Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê (2)

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê (2)

Bangînê Nizari dinya ê gerîyaba, ewi malek wehe baş û melak wehe xwenda, fêhlmêr û xwidan xasîyet peyda nedikir. Evi Mele Hemê Şemizdînî, ev qencîye bo wi kiri, divê ew jî ne mînît bin vê qencîya wi de. Her wehe gomana Mele Hemê Şemizdînî de geheşte kolana ber derê baxçê xwe. Di kolanê de hindî hind xwe berdaye nav xem û xîyalên xwe de, nayîsên kolanê de ber wi de derbaz dibin û silavê danê. Ew haylê nabû ku silava wan hilbide. Nav gomana xwe de wehe digot. “Ronahiya çavê min, jîyana dilê min, hevsera min ji min biborîn e. Bawer bike min ji dilê xwe zarok nedan mala mele ê mizgeftê. Min ji bina guhê xwe zarok ji malê derêxistin. Eve salek e, piştî tu çûyî ser dilovaniya xwe,ez an dê zarokan fikurim an jî dê şolên malê fikurim. Ez bawer dikim nehe çavê te limin e. Tu yê dibîni ez çendî tengavim. Ez hîvîyê ji te dikim tu nifrîna li min neke. Tu herdu pê min netêke pêlavekê. Dema zarokan xwendin û mezin bûn êdî ewan hewce kesê namîn in. Dê berevanîya xwe bikin. Tu jî dizani hevsera mele, çu nebe hindî te dê rehmê bide zarokên me. Dê feqîyê me wekî te xwidan bike. Ez hêvîyê ji te dikim tu wesa min nefikur e. Ez hûre wê fikurîna te nînim. Te herdem digot mesilhet. Bawer bike seba vê ramana te, seba vê hişên te ez jî fahma bim. Raste tu şol bê mesilhet naçêbin. Bo fêhlkên mirovan bo xasîyet û têkiliyên mirovan mesilhet bineciheke gelek girîng digire” Digot. Wê navbeynê destekê milê wi gêrt û ew jî ji nav hişane derket. Bi axaftina “Xwedê ji te razî ew te xêr e tu silava mirovi jî nahilgirî” ê re veceniqî. Fikurîyê cînarê wi Mistefa ye. Pîçekê şerm ji xwe kir û gotê: 

- Mistefa ê bira hêvîyê ji te dikim tu ji min biborîn e. Arêşeke mezin ser serê min de heye ji wê çendê min hayil te nebû. 

  Mistefa ê heftê sali, çavên wi kûr de çûyî, kurîşk ê keti rûyê wi û pirça spî bin cemedanîyê de dîyardike kenîmanê axaft:

- Xêr e, êkê dilê te hêlaye? Çi qewimîye?

Bangînê Nizari bi dilsoti gotê:

- Ne, ez xolam dê kî dilê min pêlît? Min ne dizîya kesê kirîya ne jî namûsa kesê fikurîme. Dê kî çi bêjît min?

Mistefa bi dengek nesîhet re gotê: 

- Kuro lawê min. Hûn ciwanên vî zemani kêmasîyên xwe ji kesê re nabêjin.

Bangînê Nizari bi lezmanê “ji min biborîn e, ez hêvîya ji te dikem ku ez dê hindik ji te re biaxivim, belê ez pir lezim” got û xatira xwe ji wi xwast, çû bo mala xwe. Derê avahiyê mala xwe vekir û geheşt mezelê, xwe dirêjkire nava mezelê. Pivyê bû pîçekê razêt. Qemî êşa serê wi biçît. Êkere dema Mistefa re axifti êşa serê wi pêtir zêde bû. Ewi jî çavên xwe gehandin êk zarokên wi hatin pêş çavên wi. Çavên xwe vekirin serê wi diêşa. Carek dî rabû nava mezelê gerîya. Tu çareserîya êşa serî wi çu nebû. Ji nik zarokê xwe nû hatibû belê carek dî kela zarokên wi ew bire ber pencerê. Qemî ji dûr ve zarokan bibîne. Belê mixabin ewi nedîtin. Saeta xwe fikurî hêj zû bû. Nava mezelê hat û çû. Teybûr çû nebû. Dîwarê mezelê, banê mezelê, der û pencerên mezelê wekî dahbe a êrij dibirin wi. Sahma wi gelek giran bû. Navbeynekê ser qenepê xwe dirêjkir û kete nava xewek giran. Ew wesa xew çûye, navbeynekê xidama wi Rihan hatiye fikurîyê we ser dîwanê xew çûyî. Rihan diçît lêhêfkekê diînît ser dadet û zivirît. Rihan dema şîvê jî fikurîtê ku hêş yê razayî. Dil neda hişyar bike û carek dî zivirî.

