Silêman Feqiyanî

Ji Newrozên qedîm de yek rûper (3)

04 Nisan 2010 Pazar 13:59

Her ciwanekê ji berûka xwe kaxizek derêxist, ewên kaxiz çûne jî ji yên kaxiz heyî re xwastin û hemûya pişta xwe zivirand hevalê xwe û dest bi nivîsînê kirin. 

Ciwanê  bi bejnê re kurt, belê gore bejna xwe qelew û bi rûyê qirêjû û navçav girê, ser kaxiza xwe “ez dê ser serê cete agirê newrozê gor bikim, çimkî mala min nêzû cete ye” nivîsî. Kaxiz pêça.

Ciwanê  bejna wi nedirêj, nejî kurt, belê pir xîzan û pirç  zer û çend libên rih û simbêlên zer alekên wi de derketi. Ser kaxiza xwe “ez dê agirê newrozê li taxê xwe ser serê Keleya Bayê hilbikim” nivîsî û kaxiza xwe pêça.

Ciwanê  bejn bilind çav û birûyên wi, pirça wi reş, tefeşa (aliyên wi/ alekên wi) girovir. Ser kaxiza xwe “hevalno ez dê taxê xwe ser serê girê kanîbîyê agirê nevrozê vêbêxim” nivîsî û ewi jî kaxiza xwe pîça.

Ciwanê  rû (tefeş, ali, alek) esmer rih û simbêlên wi hindik dirêj, pora reş ji bo rexê rastê şe kiri. Ewi jî ser kaxiza xwe “ez ji taxê merzanê me, tu jî dizani ser serê kirê silehiya divê en kêm sê ciha agirê newrozê gorbibe. Ez tinê neşêm, ji wê çendê ez dê du heval dî bînim harî xwe û dê agirê newrozê sê xalan de serê kêrê silehiyan bidim gorkirin” nivîsî. Bin vê hevoka xwe de jî nîşeyek danayê. Ew nîşe jî wiha “hevalno ji bona van sê xala destûr heye an na? Heke destûr çune be bêje min, haa heke destûr hebe wê demê dengê xwe dernexe. Silav û rêz jî nivîsî paşê kaxiza xwe pêça.

Herekê  xala ku dê agirê newrozê gorbikin nivîsî kaxizê û kaxiz dane Rubar. Tenê ciwanê bi bejna xwe hûr (kurt) hêj navbeyna neh-deh sali de mabû. Rasti tu kes jî çav lê nebû ku ew agiri vêbêxe. Çimkî hêj zarok bû û aliyê dî jî her gêrdîlek hindî giranahiya wi bû. Neşya gêrdila bikêşî xal a jixwe re kifşkiri.

     Nişkê  de bi dengê wi re hemû zivirîn temaşeyî wi kirin.

“Gelî hevalîn, herek ji we ji xwe re kaxiz peyda kir û cihê ku dê agirê newrozê vêbêxe nivîsî. Başe hewe çima kaxizek nedan min ku ez jî cihê xala xwe nivîsim.”

Rubar ji cihê rûnişti, “kekê min tu zarok i. Me nevê tu vî şoli re mijûl bibi. Tu pêle bila ewên teqeta wan heyî vî agirê pîroz gorbikin. Ev ne şole te ye” gotê.

Bi vê axaftina Rubari re tiji çavên zaroki rondik (hêstir) bûn. Navbeyna girîyê û negirîyê de “dibe ku ez zarok im, belê zaroktiya min ne sedem e, ku ez agirê pîroz gornekim. Hewe bivê û hewe nevê ez dê vî agiri gorbikim” got.

Heta axaftina xwe xelaskiri rondikên wi di aliyên wida herikîn. Rubar ji cihê rûnişti, rabû û çu nik zaroki. Rondikên zaroki paqijkirin û çavê wi maçî kir. “Bila lawo bila, negirî. Qorbana te. Ha ji te re jî kaxiz, tu jî xala agirê newrozê gorbikî nivîse ser kaxizê û bidi min” gotê.

     Zaroki “bira ez nizanim nivîsim. Xwendina min çunîne. Ez bêjim nabe?

     Ji bona vê peyva wi ciwanên rûnişti hindik kenîn û  hindik jî girnijîn.

Rubari pêşîyê ji bona kenîya hevalên xwe navçavên xwe kirin girê, paşê jî destê xwe di serê wi hesû û “bila lawê min, tu jî bêje guhê min” gotê.

Zarok wekî tîr ji kivani derdikeve wesa ji cîhê xwe rabû û bilezgîn çû guhê Rubar. Bi dengê nizim “ez jî dê agirê newrozê ser serê girê zevîya nehka vêbêxim” gotê û zivirî cihê xwe rûnişt ve. 

Rubar piştî zarok tembî kiri axaftina xawe dom kir. “Gelî hevala tiştik girîng maye ku me serda gavda yî. Carê dengê xwe qut bikin û guhdariya min bikin.

