Silêman Feqiyanî

Ji Newrozên qedîm de yek rûper(4)

10 Nisan 2010 Cumartesi 14:18

 “Wê demê herek ji we bila bêjî ez dinava hişên xeletim û dê hişên xwe çareser bikim. Çimkî xeletiyên mirovi caran dibin sedema windabûn an jî mirina mirovi.”

Dawiya vê hevoka Rubar hemûya axaftina Rubar dubare kir û dawiyê de jî “dê pêtir bixwînim û dê hişên xwe nû bikîn” gotin.

Piştî van axaftinên wan û piştî hindik dî henekiya dê belavbiban û çûban malên xwe. Hêj ji cihê xwe ranebû Rubar “hevalno bi yek yeke, du duye ji vêrê herin” gotê.

Ciwan jî dema ser kanîya nava petilên bin pîroda belav bû ji axaftina Rubar derneketin. Yek bi yek e, du bi du ye cihê rûnişti rabûn û bo rexê bajêri ve çûn û pêşçava berze  bûn. En domahîkê Rubar ma bû.

Rubar pêşîyê ew kaxizên hevalên wi nivîsî hemû ji berûka xwe derêxistin. Hemû lib û lib xwendin. Piştî kaxizên berûka xwe hemû xwendi çeqmaq ji berûka xwe derêxist. Kaxiz hemû bi agirê çeqmaqê sotin û xweliya kaxiza bi çiqê darekê ve belavkir. Paşê ew jî ji cihê xwe rabû û rêka pêyade, a diçî bo qetemasîyê re çû. Dema keti rê ku biçît bajêri kêfxweş bû. Pê; ên wi xwe li erdi nedigêrtin, dê bêjî ser ewran dibez e. Dest pêkir bifîtîk re stran got.

Vî rubari lê lêlê horm e horm e way way / Ji xwe re tînî lê lêlê dar û qorm e way way /

Memikên Meymo lê lêlê sêva xorm e way way.

Vî rubari lê lêlê hij e hij e way way, / Ji xwe re tînî lê lêlê dar û qirş e way way, /

Memikên Meymo lê lêlê sêva tirş e way way.

Vî rubari lê lêlê gorm e gorm e way way,/Ji xwe re tînî lê lêlê dar û qorm e way way, /

Memikên Meymo lê lêlê sêva xorm e way way.

Rubar bi vê fîtîkê re xwe tejand û baza keviri a du aliyên çemi dê derbazbiba aliyê dî ê çemê qetemasîyê. Pêngava xwe avêt kevirê rasti xwe pê wi tehisî (zelî) û pê wi çû ava qetemasîyê de. Fîtîk û strana bi fîtîkê re digot ma gewîya wi de û zû xwe avêt rexê çemê qetemasîyê. Hind kêfa wi xweş bû nekete gomanê ku pê wi şil bû ye. Solik ji pê xwe nekir, her we pê şil re çû bo nava sûk a.

Ew roj rojek germ, şirîn û şekir bû, di dilê Rubar de. Wê rojê Rubar ji planên xwe yek hindik dabû xebatê û di gomanê de bû, carê ev plana wi dê çawa berdewam be.

 Dema ser kanîya nav petilê binê pîroda rêketi bo nava sûka, me got pir kêfxweş bû. Dema giheşti kolana hespê Atatûrk lê, nêzûk merxep bû. Piştî çend hatinuçûna û hindik hevalên xwe re axaftinên rojê kiri, zivîrî çû mala.

Li mezela rûniştinê xwe dirêjkiri bû ser pişta xwe û “dê çawa baweriya xwe bidim van ciwana” di ramanên xwe de diborand.

“Rubar kurê min, were şîv ê” gotin û dengê dayika xwe ve cihê xwe de veceniqî. Hind ne sekinî ku dayika wi hevoka xwe dubare bike. Rabû çû midbexê. Piştî xwarina xwe xwar i, xwe li çayê negêrt, rabû çû mezela xwe a razan ê.

Dema sibê zû nav nivînên xwe de çavên xwe vekiri tîrojên tavê nava mezela wi da bû. Wê sibê dilê Rubar wekî rubarê zê diherikî. Xwîna laşê wi wekî hespê kehêl bû, her we çarpê êrij dibir mêjîyê wi. Dilka wi wekî dilka ciwanê evîndar destgêrtiya xwe bibîne, we xwe ji cih tavê. Rû yê wi wekî pela dara kewzanê sor bû ye, pora wi qijqijîye, mirov dema dibîne jê tirs e. Rubar çavên xwe bi avê re şil kir û neynûkê de temaşeyî xwe kir, rasti ji xwe tirs î. Dilê xwe de “divê ez zû ji malê derkevim hêj dê û bavê min ez nedîti. Heke dê sed pirsa ji min bikin” got û hêdî bezî derê malê, ê jiderve. Solik pêkirin, der vekir û xwe avête kolanê.