….

Ewi herdem karê xwe dikir. Hevalên wi, cînarên wi dûba xwe firotibûnê ku ji xwe re jinekê bînît. Bi kurtahî çend nirovên rexê wi wekî benîştê qaçikê mabûn pistahê wi ve ku zewicît. Rasti jî hindî rojên ser mirina hevsera wi de derbaz bû ew pêtir rexê xwe fikurî. Hevsera duyemînê, carê kar û zirera wê çi ye, diîna pêş çavên xwe. Rasti karê wê hene. Çu nebe hemû dema û hemû zemana zilam hewce jinan in. Zilam bê jinik neşên jîyana xwe dom bikin. Hemû dibêjin jin hene zilami bilind dikin, jin hene zilami diêxin. Belê exlebe zilam bi jina ve mirov in. Ger jin nebin zilam pûşkekê nayîn in dibêjin. Ma na bêjin jin jîyan e” tu xeletîya vê hevokê çu nîn e. Ewi di zanî ew hewce ê jinekê, hewce ê hevserekêye belê ev ramane ji mêjiyê wi xilas nabin. Û herdem bo xurtiya heval û cînarên xwe wehe digot.

- Ez di zanim, ez hewce ê hevserekê me. Rast e. Belê fikurine rexên xwe ku ewê hevserên wan jîyana xwe winda kiri û cara duyemînê zewicî. Hûn dê bibîn in ku zarokên wan destê jinbavê çawa rezîl û ruswa bûne. Ma na bêjin jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê. Ev hevoke ji zarokên kevti deste jinbavê re hatiye gotin. Lewre jinbav guhdariya paqijiya wan, guhdari xwarin û vexwarina wan nake. Tev xwarin û vexwarinê ji zarokan veşîrin ku ev hevoke ser wan dibêjin.Nîveka ji vane ji qutan û lêdanê jîyana xwe windakir. Bawerim min deh caran pêtir têkiliyên leglegan û hêlûna wê a nav baxçê Remezanê cînarê min nava ramanê hewe bi rih kirin. Herê, min bi çavên xwe dît ku dema leglega dayika cûcika xwarina wan bi nazdarî da ê. Belê piştî leglega dayika cûcika nehati û gor dilê min ewa jinbav hati, çawa cûcik dihêlûnê de avêtin û hemi kuştin. Eve ji min re bibû mînakek girîng û min ehd kir ku heta zarokên min mezin nebin ez daweta nakim. Hindî ku ew leglege pêş çavên min bin û hindî qutan û lêdana ewan jinbava pêş çavên min bin, ez nazewicim. Vêca dûbe xwe ji min vekin ez tu hevsera nayînim aqilê xwe. Evan hemûyan pêlin aliyekê. Hûn dizanin ez bi hevsera xwe re evînî zewicîm. Heta ez geheşti hevsera xwe, heta min destê wê girti min çend îza kêşaye. Ewê ez û Xwedê dizan in, tu kes ji we nizane. Min nexapîn in. Ez piştî mirina hevsera xwe çu jinan ji xwe re nayînim. Bawer nakim ku ez piştî hevsera xwe hez yêk dî bikim.

….

