Omer Dilsoz

Ji Colemêrgê pê de

20 Haziran 2014 Cuma 12:22

Gava ji ser pira Ava Reş derbas bûn, êdî berê siwareyê nuqî nav deryaya çiyayan dibe û her ku xwe tê de berdide newal kûrtir û tengtir dibe. Piştî ku ji duriyana Gever û Colemêrgê raborî –herçend navê wê derê wek Yeniköprü nas be jî, dilê min naçe ez weha bibêjimê- êdî siware di geliyê kûr de, li ber lêva Zê, di bin tîrêjên rojê yên germ de xwe berze dike. Nêzîk e em bigihine Helêlê, paşî Serê Solan û dûmahîkê jî ew bajarê di berpala evrazekî de weke hemaylûkekê maye hilawîstî, di nav keskeşîniya çiyan de pêşwaziya me dike.

Min gelekî bêriya spîndaran kirin û careke din bala min çû ser ku xemla vî bajarê ku riyek tenê xwe dgihinê, spîndar e. colemêrga di tenişta palekê de raxistî, bi spîndaran weke bihûşteke nadîde xwe ber mirovî vedike.

Serê Sadînan hê jî belekiyên befrê têne çav, her weha korta Simbî, pişta Çarçela jixwe hêj hilû ne û Çelê Duguh ku di nav pejanên rêzeçiyayên Serê Kilîlan û Kela Bayê de çavmiqanê gel mirovî dike, weke guhên kêvroşkeke xwe ji tirsa rovî damelisandî xuya dike.

Gava Serê Solan kuta bû û evrazî ber bi Taxa Teqiyan ve –ku niha bûye warnişîneke camewarî jê re TEKSER tê gotin; cihê daxê ye ku şwîna wê daristana Feqiyan kertên betonê hatine çandin- rêya cade duber dibe; rufîjên nîvekê bi kitedaran hatine xemilandin. Hê vê derê sê çêlek li nav rufîja rê, mexel hatine û ber tara nîvro çêrê xwe vedikarin/vedikên.

Axir, êdî otobûs ber bi Paganê ve dikişe; di ber Taxa Kanîkewkan re, Taxa Çeliyan, Binkelê û eve dûmahîkê em li Paganê ne. Bêguman nifşê nû, niha nizanin Paganê kî derê ye, ku hemû têbigihin, hema ez yekser bêjim em gihîştine nav sûka Colemêrgê; Jixwe sûka vî bajarê nazelîn, ji sertabinî çend metregoşe ye. Bi hînî qehwevexwarinekê tu dikarî heft caran sûka Colemêrgê û deroberên Senemê Mezin –hûn têgihîştin ka mebesta min çi ye- peyase bikin jî.

Bîskek dî, ez li nava sûkan peyar bûm, jixwe Colemêrgê rawestgeha otobûsan –îstasyon, gar- tune ye, otobûs li nava sûkan disekinin û paşî ji wê derê radibin û di cihê tê re hatine dîsa berê xwe didine Geliyê Colemêrgê heta digihîjine Wanê. Sefera Otobûsan tenê di navbera Wan û Colemêrgê de heye; di navbera Colemêrg û Cizîrê, Colemêrg û Çelê, Colemêrg û Gever-Şemzînan guhastina rêwîngan civanî minûbûsan e. Jixwe bo gundan hewce nake bibêjim jî; ji aliyê her kesê ve tê zanîn ku li Kurdistanê minûbûn gundan ên mastguhêz, jajîguhêz û her cure zerzewat û dikakguhêz çi, çawa û çito ne…

Bîskek dî ez çûm ber Belediya Colemêrgê; li vê derê Weşanxaneya SÎTAV û KURDÎ-DERê bi hev re standek pirtûkan danîbûn. Ev cara yekê ye ku Colemêrg û pirtûkên kurdî ewende têne gel hevdu. Bêhna hubrê ji standê difriya; Min giyanê Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Pertew begê Hekarî ûgelekên dî, li wê derê didît. Wan jî digel min li Simbiyê serberz dikire temaşe û kûr û hûr diponijîn; Hêj jî “bazara qewî kesad” dikesirî…

Hezar spasî bo nivîskar Qahir Bateyî ku hizreke weha kir û wêriya xwe bavêje nav agirekî weha tûj. Belkî jî ji çend salan bû ku bo cara yekê, çend rojan be jî li Colemêrgê rengîn şûna bêhna gaza îsotê, bêhna hubrê ji kuçe û kolanan dihat û gelek kesên textana vê standê dikirin, destvala venedigeriyan û vê rojê bi pirtûkeke belko du, sê, çar, heta pênc pirtûkên kurdî vedigeriya mala xwe.

Ez çawa rûniştim û dost û kurdîhez hatin dîwanê; rêka dûr, bêxewî, birsîtî tev ji bîra min çûn; Min dî kekê min Evdirehman, xalê min Zuryede, kekê min Osman –ku wî bo min çend qevdên gezingê jî veçinîn spasî jê re-, gel bira û biraderan rex min kom hatin.

Piştî paneleke çepik jibîrkirî; sohbeteke çiyayî û kurmanciyeke reş belek, siya êvarê xwe di bejna çiyayan de hêl dikir. Xeberê tal ewil ji Gûzereşê hat; babê min telefon kir –Biraza min a 5-6 salê Rabia keça Osman, marî pê vedabû û bi lez û bez gihandibûn nexweşxaneya Çelê û ji wê derê jî veguhastibûn bo nexweşxaneya Colemêrgê. Şukir bo xwedê ku dayika min demildest di hawarê çûye, xwîn ji cihê pêdayî berdaye û çu tiştekî nexwezyar neqewimiye…

Îja qeza û bela jî wek her tiştî parçeyek jiyanê ne; hingorê şevê jî vê carê gava me di Seheya Berikê de dilîst piyê kekê min Evdirehman dê şikestiba… Nizanim ez bi vê çûna xwe bikeniyama û bigiryama… Xwedê ji belayên mezintir bistrê!..

Bi vê wesîleyê, min Kekê Ihsan Colemêrgî, Silêman Feqiyanî û gelek dost û hêja û hezkerên kurdî dîtin û me şiya çend gotinan di sêla dilê xwe de bipêjin…

Ji Colemêrgê pê de, tenê sîtavek mabû; her ku lê vedigeriyam wek bilbizêkên ber solînên Berçelan, wek asmînên Geraşîn û Çarçelan, bihar dibişkivîn li keviyên giyanê min; her ku jê vedigeriyam jî min kelexê xwe yê sikitî dida ser pişta xwe û di geliyên kûr de berze dibûm…

Bu yazı toplam 8169 defa okunmuştur
türkçe yazsan
 // rehvan başer
Yazıları lütfen türkçe yazın, latin alfabeleriyle kürtçeyi anlamıyoruz...
21 Haziran 2014 Cumartesi 11:39