Silêman Feqiyanî

Ji Newrozên qedîm de yek rûper (2)

30 Mart 2010 Salı 00:30

Piştî hindik henekî û axaftina, Rubar pivyê bû hişên xwe ji hevalên xwe re bêjît (dabeş kirin ba). Ewi ji we kir. Hişên xwe bi boyexên kesk, sor, zer re boyaxkirin, hevokên xwe bihisreta evînîya ciwana re xemlandin. Heta wê demê, wi jî wekî hemû hevalên xwe, xwe dirêjkiri bû ser tenişta xwe. Belê ku dê axaftiba rabû ser qûna xwe çamêrgî rûnişt, di vê gomana xwe re bi dengek bilind re axaft.

“Gelî hevalîn, carê sekinin û guhdariya min bikin” gotê.

Hevalên wi jî hindik wekî wi çamêrgî, hindik jî hilkundirîn, hindika jî pêyek xwe danadin bin xwe û ser rûniştin. Di nava gomanek girîng de û bi hizirên matmayî re temaşeyî navçavên wi dikirin.

Rubar wekî mirovekî zana û miroveki ji xwe re hez kiri.

“Pêşîyê ez hindik jenga guhên we tafî bikim an ku birenim. Ez dizanim ku hûn jî jimin çêtir dizanin, belê ji wateya newrozê re ez hez dikim pişta hindik peyva bişkênim. Biborînin hevalno. Nebêjin mademku em dizanîn seba çi tu dubare dikî. Belê, carek dî lêborîna xwe ji we dixwazim. Ez hez dikim hindik hişên we ên pîroz nû bikim û ewên heyî jî dê hindik dî xemlîn im. Ez ne ji bona kêmasiya we û ne jî çavê min pêşîya fitne û fesadiyê de ne. Çavê min lê ye ku ser wateya newrozê hindik peyvên bi milyon cara hati dubare kirin carek dî dubare bikim. Di vê gomanê de ez ji we re lêborîna xwe jî dubare, sêbare dikim. Bila dilên me jî wekî hişên me bibin yek.  

Belê, me çi digot?”

Wekî mirovê şaş bûyî temaşeyî çar rexên xwe kir, temaşeyî navçavên hevalên xwe kir. Vê nevbeynê rabû bû ser pê xwe û destê xwe ê çepê ji berûka xwe dernexist, belê destê xwe ê rastê rast, çep û jêlil, jorda hejand. Paşê jî wekî ku dê çi baxivî we rûyê wi navbeyna zanayî û nezanayî de guherî, paşê jî dê çi baxivî hati bîrê û axaftina xwe berdewam kir.

“Herê, bi kurtasi me dê peyva newrozê tê çi wateyê re axaftiba. Hûn jî dizanin yekê dibêjinê zalim Dehaq hebû ye. Ev qiralê zalim ji bona serêşa xwe xwîna ciwanên Kurda vedixwar ku ca êş û jana serê wi jê biçe. Roj berdan roja, sal berdan sal a ciwanên Kurda hindik diman. Ên mayî jî bi aliyê malbata wan re rêdikirin xerîbî yê, an jî çiya.

Di aliyê zalim Dehaq de berdewamiya vexwarina xwîna ciwanên Kurda de dor giheşti bû kurikê yekî di bêjinê Kawayê hesinkar. Kawayê hesinkar di malbata xwe de mirovek xîzan bû û di bajêr de hesinkari dikir. Belê rojekê şorteyên Dehak diçin ku ca kurikê Kawayê hesinkar bînin û xwîna wi bidin qrali. Kawa jî pêşîya şorta de dibihîst ku dê şorte bên kurikê wi bibin. Ew jî kurikê xwe  rêkir çiya û şikefta (mağara) de ji wan veşart. Paşê jî got şorteya, niha zarok nelivêrê ye dema hat ez bi xwe dê bînim, dibêjît ê. Daxwaziya wi ew bû ku bibe xwedîyê hindik demê.  

Dilka Kawayê hesinkar wekî pula bû. Qed dili nebû kurikê xwe ji zalim Dehaq re bike qurban. Hêvîya wi ew bû ku kurikê xwe ji destê Dehaq de, sedem çi be bila bibe dê xelasbike. Di zanî vê ronahiya dilê xwe de, dê ciwanên Kurda tevahî xelasbike. Ji wê çendê jî hindik hevalê xwe re bêşê (peyman girê dan) dike û şeva bîst adar girê dide bîstuyek adarê Kawa ê nemir zalim Dehqi dikuje û ser banê wi jî, ji bona bersivê bide hevalên xwe agiri gordike.

Hevalên wi jî bi gorbûna agirê Kawa re haylêbûn ku Kawa Dehaq kuşt. Ewan jî çend çiya, beten, nizar û girên ji bajêri bilind û rasti bajêri agir vêxistin. Her çar rexên bajêri re bi gorbûna agiri re bajêrîya jî haylê bû ku Kawa Dehaqê zalim kuşti ye. Ji wê rojê pêde Kurd pîrozbahiya azadiya xwe, di wê roja adarê de agriri gordikin. Ev agirê vê rojê re, Kurd ji zilma wi zalimi xelasdibin û ev agire dibe sedema  têkoşîn û rêka azadiya Kurda. Çimkî ji wê rojê heta îroj Kurd têkoşîna azadiya xwe diden û ew roj ji bona bê bîrê, agiri vêtêxin.