Bangîn bi vê zewicînê re we ye wekî kuncikek buhaştê ji xwe re peydakiri, tena tese an ku bêgoman lê rûnişti. Ji wê rojê paşve ji kul û kesera dûr dikeve. Bi evînî û hezkirina dilê xwe jîyana xwe domdike. Bi vê evînî, hezkirin û kêfxweşiya xwe re carek dî zivirî tana şolên xwe.

Hevsera wi Pîruze jî jinikek can û ciwan bû. Hat kete xweşî û kêfê de. Ber destê wê xidam dixebitin. Ew wekî siltana destê xwe ji ava germ dernaxit, tênakete ava tezî. Ji ava tezî jî dernaxit tênakete ava germ. Tenê siba zû radibe, hevserê xwe rêwî dike. Dema hevserê wê ji malê derdikeve û diçîte tana şolên xwe, ew jî nava mezela digerît, ser serê xidama fermana dibarînît. Rojên aliyê xidaman re gazinde ên wê çu nebin jî ber pencerê rûnêt temaşeyî kolanê diket. Di bêjin “Nexweşî rihetîya gani” ew jî welêhati bû. Caran jî ku ca pêş çavên hevserê xwe şirîn be, xwe êxist nav nivînan. Rasti jî dema ewê xwe nexweş dikir hevserê wê pir ser wê lerizî û çi xwesti ji wê re peyda dikir. Rasti jî ew çend meh bû hemû rojan Pîruzê ber pencerê, temaşeyî ji derve dikir. Gotin bi cih be jîyana wê a zêde tev ber pencerê diborî. Belê hindî domahîkê re di çû pêtir ber pencerê rûnişt. Belê çend ber pencerê rûnişti ba bi hev re axênk ji nava dilê xwe dikêşan. Dawîyê de jî axênkên wê di çûn guhê xidaman. Evan axênkane jî pir bala xidamê kêşan. Rojê danekê ewê dilê xidamê têla û gazindeyên wê ji xidamê re hebûn. Xidamê jî “mirovê dilê xwe de evîndar be, hezkirina wê bi êkê re hebe zehf axênka dihêlît” digot.

….

Sekna ê tirsan de destên xwe perixandin û bi hêvî re gotê:

- Xatûna min tu ji min bawer bike. Min ji te re ehd kirîye ku ev axaftine mînin navbeyna min û te de. Qet ne tirs e. 

Pîruzê bi xem axaft:  

- Herê, herê… Min hêj zanî Bangînê hevserê min bi aşkerayî dilka xwe ji min re venekirîye. Min hêj zanî rexek dilka xwe parwani tiştik dî kirîye. Bi rasti min hêj zanî cihê min dilka hevserê min de ciheke girîng negêrtiye. Hey bo xatira Xwedê em zewicîne heta îro ewi çawa zarokên xwe ji min veşartîne. Ji hevsera xwe ya pêşîya min, du zarok hebûne, ne gotiye min. Birîne danayne ber xwendinê. Qatî ez vê malê de ciheke girîng na girim ku ew dilka xwe ji min re venake. Heyf mixabin bo te Bangîn. Kêfa te ye. Heske ez vê ji difina te nederêxim, ez jî keça çi bavan nîn im.

Rasti ev hevoka domahîkê “heske ez vê ji difina te nederêxim ez keça çi bavan nîn im” dilê xwe de got ji wê çendê Seknayê tiştek jê fahm nekir. Jêlil serê xwe rakir dît ku hêj Sekna yê hindav serê wê “tu here ser şolê xwe” gotê û Sekna jî ji mezelê derket. Ji wê demê paşve dê kî serhevsarê wê qahîm bike. Xwê dixwe avê ser da venaxwe. Ew hind roj bû qirqiçînek ketibû hinavên wê ku dê çawa xwe bigehînîd wan ciwanan. Êkere êk ji wan agir berdabû cerg û mêlakên wê, kezaba dilê wê sotibû. Hêj keçîniya xwe li gundi gelek hevalan re, bi ciwanên gundi re demên xweş borandi bû. Bangînê Nizari re zewicî bû, bo kesê wekî bo vi ciwani aqil seri de neçû bû. Gor bejinbalê belko çend salekan ji wan mezintir be belê evînî û hezkirin qet guhdarîya wê nake. Ji dûrve dema ciwani di bînît xwîna wê xwe li mêjiyê wê dide. Xasma ciwan bêta mezelê û ew jî wi ba ê wê mezelê kêşît nav hinavên xwe, nav mêjiyê xwe. We demê eseh dê aqil serê wê biçît. Vêca ewê çi kirîye divê terzekê xwe bigehînîd wan ciwanan.  