Hêj roja gorkirina agirê newrozê nehati divê her hevalek gêrdîleyê (tekelek) bibe xala ji xwe re kifş kiri. Hindî ku em gêrdîleyan zêde bibin xala me jixwere kifşkiri, dê agirê newrozê pêtir gorbibe. Divê hildanên hewe bi veşarti bê kirin, xwe nedin girtin. Belê hewlên hewe divê veşartî be, ku heval û cînarên hewe pê nehesin.”

Dema axaftina Rubari xelas bû û xelas nebû ciwana bi hevre axaftin.

     - Nik xal a ez agirê newrozê gor bikim, nezû kulîfekê gêrdîleyên ysy’ê ye. Ser kulîfekê wan pir gêrdîle henin, ez dê ji wêderê dizîn im.

     - Kuro wila tu rast bêji. Xala ez jî agirê newrozê lê gor bikim nêzû wi kulîfeki ye, ez jî dê liwêrê bibim.

     - Xala ez agirê newrozê lê gorbikim nêzû seqafkê, cihê girtîgeha kevin e. Li wêrê jî kulîfekê gêrdîleyan heye, ez jî dê li wi kulîfeki gêrdîleyan bibim.

     - Raste, min jî wêrê ew kulîfekê gêrdîlan ditibû. Heke min şîya ji bona xalên ji xwe re serê kirê silehiya kifşkiri dê ji wi kulîfeki bidizim.

     - Ez jî ji bina guhi taxê leşker lê, di malên xwedî ereban de gêrdîleyên zêde, dê bidizim.

Bi vê axaftina wan a herek bi serê xwe re taxivî re Rubar xwe ji hirsên xwe xelasnekir. Bi dengê bilind re “birayên delal carê herek bi serê xwe neaxivî” bang kir.

Ciwana hemûya fahm kir ku hêrsên Rubar hatin û ji navçavên wi de jehr jê dibare. Ji wê çendê jî ji tu kesê kistên jê nehat. Piştî hêrsên Rubar veheliya, hindik nerm bûn ewi jî ji axaftina xwe re berdewam kir. 

“Hevalên hêja, ciwanên xwe berdin nava têkoşînê wekî we bêaqil nînin. Şoreşger jî bi vî aqilê we re neşên tu şoreşan bikin. Min hizirdikir ku hûn xwedîyê aqilê giran in, min nezanî aqilê we wekî ba û bagerê ye, di aliyek guhê hewe de tê di aliyê dî ê guhê hewe de diborî. Kifş e ku hûn bi aqilê xwe re sefyane ne.”

Bi vê axaftina Rubar re hevalên wi hemû mane guhişî (matmayî). Seba çi ev mirove hirsên xwe re aloze bû, kesê nezanî. Rubar jî aliyekê axaftina xwe berdewam dike rexê dî jî bi rêz navçavê hevalên xwe temaşe dike. Û ewi jî zanî bi vê axaftina wi re hevalên wi mane gomanê carê seba çi wahe taxive. Di van hiziran de û ji vê bêdengîya hevalên xwe re ewi jî axaftina xwe berdewam kir.

“Gelî hevala, gelî bira ya. Ez temaşeyî we dikim ku hêj hewe dest nehavêtî  şolê xwe, hewe ixbara xwe kir. Sibê ez bêm gêrtin ez dizanim kîjan ji we çi peyîn belav kirî ye, dê wekî bilbili bêjim hindikan. Hindik şol henin mirov peni dike, hindik şol jî henin aşkera. Ev şolê li ber we şolê peni ye. Pêle yek ji we, tu heval û cînarên we, şolê hûn dikin divê nezane, ji xeyrî we. Hêj hewe dest nehavêti gorkirina agirê newrozê hewe tev planên xwe aşkera kirin. (Serê xwe hejand.) Mixabin ji we re. Heke hûn vî şoli bi vi şikli çareser bikin, hêvêyê ji we dikim pêlin, bi vê watayê vî şoli hûn neşên bibin seri. Dema we dest bi şolê wahe kir divê hûn nayisê hev nebin, hûn bi hevre bîyanî bin, hûn bihevra we nebin dema yek ji we hate girtin dê wekî berfa biharê bihelî. (Tûlîya xwe yek bi yek dirêjkir nav çavê hevalên xwe.) Wenîne hevalno, wenîne hevalno, wenîne hevalno? Carê ji min re bêjim ez neheqim an na? Hii… dema mirovi got şola peni divê serê mirovi jê bê çinîn belê mirov xwe aşkera neke. Ne we ye birayên min. Ev hişên we xelet in. Aqilê xwe bînin serê xwe û wezîfeyê girîng bibînin.”

Hevalên wi herekê bi serê xwe an ku biaxaftina beden “ji bo van hişên te me tu gotin çunîn in, rast e” gotin. Rubar jibona kerbên xwe neheq nebû. Ji ber hindê jî ewên axaftina Rubar re fahmkiri şerma de rûyê wan sor bû, serê xwe çemandin ber xwe. Ên axaftina wi re fahm nekiri wekî mirovê benîştê xwe bicûr e û “ne xema min e ne dema min, qirçe qirça benîşt ê min” dilê xwe de borand.

Bu yazı toplam 5499 defa okunmuştur
Dest xweş
 // ŞERO
Deste xweş brez Silêman....
09 Nisan 2010 Cuma 01:15