Hevalno, bawerim min serê we ne êşand. Hate dîtin ku min hişên we ên vê roja adarê bimûçimki piçand û îna ziman. Piştî vê kurte axaftinê ez dê bîr û baweriyên xwe ji we re bêjim. Ka îro hatina me a ser vê kanîyê tê çi watayê, ez wê jî ji we re bêjim.”

Hevalên wi hemû biçavên zil temaşeyî wi dikirin. Rubar jî dilê xwe de “dem ev deme ye” borand û berdewamî axaftina xwe kir.  

“Gelî hevalên nazdar, hûn jî dizanin ku ji bo gorkirina agirê newrozê çar-pênç roj man e. Di van roja de polîsên dewletê bajêrê me hildaye nava destê xwe û bi şidandîyek ewlekarî re mijûl in. Polîsan xal ên xwe ên nobedariyê zêde kiri ne, ku newroza îsal de agirê azadiyê vênekevî. Çend kolan û taxên Colemêrgê ji polîsa re şilq (şepêl) dide. We dîyare, em ji bona vêxistina agirê newrozê dê îzayê bikêş în.

Wekî hemû salên borî vê newroza îsal jî em soz diden ku, polîs çend şidandîya ewlekarî bikin jî em dê agirê newrozê gorbikîn. Eve soz a min e. Hevalên xwedî bîr û bawerîyê, hûn jî soz didin ku em îsal agirê newrozê gorbikîn.”

Hemûya bi hev re gotin soz…

Bi vê gotina wan re Rubar geheşti bû armanca xwe û bi baweriya xwe re dê domkiriba axaftina xwe.

Bi dengê koxîna mirovekê re wekî hemû ciwana, Rubar jî serê xwe zivirand jori û temaşeyî jori kirin.

Bengeha zevîya serê petla mirovek sekinû bû û dinava petla de temaşeyê wan dikir. Ciwana jî dinava petla de jêlil temaşeyî wi dikirin. Zilamê jori kifş bû zilamek taxê pîroda bû. Ji meraqa xwe re temaşe dikir. Çimkî bizêdehî areqvexwar tatin ser wê kanîyê û areq vedixwarin. Diyare ew jî maye gomanê de, vî dema salê kîye liser kanîyê areqê vedixwe. Zilami bi vê meraqê de hindik we jorda temaşeyî ciwana kir û dîyare tu jê fahm nekir, zivirî û pêş çava berze bû.

Wê navbendê de kistên ji ciwana nahê stûkura wan qerisî her we yê temaşeyî mirovi dikin. Piştî zilam pêş çavên wan winda bû, hemû wekî mirovê matmayê temaşe navçavên hev kirin. Rubar şareza bû zû de dest avêt axaftina xwe.   

“Gelî hevalîn. Bawerim ew zilamek ji vî taxê pîroda bû. Nekevin gomanê, çû. Em bên ser axaftina xwe. Herê, madem ku hûn jî bi gotina mim in, em dê çi bikin, wê bînin ziman. Werin ji xwe re bikin program. (Rubar hindik sekinî, deng ji tu kesê derneket ewi axaftina xwe domkir.) Hevalên hêja heke hûn destûrê bidin min, ez dê vê xala herî girîng bînim ziman. Kîjikê ji we dê kîjanê ji xala Colemêrgê agirê newrozê gorbike bila xwe û cihê xal a xwe kifş bike. Ha ez vê jî ji we re bêjim dê baş be. Hêvîya min ji we ku kîjikê ji we xala agirê newrozê ji xwe re kifş dike bila peni kifşbike. Çimkî polîsan şidandîyek ewlêkarî li Colemêrgê girti ye. Min nevê tu kes ji we bikevî destê polîs a. Yek ji we bikevî destê polîsa, bawerim dê navê hevalên xwe jî bide wan. Ji wê çendê hûn hemû di vê wezîfê de dîqat bikin. Ji bo agirê newrozê cihên hûn ji xwe re kifş dikin me got divê peni be. Ev pir girîng e.

Dê hevalno keremkin, herek ji we ji min re nivîsin ser kaxizê. Herê nivîsin kaxizê belê tu ji we cihê xala hevalê xwe nezanî. Peni hev re  kîjikê ji we dê kîjanê xalê agirê newrozê vêbêxe bila nivîsî û kaxiza xwe pêçî û bidi min.?”

Bi vê pirsa Rubar re ciwana bihevre, bi çavên pirs re temaşe yek kirin. Di her nêrînên yekî de pirsek hebû. Mixabin nêrînên wan têkil ba û bagerê bû û belavi bûn nava petla.

Bu yazı toplam 5761 defa okunmuştur
xxx
 // kara sakal
pır xweş nıvıstiye destete sağxbit........
31 Mart 2010 Çarşamba 09:35