Çend roj ser da derbaz bûn, ew ber pencerê ranebû. Di zanî dê xwe bigehînîtê belê çawa dê xwe bigehînîtê, ewê nizane. Her we wekî hemî rojan wê rojê sibê saet nehê paşva di çû ber pencerê zarok nadîtin, carek dî zivirî nava mezelê. Carek dî çû ber pencerê û carek dî zivirî, deh caran pêtir hat û çû. Çendî ber pencerê zivirîba nava mezelê neynûka dîwari hilayîsti de çavê, wê tişqilî wê. Hemî caran jî ber neynûkê rawesta û bin kiras û bin fîstanê tenik de xetê laşê xwe fikurî. Xetê laşê xwe çendî narîn, nazdar, bêqûsûr didît, çendî hewceyî eşqûevînîyê û bo wê qirqiçî tîna pêş çavên xwe. Desmala serê xwe ji serê xwe vedikir, pirça xwe bi destê xwe rexekêve dibir. Birîyên xwe rast dikirin, rûyê xwe vemalî, tilîyên xwe dane lêvên ji eşqê re disojin. Çawa ji ciwani dûr re cihê xwe de agir berbûtê, diîna pêş çavên xwe. Destê wê ji lêvan jorda zelîyan ser memkên bin kirs û fîstani de rabû serhildanê. Tu dê bêji dê nehe pîlekên kiras û fîstani bizdîne û xwe pavên berderi. Hindî ku zarokan diînît hizira xwe dilka wê xurtîyê singê wê dike û singê wê jî xurtîyê memika dike û memik jî ser singê wê xwe dihilavên wekî gîskê biharê berden nav giya ê şîn. Ew bi vê evînya wekî bizmarê kevti dilka wê û bi çekoçan re hati qotan. Vê bizmarê dilka wê birîn kiri û bi birînê re dilka wê disoje. Roj bo rojê ewê diqelîne, disoje û dihelyayî dibe.  

 Di bêjin “jin hene dewleta xirap dikin. Jin jî hene dewleta xilas/ava dikin.” Ev gotine rast e.  Di nav dewletan, nav gelan û di herêmekê de bi kurtahi xwezayê de hêvênê mirovan, hêvênê fêhlk û emelan, semyan û serfirazîya mirovan jin e. Belê mixabin ew jî set mixabin hemû garanan de çêlekên rîxo hene. Di nav jina de jî wekî hemû civatan jinên bê exlaq hene. Evê Pîruzê jî dûvê xwe wi ciwani alandi bû, dê xwe gehandiba ê. Domahîka têkiliyên wê û şeytani de, ew amadeyî şeytani bû. Dê hevserê xwe bînîd hîdayetê ku ca ciwana bibînîd û bigehît miraza xwe. 

Wê rojê paşve Pîruzê têkiliyên xwe, di hevserê xwe re sarkirin. Di wê rojê paşve jî herdem bi hevserê xwe re navçav girê, xwe jê dûr dikir. Fikurîyê ev têkili, dê cahiya nêzûk bûnê hevserê wê pêtir ji wê dûr bêxît. Berhindê divîya ew jî bi hîle wi bînît hîdayetê, an ku bînît xetê.

