Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Jîna mirovi pir erzan e

Jîna mirovi pir erzan e

Roj henin ku mirov dîwana serspîyê Kurd dirûnê. Roj henin mirov bi sê-çar hevala re li çayxanekê dirûnê. Roj henin ku mirov bi hevalan re an jî bi hindik rêwîya re jî rê de diçî.

Çi şikli mirov bikevî têkilahiyê her dê axaftinek sivik navbera xwe de bikin. Dê her pişta çend peyva bişkênin. Dê her di navbera peyva de kêfxweşî yê, şîn û tazî yê, şer û aşti yê, henekî û micidahî yê, neyari û mesilhetê derêxî. Ev şîrovene jî gor fêlikên mirovan e. 

Bi wan axaftine re caran peyv didevê mirovide perçivin, bi xorti ji devê mirovi dirijin. Caran mirov axaftinê xwe di nava aqilê xwe de bêjînk dike û axaftinên zirar têlî ên fayde jî dide xizmeta mirova. Caran jî axaftinê xwe bê goman berdete nava civatê, dawiya axaftina wi de çi bibe bila ew bibe dibêjî. Xwediyê axaftinê xema wê axaftina xwe nîne. Rasti mirov dikarî van mînakên wihe bi zêdehi bînî ziman.

Di aliyek dî jî mirov bi van axaftina re pir tiştê girîng ji xwe re dike aqil, zêhna xwe fireh dike û kêmasîyên xwe çareser dike.

Heke mirov ji bona vê mijarê mêjîyê xwe bide xebatê mirov bi rûperan, dê nivîsî. Ji wê çendê ez zivirim mijara xwe.

Rojek ji rojan ez jî li dîwanxanekê de rûnişti bûm. Di wê dîwanxanê de tîp, kîte û peyv rabibûn reqasê.  

Bi wê reqasîn û govenda wan de serhevsarê peyva bihevre girêdan û peyvên xwe dikêşan nava germahiya hevoka. Ew germahiya ji nava dil û mêlakên wan de derdikevî ji mirovên dîwanxanê de rûnişti re dibî aqil.

Di wê dîwanê de navbera çend saeta de peyvan rahêla hev, dê bêji bahoz e. Aqilê mirovên di nava mezelê de car bi aloze car jî şad re cih guhast.

Caran peyv diketin ber hev hevokên herê girîng çêdikirin. Caran jî di rêzbûna peyva de hevokên xirap çêdibûn. Caran jî peyv bi maqûl dikevtine ber hev hevokên bi henekîre, şahiyenî re û ji alozebûna aqili re pêk tatin.

Ew axaftinên mirovên dîwanê rûnişti de, di van peyvên jêri re di xemilînin.

A tê bîra min, yeke ne dirêj nejî kurt, pirça nîvi reş, nîvi spî belê kurt, çav biriyên wi reş û difinek rast hindavê simbêlên wi ewên hati ser lêvên biçûk, ev peyvên watedar danibûn ber hev.

“Cîhan ew cîhan bû,
Sala bajêrê hesenkêfê ava bû,
Behra (gola) Wanê kanîya wan bû.
Qiran hate mirîşkên Hadî,
Mirîşk bûne giranî,
Mirov bûne erzanî.”

Ên dîwanxanê bi vê gotina wi re çav zil temaşeyî wi kirin. Yekî gor pêş çav xîzan û dirêj, çavên wi ên reş sedema xîzaniya wi di bin biriyan û eniya wi de berze bû. Lêvên wekî xetekê kevti bin difina wekî kilyara narîn û nevbera birîyên wi ên reş û stûr sekinî. Û lêvên hindik goştê çir re li ser didanên wi ewên wekî libên birinci kevti ber yêk û di navbera 35-40 saliyê de dora axaftinê neda kesê.

- Mala te ava. Em hemû dizanîn ku tu nexwendayî. Ev peyvên dîrokî te ji kî bihîstî ne û te ji mere gotin. Mirovê te nezanî û te nenayîsî jî dê bêjî “eve mişrovek alim e.”

Mirovê xwedîyê wê axaftinê, rasti seba peyva “nexwendî yê” bixweve çû, şerm ji xwe kir. Seba şermê bi wi rûyê sor û zer re:

- Bira hewce nîne ku mirov bixwînî. Mirov guhdarîya serspîya jî bike mirov dê dîroka xwe re fahma bibe. Ez di zanim ku te xwendî ye belê ev gotina dîrokî te ne bihîstî ye?

Mirovê dî, we bi goman re bersifka wi da:

- Raste, min ev peyvên ji bona Hesenkêfê hati gotin nebihîsti bûn.

Ewên dîwanê rûnişti bi goman û micit guhdarîya her du ya dikirin.

Xwedîyê axaftinê ê yekemîn axaftina xwe domkir;

- Wê demê ji vî mirovê nexwendeyê re guhdarîyê bike. Baş bînin pêş çavê xwe di dîrokê de şarezayîya (medenîyeta) Hesenkêfê ji sedema pêşçûn û serkeftina aborîyê de gelê wê dewlemend bû ye. Temaşe bikin, di bêjin dema Hesenkêf ava bû Gola Wanê kanîya wê şarezayî yê bû ye.

An ku di wê xwezayê de bi dewlemendîya wan re ew herêm hemû bin destê wan de bû. Di wê şarezayîyê de tû kes hewcedarê kesê ne bû ye. Ji xwarin û vexwarinê bigire tev hewcetiyên mirova bi zêdehî hebû ye. Mirov bi qedr û qîmet bû ye.

Belê îroj çawa ye?

Hesenkêf dê mînî bin avê de. Dê wê şarezayîyê ji dîrokê rakin. Ev ji gelên herêmê re kirêtîyek herî girîng e.

Di alîyê dê de jî qîmeta mirovi hindî ya mirîşkê jî nema ye. Ha mirîşk hat dizîn û kuştin, ha mirov kuştin û hate winda kirin, tû ferq nîne.

Mirov ji mirîşkê erzantir e.

Piştî axaftina xwe xilaskiri wekî nêçîrvanê çûyî nêçîrê û du pezkûvi kuşti, we serbilind zivirî malê, ewi jî we mirovên dîwanxanê di bin çavên xwe de temaşe kirin û bi mizefer girnijî.

Ez jî dibêjim, dibe ku ev axaftina wi mirovi a ser Hesenkêfê dîrokî be. Çi di be bila bibe, belê di vî welati de rasti jî mirov pir erzan in.

Daxwazîya milyonan a bi dil û can re, ji bo aştiyê hezdikin û bi dengekî bilind bang dikin. Belê hindik wê daxwaziyê pêpes dikin û şeri hildidin.

Her roj bi hezara mirov di îşkenceya de, di kulana de, çîya, deşt û newala de, di malê de, heps û zîndana de jîyana xwe winda dikin. Ji hindika re her we ye, wekî pêşû an jî axolkek mirar bû.   

Mirovên bi dest tên hejmar di jîyanekî pir girîng de jîn dikin, mixabin jîyana bi milyonan mirova jî pênç pere nake.

Jîna bi milyonan mirova pir û pir erzan e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10