Omer Dilsoz

Ji Qendîlê ber bi…

21 Ekim 2009 Çarşamba 15:49

Grûbek çekdarên PKK’ê ji Qendîlê ber bi rêwîtiyeke dûvedirêj ketin rê. Ev hevok dibe ku di pêşerojê de bibe hevoka destpêkê ya ‘romanekê’ û ev rêwîtî kêlî bi kêlî bête nivîsandin, lê ev hevok û gelek hevokên wekî vê di manşêtên rojnameyan, ekranên tvyan de bi dehcare, heta sedcare derketin pêş û bi dîmenan em bûn şahidê keyfxweşiyeke bêpayan a kurd û kurdistaniyan.

Li her gund, navçe û bajarê tê re derbas bûn, wekî ‘lehengan’ (ku di vê de çu şika min nîn e) hatin pêşwazîkirin û vê helkeftê moraleke gelekî mezin di nav kurd û Kurdistanê de çêkir.

Me kurdan ji wan re got, “Qasidên Aştiyê” û ew bi dilekî germ danîn ser ser û çavên xwe û ew bi dahol û zirne, stran û govendê pêşwazî kirin.

Na na, ez nûçe-analîzê nakim û dikim nakim jî çu peyvan peyda nakim ku hestên xwe pê bidim derê. Belkî jî, ev taybetiya me kurdan e, ku ji ber ku em gelek caran şikestine êdî nikarin keyfxweşiya xwe bi peyvan darêjin, an jî, a rast, ez ji bo xwe bêjim; êdî ez nizanim keyfxweşiyê bikim.

Ji bo wê jî naxwazim gotina xwe dirêj bikim; ez jî, wekî kurdekî ku baweriya wî bi jiyaneke dîtir a di nav aştî û xweşiyê de heyî, dixwazim meşa “Qasidên Aştiyê” bi kêfxweşî pêşwazî bikim û hêviya xwe ji bo biencamdana vê pêvajoyê bi rengekî ku di encamê de kurd jê serfiraz bibin, bidime pêş.

Li cihê ku hêvî tune be, an jî sist be, li wê derê destpêka şikestinê xwe nîşan dide û qonax berepaş dizivire.

Ez zanim, her kes li gorî xwe vê meşê şîrove dike û dixwaze wekî ku bibîne encamekê jê derxe, lê ez yekî ji vana nakim, ez ê tenê li vê meşê temaşe bikim û bi keyfxweşiya kurdên me re keyfxweş bibim û belkî li serê dîlanê govendê bigerînim.

Ez dixwazim bi hestên xwe li vê meşê binêrim û li gorî kelekela wan çu tiştî li ser dilê xwe nehêlim. Ez ê, bi kêfxweşiyê pêşwazî bikim da ku encama wê jî her bi heman kêfxweşiyê bi encam bide.

Ez ji tiştekî bawer dikim; xwedanê kiryarê jixwe xwedanê gotina xwe ye, ji ber hindê jî, ez ê der barê vê kawdanê de çu nirxandinê nekim, ez ê bi dilê xwe berê xwe bidimê û ez ê bi dilê xwe bibînim.

Gava min ev gotara xwe dinivîsand “Qasidên Aştiyê” li ser riya Amedê bûn, helbet min jî dil heye wan pêşwazî bikim û vê keyfxweşiya gelê kurd bi çavên xwe bibînim.

Kurd dê li paytexta xwe şervanên gelê xwe pêşwazî bikin. Ango, cara yekem e ku bi awayekî rasterast dê grûbeke gerîla bi cil û bergên xwe, bi xeml û rapêça xwe ku hêj bêhna axa çiya jê neçûye, hêj por û rûyê wan ji rengê tava çiya ye, dê li paytexta xwe bi stran û govendê hev bibînin; hem gel dê gerîla hem jî dê gerîla gel bibîne, ev hevdîtina çiya û deştê ji bo doza kurdî moraleke bêhempa ye û destpêka qoxaneke nû ye.

Ez niha difikirim, heke hato min romana vê meşê nivîsanda, min ê hestên sê kêlîkan ji wan bipirsiya; yek, ew kêlîka ku gerîla ji çiya vediqete û xatira xwe ji hevalên xwe dixwaze, du; ew kêlîka gerîla tê hevrûyê leşker û wan dibîne, sê; ew kêlîka ku jê re gotiye gotin, ‘tu serbest î’ û ew û girseya bi deh hezaran gihîştin hev…

Heke ez şahidê wê hevdîtinê bûma min ê wiha bigota: Ji Qendîlê hatin, di destan de qendîlên aştiyê, ji Mexmûrê hatin, di çavan de rondikên azadiyê…

Hûn ser çavan hatin!   

Bu yazı toplam 6078 defa okunmuştur
biji aşiti
 // karasuratlışey
azadiya welet......
21 Ekim 2009 Çarşamba 23:48
agit
 // yaşar kürt
Hün ser sera ser çawa hatin agite kurda...
21 Ekim 2009 Çarşamba 20:27