  Rojekê sibê zû di hevserê xwe re ranebû. Ew rêwî nekir. Heta merxep ji nav cihan derneket. Sekna a xidama wê hate mezelê ewê ji ber nesxîya xwe Sekna kire derê tiştek ne xwar û tiştek nevexwar. Merxep hevserê wê hate malê fikurîyê hevsera wi dîyar nake. Şîv hat ber dê şîvê bixwu belê hevser carek dî dîyar nake.  Ewi jî pirsa wê ji Seknayê kir:

- Sekna ew xatûna te kî derê ye, dîyar nake?

   Seknayê gotê:

- Nesax e. 

  Bi vê gotina Sekna ê xwarin di gewîya wi de neçû. Parîyên nani wekî gilumiçka mane gewîyê de. Parîyê devê xwe de bi xurti daqurtandin û paşê axaft:

- Nesaxîya wê çî ye?

  Sekna:

- Ez xidam bi Xwedê ez nizanim, bes şefeqê heta nahe qût neçoye nefsa wê. Bêrsî û têhnî nav nivîna raza ye.

  Bahdînê Nizari bi lez pirs ji Sekna ê kir:

- Kîşk mezelêye?

  Sekna:

- Mezela xwe.

  Ji wê demê paşve xwarin bo Bangînê Nizari ziqum be, qureder be. Qet xwarin dê gewîyê de biçît. Parîyê nani ne dana devê xwe. Rabû ku biçît mezela xwe ya razanê û rabû çû. Ewi der vekir ku biçît jorve, hevsera wi bi dengê deri pêtir nalên û kalên kêşan. Tu dê bêji êkê hejdeh xencer lêdayne, birîndareke giran e. Bi nalêna wê re, Bangînê Nizari pir dilsoti bû. Tiji çavên wi rondik bûn. Ew doşeka bihirîya pezi çêkiri mitroyekê bilind bin wê, lêhêfka biliva ê çêkiri ser wê, balgîvê biqenemçê nexşkiri bin serê wê. Mafîka nava mezelê ewa xweristanî, dîwarên mezelê ewên bi wêneyan xemlandi wekî dahba hatina wi. Belê carek dî bi wê sahmê ve çû ber tenişta wê rûnişt, lêhêfk ser seri rakir. Destê xwe dana ser enîya wê kanê herareta wê heye an na. Piçek serê wê germ bû belê gelek ne. Ew garme serê wê jî nabîte sedema nesaxîya giran. Dema bi dilsoti pirs ji hevsera xwe kiri, dilopên rondikan çavên wi de hatin û werîyan nav simbêlên wi: 

- Pîruze carê serê xwe rake, temaşeyî min bike. Bêje nesaxiya te ji kî dera te ye wê bêje? Carê bêje ez agiri berdem maludewleta xwe, ez bajari serubin bikim ez ji te re çi bikim.

  Pîruze wekî hindek jinikan ji bo hîlan, ji bo çepan meşûr e. Ew wasa nalêna ji xwe dihêle, ew wesa rondikan ji çavên xwe werîne, tu dê bêji nesaxe yê ber mirinê. Hindî ew nalên û kalênan re rondikan di weşîne pêtir Bangînê Nizari hilkulî û girîya wi berdewam dikir. Pîruzê jî bo vê girîya wi dilê xwe de got “eve dema gotinêye” bi girîmanê gote hevserê xwe:

- Eve hinda sal e em zewicîn e. Belê me zarok çu nîn in. Aha nehe min zarok divê. Zarok ji min re nehê ez dê kulecergî bibim.

  Hevserê wê bi şaşbûna xwe re:

- Başe siltana min zarok ji kû hatin nava hizirên te. Nehe ji min re bêje ez dê zarokan ji te re ji kîderê bînim?

  Pîruzê pêtir bi nalên û kalênên xwe re gotê: 

- Ez nizanim, eve hinde sale te bila êk çêkiriba. Te zarok neçêkirin tu dê vê demê de ji min re zaroki bîni.

