Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Jin Jiyane

Jin Jiyane

DI RONAHÎYA ROJA JINANDA, JİN JÎYANE.

           

Jinên cîhanê li hemberî çap ê, kedxwarî yê, newekhevî yê û bêedaletê roja 8 adarê ketin îtifaqê. Tîrojên vê îtifaqêra jinên kedkarê tekstîlê ji bo 8 saeta xebitin li New Yorqê sala 1857 ê serhildan kirin. Dawîya wê serhildanê da nêzûk 130 jin ê kedkarê tekstîlê jîyana xwe winda kirin.

 

Di wê salêda DA yê ji zilm û zordarîya ser milê jinan ra; jinan ji bo jîyaneke xweş, ji bo cudayî kirin ê, ji bo jîyaneke insanî dest bi têkoşînê kirin. Berdewamîya vê têkoşînê  8 adar di cîhanêda bibû roja jinanên cîhanê. Her we sala 1857ê heta îro ev roj a 8 adarê ji jinanra çendî kêmasî yê wê hebin jî di roja jinanra tê pîroz kirin.

 

Piştî DA ê û ewrûpa ê bi têkoşîna jinanda jinan pir berdêl dan, paşê jî pêngav pêngav heq bi dest xistin.

 

- Di hejmara cîhanêda sedan 49,7 jin in û di cîhanêda hejmara jinan navbeyna 3

milyona ye.  Gorî vê nifûsê her welatek, di welatê xweda jina ji kategorîya duyemîn tînin çav.

 

- Di navbeyna jinanda nîv milyon jin ji ducanîtî û zayîn ê jîyana xwe winda dikin.

 

- Ji kuştina jinanda sedan 70 an hevserê wan an jî destgêrtî yê wan dibin sedema

windabûn a jîyana wan.

 

- Ji sê jinan êk tê lêxistin û pênç jinan êk jî rasti tecawizê tê.

 

- Gorî rêxistin a temaşekirina mafên mirova (İnsan haklari izleme örgütü) DA ê ji 90

sanîyêda jinek tê tecawiz kirin, bes Iraqê ji sala 2003 yê heta îro 400 jin hatîne tecawiz kirin.

 

- Di cîhanêda bi zêdehî Efrîqa ê 135 milyon jinan zêde hatîne sinet kirin.

 

- Di herêma erebîstanêda nava 280 milyon mirovada ji du jinan yêk ketîye nava

 perwerdahî yê.

 

- Kuştin, lêxistin, bi xortanra zewicîn, wekî mali bê temaşe kirin, bê baweri, dizîya

keda wan, û hwd, hwd, hwd…

 

Dawîya têkoşîn a jinan di Tirkiyeyê da jî ji wan geq ê bi dest xistinda çendik ewên jêri ne.

 

Di dîroka Tirkiyeyê da sala 1843 yê qedexeya perwerdahîya jinan rabû. Ji wê rojê paşve keç ketin perwerdahî yê. Belê mixabin perwerdahîya keçan gor kurikan bi dest tên hejmartin. Çendî di Tirkiyeyêda bêjin “gelî keçîn rabin perwerdehîyê” jî perwerdahîya keçan hindik in.

 

Di sala 1847ê jî keç û kurik di mîratida wekî êk bûn. An ku di mîratida bûne şirîk ê êk. Her we li ser axa Osmanîyê da firotina jinan sala 1869ê hete qedexe kirin. Gorî zagonê keç êdî nahên firotin. Bes naha jî li Tirkiyeyê da keç têne firotin.

 

Berdewamîya wêda jî zewicîna zilam û jinê berê bi rexê melayê mizgeftêra tate kirin. Ew zewicîna mela ê mizgaftê qedexe bû, zewicîna jin û zilami bi rexê karmendê nifûsê hate kirin. Di bin 18 salîya zilami û bin 17 salîya jinan zewicî bûn qedexe bû. Ew jî direw derket. Hêj naha jî keç û kurik danzdeh, sêzdeh sali tên zewicîn.

 

Di Tirkiyeyê da jinan sala 1897ê biheq xebitî ye. Her we anegorî dewletên pêşve çûyî malbatên Tirkiyeyê da pêtir rasti şidetê hatîne. We bînin pêş çavê xwe ku cîhanêda her 3 jinan êk dikevî bin şidetê, bes li Tirkiyeyê şîdeta ser jinan harî zêde ye.

 

Tirkiyeyê da zilam ji sedan 70ê di xebitin. An ku Tirkiyeyê da xebatkarê zilam 17 milyon in, xebatkarê jin a 6 milyon. Di karida jî keda jinan tê xwarin û naha jî domdike.

 

Tirkiyeyê da ji xebatkarîya çandinê, jin roj bi rojê zêde dibin. Sala 1997ê ev zêdehîye ji sedan 17,7ê ye, bes sala 2003 yê ji sedan 20,6an zêde ye. Tê dîtin jin di çandinêda çendî karkereke veşartî ye. Gore vê jî navbeyna zilam û jinanda ji bo karkerî yê ferqey mezin tê ditin.  

 

Di Tirkiyeyê da jin sala 1923 yê ketin sîyasetê û sala 1930ê jî ji bo şarederîyê jinanra heqê bijartin û hilbijartinê derket.

 

Sala 1936 ê bi yêkemîn jin ji bo parlamenterîyê hate bijartin. Piştî hingav jî bi rêzmanê rêka qeymeqamî yê sala 1989 ê, ji bo welîtî yê sala 1991ê û ji bo Serokwezîrtî yê jî sala 1993 ê destpê kirin.

 

Ji bo bijartin û hilbijartina jina 74 sal borî, bes naha jî di sîyaseta Tirki da wekî dilopek rondikê zarokanin di nava derya ya şîn da. 74 Sal in di hilbijartina parlamentera da heta îro 8794 zilam bûne parlamenter bes bi tinê 236 jin bûne parlamenter.

 

Dê werin bêjin navbeyna jin û zilamada tû cudatî tune ye. Gorî vê dawîya, parlamenterê 74 sala da hati bijartinda qedrê jinê çend hatîye gêrtin, li ber çav e.

 

Her we ji jina ra karkerîya bin erd, karkerîya giran hatîye qedexe kirin. Bes naha jî jin şol ê çandinê da karkerîya herî giran dikin.

 

Ji jin û zilamara ji êkê jorva zewicîn hate qedexe kirin, bes naha jî zilamek çar jinanra zewicî. Dawîya têkoşîna jinên Tirki, ji jinên karker û karmend ra piştî zayîn ê destûr derket.

 

Di sala 1985ê ji jinan ra peyman a tesdîq kirina cudatî yê (ayrımcılığın onaylanması sözleşmesi) hat qebûl kirin. Ji jinanra bo xwedîtîya paşnavkê malbatê jî pêngavek girîng di sala 1997 yê hate avêtin.

 

Di cîhanê û Tirkiyeyê da çendî nîveka 8 Adar roja jinan vala kiribin jî carek dî tê pîroz kirin. Çend ji jinanra ev roje di cîhanêda tê pîroz kirin, carek dî jinan di kirêtîyê qapitalîzmêda xilas nake. Qapitalîzm wekî bazirganîyê jinan di bînî û bi çavê mali hizir dike. Qapitalîzm pêle ji kêmasîyê jîyana jinan ra çareserîyê bike, pêtir jinan têxî nava kirêtî yê û riswatî yê.  

 

Li dawîyê heta îro jinan çend komele  avakirin jî di têkoşîna xweda têra nekir, bi dilê xwe jin kom nekirin. Di vê çarçovêda çend komele ê jinan dîyar bikin jî hêj destê xwe ne gehandîne kenar a/melbend a. (taşra)

 

Bawer bikin ne qapitalîzm a DA yê na jî ya Tirkiyeyê ev bipêşveçûn a jinan bi dilê xwe ne dane jinan. Ev têkoşîn û bipêşveçûn a jinan, serkeftin a jinan wekî çirûsk a agiri jî bî bi xîret û têkoşîna jinan ra hatîye standin.

 

Ji standina roja jinan a 8 adarê û heqên staninda, jinên cîhanê ra tevahî zilm ser wan xilas nebû ye. Ne wila hêj naha jî jin rasti qotan ê, lêdan ê, ji cudahî yê, qirne ê, kuştin ê û tecewiz kirin ê, sinnetê  xilas ne bû ne.

 

Ji jinanra di Tirkiyeyê da pêngavê wekî yê jori hati ziman û pêngavên wekî vane hatibin avêtin jî carek dî jinên Tirkiyeyê ji kêmasîyê qedîm xilas ne bû ne. Gor hind pêngavên girîng hêj nahe jî berbajar/waroş ê Tirkiyeyê jin di nava kul û xemada nin.

 

Ewê me înadi ziman gore cîhan û herêma Tirkiyeyê em dê di herêma xweda bînîn pêş çavê xwe. Em dê li rexê xwe zivirîn û jinên herêma xwe temaşe bikîn.

 

Dê bibînîn ku wekî jinên Tirkiyeyê  di herêma me da jî zilma ser jinan berdewam e.

 

- Keçên vê herêmê bi destûra bav û kalên xwe di kevin nava parwardahî yê. Heske bav keçî ne danê ber parwerdahîyê keç na xwînî.

 

- Di malêda kopalê zilami yê ser serê jinê. Jin kole ê zilami tê dîtin.

 

- Jin bi rexê hevser û destgêrtî ve tê kuştin. Destgêrtî û hevserê jinê çawa bivê jin dê bi gotin a wi bî.

 

- Keç û kuriki êkodu dîti bî û nedîti bî bi rexê bevêve tê zewicîn. Rasti zewicîna keçê gor daxwazîya bav û kalan e.

 

- Seba namûsê jin tê kuştin, tê qotan û tê hilawîstin. Dê bêjî namûsa jina parwanê zilaman e.

 

- Jin di bin tesîra olî da tê veşartin, tê tepeser kirin û tê xapandin.

 

- Dawîyê heta îro ji karmand û karkerîya jinanra kedkarîya jinan di herêmêda destê zilami da ye.  

 

- Jin di malêda tinê berdestê hevserê xwe dixebitî û ji wira zaroka tînî. Dawîyêda ji jinara “bila yêk dili, yêk jî li mili bî” di gotin.  

 

- Pîr û kalê malbatê çawa bivê, jin di bin gotin û hişên wanda bin, bi serê xwe tû qirarên wan tûnînin.  

 

Ma tinê evene ne?

 

Bi hizaran zordarî û tehdarî ser milê jin ê vê herêmê hene.

 

Em hindî bivên bêjîn “jin jîyane” direwe.

 

Ma nevê pêşîyê jin azad bibe? Û paşê jî ji jinêra bêjîn jin jîyan e.

 

Ma nevê jin bi serê xwe hiş û ramanê xwe bînî cih? Bi serê xwe qirarên xwe bide ku gore hiş û ramanê xwe xwe îfade bike.  

 

Bi kurtahî jinên hemû gel a wek hevin, îza kêş in. Wekî jin ê Kurd û Tirka, tevî cîhanê di bin jilm û zordarîya zilami û qedexe a qanûn ên dewletanin.

 

Di vê çarçovêda ez 8 Adar roja jinên cîhanê pîroz dikim.

 

Serkeftin ji jinên Kurd û cîhanê ra.

 

08.ADAR.2009

Silêman FEQIYANÎ

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
12 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10