zanî :)...
01 Aralık 2013 Pazar 23:27