Omer Dilsoz

Ji Kobanî heta ‘man û nemanê’

25 Eylül 2014 Perşembe 12:32

Berî zayîna Îsa bi hezar salan, li ser aqarê navbera Firat û Dîjleyê, neviyên Hurî û Mîtaniyan hêdî hêdî zarokê mirovahiyê şîrmêj dikir; kedîkirina ajalan, çandina geniman, avakirina waran nîşanî mirovan dida. Di Hîlala Zêrîn de, bihara şaristaniyê bi gewde dibû; Uruk-Sumer belav bûbûn, Gilgamêş ji warê xwe koç kiribû, li peravên Nîlê dengê şûrê Fîrewnan bilind dibû. Cîranên rojavayê Mîtaniyan Hîtît bû; peymana Qadeşê ku yekemîn peymana nivîskî ya mirovahiyê ye, bi zimanê Mîtanî (kurdî), Hîtîtî û Misrî hatibû nivîsandin. Dîrok, ji me, ji bav û kalên me dest pê kir.

Ji hingê ve ye, bi çendan şaristanî, împarator hatin û di ser vê axê re çûn. Nav guherîn, reng guherîn; aliyê hatina dagirkeran guherî; geh ji rojhilat, gel ji başûr hatin, lê em her û her li vê derê bûn; Di navbera Dîjle û Firatê me hê jî pez xwedî dikirin, dewar diajotin, genim diçand û bi xwîna xwe ev “axa pîroz” av dida.

Îro, dîsa şer û cenga hemû cîhanê li nav axa neviyên Hurî-Mîtaniyan tê kirin û her kes kaba xwe li vê derê diavêje û Kurdistan dîsa meydana xwînê ye.

Îro, Kobanî di bin dorpêç û hisara çaralî de, li ber sînga dewletan di ber xwe dide; ji başûr ve DAÎŞ ku projeyeke kirêt a hêzên tarî ye, ji Bakur ve jî dewleta Tirk ku dixwaze Kobanî bikeve, li Rojavayê Kurdistanê çi statû bo Kurdan çênebe û di ser Rojavayê re Bakur ‘terbiye’ bike.

Kobanî, îro bûye Kela Dimdim û xuya ye, zû bi zû nikarin kurdan bişkênin, jixwe ji dîroka xwe ve kurd bi berxwedêrî û cengaweriya xwe têne nasîn. Heta niha di çu çeper û sengera şerî de neşikestine, şikestina wan/me piranî di siyasetê de bûye. Me çandiye ‘hinekên din’ berê wê hilandiye. Bêguman îro cuda ye, êdî ne ew sûk e, ne jî ew bazar; Kurd ji berê hişyartir in ligel vê dîsa jî di manevrakirina şerê dîplomasî û polîtîkayê de, hêj gelek kêmasiyên me hene, bi taybetî jî di qada navneteweyî de.

Erê, gelek cihê şanazîyê ye ku em di şer de binimin Dimdim, lê di şerê dîplomasiyê de jî divê em xwedan ray û gotin bin û ‘bayê demê’ bizanibin bi aliyê bêndera xwe ve bikêşin…

Halê hazir, Amerîkayê hevpeymaniyek li dijî DAÎŞê ava kiriye, Tirkiye li keviya wê ye, bi ya min, divê em vê yekê bi kar bînin. Şirîkên hevpeymaniyê girîng nîn in, a girîng ‘bayê vê demê tê’ çiqasî bi kêrî berjewendiyên me yên niştimanî tê, divê em vê binêrin.

Îro kurd, bi siyaseta xwe heke bikaribin “peymaneke nû ya Qadeşê” bi kurdî, li gorî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê, di encama xwelêksafîkirina Bloka DYA û Rûsya ya li ser axa Sûrî, Iraq û Kurdistanê, bi van hêzan re bibestînin, ez bawer dikim ku dê di parvekirina piştî cengê de, parekî baş a me kurdan jî hebe.

Ji bo vê, di serî de divê hêzên kurdî yên pêşkêş, yekrêziya xwe çêkin, di dîplomasiya navneteweyî de, hay ji hevdu hebe û li pey hesabên demdemî û navçeyî nekevin; Êdî divê hêzên Kurdistanî biwêrin bi biryareke radîkal û wêrek dawî li milmilanêya hizb û partîcîtiyê bînin. Qedera siberoja Kurdistanê bi ser vê ye.

Ji ber hindê jî Kobanî hinekî jî şerê ‘man û nemanê’ ye.  

 

Bu yazı toplam 9914 defa okunmuştur