Wê rojê Rubar heta merxep nehate mala xwe. Nehat têşt jî nexwar. Heta merxep nava Colemêrgê gerî tu ji wan hevalên xwe ewên duhi bi wan ra civîn kiri jî nedît.

Ji wê rojê heta roja newrozê bi çi wateyî be hevalên wi herekê, yek-du an jî sê gêrdîle kêşabû cihê xalên ji xwe re kifşkiri.

Şev a newrozê bû.

Ji wan hevalên xwe ên bihevra civîn kiri re tu jê nizan e. Kanê hevalên wi likîrê ne, an jî bi çi re xebiti ne.

Dema ewan gêrdîle dikêşan xala ji xwe re kifşkiri caran hindik dî cawana re rû bir û bihevre tişqilîn. Tenê ewan ji bo agirê newrozê gêrdîle nedibirin. Pir ciwana ji bona agirê newrozê gêrdîle dikêşan. Belê tu kesê, ê dî nezanî û nenasî. Heta şeva newrozê, çiya û girên Colemêrgê bi agirê newrozê re xemilî, paşê herekê di dilê xwe de “pir ciwana agirê newrozê vêxisti ye” gotin.

Şeva newrozê de tev gir û beten, kele, beroj û nizarên Colemêrgê bi agirê newrozê re ronahî da herêmê.

Colemêrgîyê pêşîyê ronahiya agirê newrozê dîti gotin ên nedîti. Bi vê  heylêbûnê re ên hindik tirsin çûn eywanka, ên pir tirsoke çûn ber pencera û ên qed natirsin jî derketin berderê xwe an jî kolanên nêzû avahiyê xwe temaşeyî agirê newrozê kirin. Wê şevê ew ciwanên civîn kiri, ji xwe re xal nîşankir agirê newrozê vê êxisti bû. Belê tevahî rexên Colemêrgê bi agirê newrozê re wekî serhildana Kawa û bajêrê Kawa çilivilî. Ew şeva tarî didilê Colemêrgîya de bibû ronahi.

Aliyekê agir berbibû gêrdîla, aliyê dî jî agir berbibû pêsîya polîsa. Hind hêrs girtibûn di xalên lê nobedariyê dikin û kolanên Colemêrgê de çek teqandin. Bi teqîna çekan re dê bêji Colemêrgê de şer hilketi ye. Li çiya, gir, beten, newal, bi kurtasi çar rexên Colemêrgê agirê newrozê gordibû, ji bona vemirandinê (temirandinê, vekuştinê) tu ji destê wan dinehat.  

Hindik ciwana jî xwezîya dilê xwe bi wateyek dî înabû cih. Heceta serşuştinê (ku serê xwe bişon) kuçî ber derê xwe çêkiribû û mencelên avê tiji av, danabûn ser kuçiki û agirê kuçiki vêxisti bûn. Agirê kuçiki du bejna bilind bibû û mencel dinava agiri de berze dibû. Ewan jî gor xwe dihindirê xwe de “heke polîs bên pirsa vî agiri bikin dê bêjînê ava serê me ye, dê serê xwe bişûn” diborand in.

Dema Ruhat temaşeyî vî agirê çar aliyên Colemêrgê dikir, dilopek germahiya azadiyê werya nava dilka wi. Dilka wi bi vê tifaqiya Colemêrgîya re serbilind û azad bû. Ev ramanên azadiyê û bixweseriyê her we wekî dîçle û firat diherike nava behraşîn, we diherikî nava behra hiş û hizirên wi.

Ruken aliyekê de dicihê lê sekinî de xwe nagirî, dem bi dem digerî aliyê dî jî maye gomanê carê bili xalên ewan ji xwe re kifşkiri kî agirê newrozê hilkir, an ku vêxist. Ji wan zêde kî ev agire gorkiri be dinava dilka Ruhat de wekî siltana cihê xwe gêrt.

Wê demê Rubar “min ev roje jî dît ku hinde şidandîna polîsa re, hinde rika neyari re ev agirê newrozê her çar rexên Colemêrgê gorbû, êdî mirin tê jî bila bi xêb bê” di nava hişên xwe de borand.

Dawiya vêxistina agirê newrozê, ê wê selê polîsa we temaşeyî Colemêrgîya dikir dê bêji Colemêrgî decalê wan in. Agir ji nav çavên wan dibar e.

Wekî me goti di qedîmde Kawa agirê newrozê gorkir û ji wê roje heta îro bajar bi bajar, nevçe bi navçe û gund bi gund Kurd agirê newrozê gordikin.

Navbeynê de ferqey heye. Heta eve çend sale Kurda agirê newrozê veşartî gordikir. Belê bi xîret û têkoşîna Kurda re niha bi milyonan Kurd agirê newrozê bi keyf û şahîyane limeydana aşkera pîroz dikin.

Di vê ronahiyê de cejna newroza tevahî Kurditaniya pîroz be.

Dawî

Bu yazı toplam 4339 defa okunmuştur