Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ji bilî me kurdan çi kes nabêje ‘dewê min tirş e’

Ji bilî me kurdan çi kes nabêje ‘dewê min tirş e’

Serçavî û maka –orjîna- vê gotinê her çend bi patenta pêşî/mezinên me kurdan be jî, lê her çi be, dîsa ji bilî me çi kes nabêje dewê min tirş e.  

 A me kurdan, nizanim ji bêşansiyê ye, an ji nezaniyê, lê belê tim “giyayê hewşa me tal, dewê me jî tirş e” ji bilî me çi gel û netewe, heta komikên êlên li daristanên amazonan jî, çi carê ew qas ji bo yên aydê xwe “tirş û tal”nabin.

Helbet, bi awayekî civakî gava ev “tal û tirşê” bêne nirxandin, giş mimkûn e bi “rewş û hoyê” bêne pînekirin û hepsê “hincet” û “realîtiyê” dê bi hevsarê şert û mercan bête girêdan û dîsa ev nexweşiya “tal û tirşiyê” dê bi pate/cawekê bête ber rûpêçê.

Bo nimûne; siyaseta xelkê li welatê me “şirîn” a me bi xwe “tirş e”, zimanê xelkê li ser devê me “şekir” yê me “talîşk e”, em li ber nîrê desthilatiya biyaniyan “xweşikê salê”, li gel meşa dost û hevalên xwe jî “dûpişkê çolê” ne.

Her ji çi be nizanim, em bo xelkê kol û koç, ji bo navxwe jî bi şax û qiloç in.

Bêhna me ji bo me “genî” tê û bêhna genî ya devê xelkê li ber me “misk û ember e.”

A me kurdan bêlome be, nexweşiya tal û tirşiyê ye; çavên me li hev bar nabin û me nevêt em bibînin dost û mirovê me rabe pê jorî û gavekê li pêşiya me be...

Ev û bi sedan nexweşiyên me hene...

Divêt em demildest bi awayekî cesûr û dilstûrî rûbirûyê van “rastiyên xwe yên tal û tirş” bibin û wekî pilingekî bi ser de biçin.

Çi nexweşî ji xwedêdanê nînin, em vana hemûyan fêr bûne, dermanê wan jî her di destê me de bi xwe ye; ji bo wê jî werin em ji vê gavê de biryarekê bistînin: Dilê xwe vekin.

Li çi?

Li her tiştî...

Dilê xwe vekin; wan hizrên tal û tirş ji mejiyê xwe birêjin û dinyayê li ber çavên xwe fireh bikin.

Serê vê girêkê jî, di destê we de ye: Perên xwe vekin, ji qalikê xwe derkevin, li firehî û paniya dinyayê binêrin û xwe berdinê.

Berî her tiştî pêşhukim û gotegotên we girêdidin, hemûyan ji mejiyên xwe bavêjin derê, wê zerdava tirş û tal verêşin û  xwe bo famkirin, serwextbûn û têkiliyên berfireh hazir bikin.

Ji mezinbûnê netirsin.

Ji firehbûnê netirsin.

Ji pervekirinê netirsin.

Ji hembêzkirinê netirsin...

Tirss...tirs....tirss.... hemû ji ber van tirsan e, ji xwe “nefret” dikin, ji yên ji xwe “bêzar” dibin, ji toxmê xwe “aciz” dibin û dibin kurmê tirş û tal ê dara xwe...

Kurdino, gotina min ji bo we/me ye; Vê girara tifaqê tirş nekin û berhingarî hevdu nebin dîsa!... Bila tirsa me ne ji hebûna fikirkirina me, ji nebûna fikirkirina me be. Çimkî mirovê xwedan fikir, her dem dikare şivanî û serkêşiya civaka xwe bike, lê yê nezan, li gel kê be tenê dê bibe “peya” û “paleyê” (bin)zikê xwe.

Ez  qolinc û janên guherîna civakê dibînim û ji ber hindê jî hêvîdar im ku êdî “giya li vê hewşê şirîn, dew li vê meşkê xweş be!”

Bi hêviyên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi