İbrahim Genç

İbrahim Genç

Ji Sêrtê Nameya Zîlanê

Ji Sêrtê Nameya Zîlanê

Li seranserê Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê bi xebatên partiyan ên curbicur didome. Lê di vê hilbijartinê de tiştekî balkêş û li gorî hilbijartinên berê  cuda heye. Qasî ku ez dibînim li qadan kelecana hilbijartinê zêde tune ye. Bi ya min sedema vê  ew e ku çi qas propaganda bê kirin jî gel hay jê her tiştî heye. Lewma îro partiya 13 sal ê desthilatdar AKP di vê hilbijartinê de ne rehet e. Çimkî AKPê qirediya ku gelê kurd û aliyên oldar dabû, baş bi kar neanî û hêvîyên gelan şikand.

Bêguman herî zêde hêvîyên gelê kurd ji aliyê AKPê ve hatin vala derxistin. Halbûkî gelê kurd di serî de bi awayekî xurt piştgiriya AKPê kir. Lê mixabin ku AKPê ne ji aliyê aboriyê ve ne jî ji aliyê meseleyên civakî ve tu pirsgirêk bi tevahî nikaribû çareserî bikira. Jixwe gelê kurd jî ev tiştan dibine û rexne dike. Ji ber ku piştî 13 salan AKP ji gel re dîsa çîrokan vedibêje, bi rastî dixuyê ku gel jî êdî ji van tiştan aciz bûye.

Îro gelê Sêrtê jî gelek hişyar bû ye û çîrokên AKPê guhdarî nake. Gelê Sêrtê dibêje; me ji vê derê serokvezir derxist lê em weke berê hê di cihê xwe de ne, pêşketineke berbiçav tune ye. Herwiha li Sêrtê gelê ereb jî ji AKPê aciz bû ye. Eger HDP baş bixebite, helwesta xwe ji hemû aliyan re karibe vebêje bi baweriya min dê zêdetir dengên xwe bilind bibe.

Digel van tiştan, ez dixwazim bala we bikişînim li ser nuqteyeke din jî. Ez dema ku diçim bajarekî, ez li nava çavên zarokên wî bajarî dinihêrim. Çimki hemû hêvî, kêfxweşî û derd û kul ji çavan xuya dike. Lewma divê her kurd li çavên zarokên xwe binêre û wiha tevbigere.

Çend rojan berê ez li Berwarîyê bûm. Jixwe hûn dizanin ku Berwarî navçeyê Sêrtê ye. Ez jî digel namzetên HDPê yên Sêrtê bûm. Li Berwarîyê berî ku HDP ofîsa xwe ya hilbijartinê veke keçikeke 11 salî derkete pêşberî  gel û dest bi axaftinê kir. Navê wê keçikê Zîlan bû. Zîlanê nameya xwe bi dengekî biling, zelal û bi bandor te digot qey dixwaze hêvîyên di çavên xwe de nîşani gelê kurd bide dixwend.

Ka em binêrin Zîlanê çi gotiye guh bidin banga wê, nameya wê. Çimkî ev deng, di nava xwe de hêvîyên zarokên Kurdistanî dihevîne.

Vaye nameya Zilanê:

“Gelê hêja gelê mey ê bi rûmet hûn hemû bi xêr hatin ser seran ser çavan hatin.

Hûn hemû dizanin hilbijartina 7ê hezîranê ji boy gelê kurd gelekê girîng e, ji boy hebona gelê kurd, tirk û ereb, ne tenê ji boy gelê kurd e. Em dibêjin biratî, AKP qebûl nake. Em dibêjin wekhevî ew qebûl nakin. Em dibêjin însanetî AKP qebûl nake. Emê 7ê hezîranê pişta bendavê bişkînin tê tu qebûl bikî û bê hemdê xwe gelê hêja xebatê xwe ber bi bidomînin şev û roj  nesekînin bixebitin. Roja 7ê hezîranê dengê xwe xwedî derkevin, sandoqên xwe xwedî derkevin.

Gelê hêja, Berwariyên delal ez bang li we hemûyan dikim. Roja 7ê hezîranê hemû kes bila pisiko kitikên xwe girê bidin da ku nekevin tirafoyê ceyranê qot neke, dengê me nedize. Ev çawa pisik dikeve tirafoyê? Ev pisika du ling e. AKP bi xwe ye û dikeve tirafuyê ceyranê qot dike da ku dengê bidize. Ez ecêb nabînim, hûn hemû dizanin dizî paşnavê AKPê ye. Dizî her tim navê te be, paşnavê te be û serdara AKPê be, qudiya, pêlava te be jehr û ziqim be.

Gelê hêja mêvanên delal emê sadê çardeh dengan bistînin. Wê dengê me mîlyonek jî bê dizîn emê dîsa sedê yazdeh û dazdeh bimînin. Mizgînî Didim gelê kurd, ya serkevtin ya serkevtin xatirê we.”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
İbrahim Genç Arşivi