  Bangînê Nizari:

- Xwedê ne da vêca çi ji destê min tê. Ez nizanim çi têkiliya zaroki û nesaxiya te heye, ewê bêje? Ev hinde roj bû zarok nû hate bîra te?

  Pîruze vê carê bi girî re gotê:   

- Rast e. Tu nizani. Tu rojê derdikevi di çi, belê ez wekî girtîya dimînim navbeyna çar dîwaran de. Navbeyna van çar dîwaran de ez fetisîm. Bêhna min çendî teng di be, tu di zani? Na dê kîderê bizani. (Pîçekê bêdengî kete navbeyna wan. Bîstekê paşê nav cihan de rabû ser qûna xwe rûnişt. Hemberê hevserê xwe de çendî xîyalên dilê wê hene. Çendî raman û hişên wê hene hemû hilandin kuşa mêrê xwe. Ev bêdengîya navbeyna wan de xirapkir û axaftina xwe domkir.) Tu hemberê min xayîn i. Tu zikreş i. Dilê te ji min re paqij nîn e. Ez ji xwe re şerm dikim ku ev salene min bi te re borandiye. Min seri da zanîba tu rasti min zikreşi û bêbariy min dê zû de tu hêlayba û çûbam malbata xwe.

  Axaftina hevsera wi ya domahîkê wekî aşûtî ê, wekî renî ê di ser serê wi de çû xar. Kerbên wi vebûn, hêrsê girt û hinêrî axaft:

- Tu di zani tu çi axivi. Seba çi ez hemberê te xayînim? Seba çi ji tera zikreşim?

  Pêtir rondikên çavê Pîruzeyê wekî baranê barîn. Pêtir kulçû û pêtir nerazîbûna xwe aşkera kir:  

- Rast e. Tu hemberê min xayîni û zikreşi û hêj pêtir xiraptiri. Ez di zanim dilka te pequşkê gêrti ye. Dilka te serbiser balûk a gêrti ye. An jî dilka te xwe ji kul û birînan re xelas nekiri ye. Dilka te hişk bûye. Qirmiçî ye. Mixabin çend xwîna wê paşve kêşaye. Heyîbûna te û riha te, tu jî nizani kanê laşê te de ye an na? Tu hind alozey, reş û şîn i. Belê hind alozey ku zilm û zordariyê li min dikî. Seba vê çendê laşê te dem maye dê ziwa bibe. Belê te hayil xwe nîn e. Laşê te êdî welê hatiye mirovê herêma me te bêxin, pêpeskin, bi nifrînan te ser dev û lêvan zelîn in, dilê kesê namîne. Dê kêfa wan bê. Çimkî te tinê xwe divê. Tu di bêji vê cîhanê de ez tinê heme. Ez bê şirîkim û bê hevalim. Dinya min ava kirîye û ev cîhane jî dê ji mim re bimîne. Mirovên vê dinya ê dê gore min jîyana xwe dombikin. Ew jî ez heskim dê jîyana xwe dombikin, ez hesnekem domnakin. Tu xwe wekî mêrg û çîmena can û ciwan dibîni. Belê tu nizani tu wekî belga payîzê hişk dibe, ji çiqê darê werît erdi î. Ez seba te di mînim nava van hiş û ramana jî. Ez carek dî tiştekê ji te fahm nakim. Ber hindê ez nizanim te seba çi, çiqek jîyana xwe ji min veşartiye. Tu baweriyê ji min nayîni. Ez di mînim şaş. Çawa baweriya jin û mêran êkodu re nahê. Ha heske baweri çu nebe, ew çi hevseriye em bi hev re diben. Ew hevseriya bê baweri, bin pê min be. Tu nehe dikevi gomanê kanê ez seba çi dibêjim. Ez seba vê dibêjim. Roja min û te daweta xwe kiri heta îro te behsê zarokên xwe ji min re ne kirîne. Te ne gotiye, min zarok hene? Xêr e? Te seba çi zarokên xwe ji min veşartiye?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10