Silêman Feqiyanî

Jı aştiyê re bangê xerîban

01 Eylül 2012 Cumartesi 10:48

Hêzên mêtîngehkar di dawiyê de hebûna kurdan haşa, an ku înkar dikirin. Gor gotin û dîtina wan welatek bi navê Kurdistanê û gelek bi navê kurdan çu nîn e.

Kurd tirkê çîyayî ye û li çiya dijîn. Jîna wan a çiya de dema ser befra kuşe (Ji ber sir û seqemê berfa hişkbûyî re dibêjin berf bûye kuşe.) diçûn dengê kart-kurtê ji bin pê wan dihat û di wê sedemê de digotin wan kurd.

Di zêhnên wan de kurd çu nîn in, ên navê wan kurd jî tirkinên çiyayîne. Belê welat de jî, jîyana ên gor wan tirk welat de wekî welatiyê duyemînê diborî. Tenê kurdan baca xwe didan, di çûn leşkerîyê û gor dilê wan jî raye xwe avêtin sandoqê û tirk bûn. Her we kurd dinava sîstemê de dimehîn an ku asîmîle dibûn.

Di vê navê de ji bo îmha û înkara kurdan sîstemek xwedî rik avakirin. Belê kurd rasti vê sîstema xwedî rik, bêdeng neman. Di sedema kurd lixwe zivirînê de, kurd kuştin, îşkenceyan de borandin, winda kirin, bizêdehi kurd bi pere re kirîn, ser warê wan bi zorî koçber kirin. Jîyan ji kurdan re kirin jehr û ziqim.

Bi vê berdewamiya zilma ser kurdan re herêma kurdan talankirin, şelandin. Tev dewlemendiya bin axê û a ser axê birin bajarên metropolan ji xwe re kirin razemendî.

Bi destpêkirina hikometa AKP’ê re hebûna kurdan qebul kirin û gotin kurd hene û kurd û tirk birane. Hebûna kurdan qebul kirin belê zimanê kurdan carek dî înkar kirin. Bi van gotinên xwe re hebûna kurdan bi avakirina TRTşeş’ê re çavê kurdan kilêsiphanî re reşkirin. Di berdewamiya Weşandina TRTşeş’ê re zilma zer kurdan û înkara zimanê kurdan berdewm kir.

Em hebûna kurdan qebul dikîn, belê ewan kurdan ew kurdê wekî me hizir dike. Ê wekî me hizir neke, xwe wekî tirkê boyaxkiri nebîne, ew neyar e. Em rexgirê kurdê tirk în an ku kurdên spîne dibêjin.

Heta hilbijartina 2011’ê ji pirsgirika kurdan re digotin “em dê ji pirsgirêka kurdan re çareseriyekî bibîn în” belê piştî hilbijartina 2011’ê ji sedî pêncîyan jorve rey standin û xwe dan aliyê tunekirina kurdan.

Bihezaran siyasetçî, rewşenbîr, xwendevan û kurdê ji bo xwedîderketina xwe destpelînkê bike têkirin girtigehan de.

Bi gotinek dî.

Di bin navê KCK’ê de tev başar û navçeyên welat de rêxistinên kurdan, an belavkirin an jî ji qedem êxistin. Bi çapemenîya xwe a rexgir re jî ev hêzên kurdan bigotina terorîstîyê re pêş çavê gelê tirk kirin neyar û ev jî ji xwe re wekî karek girîng îlan kirin. Hevdîtinên Oslo û Îmraliyê rawestan, tu daxwazên kurdan qebul nekirin.

Piştî vê hilbijartina 2011’ê pêle çareseriya pirsgirêka kurdan polîs, leşker û hêzên xwînxwar hildan pişt pişta xwe ji bo îmhaya kurdan şerê qirêj xurt kir.

Vê dawiyê jî hêzên xwe ên tarî kişdike partî û hêzên kurdan. Kurdê metropolan û ê bajarê tirki de lînç dikin û kujin. Dê bêji bizanayî kurdan û tirkan diînin rasti hev.

Dawiyê de kurdan baş fahmkir ku ji kurdan re neyarê pir mezin pêşîyê kurdê neyarê xweye û paşê jî ev hikometa AKP’ê ye. Tê zanîn ku hikometa AKP’ê pêtir kurdê neyarê xwe wekî marê kor berda pistahê kurdê xwedî namus.  AKP’ê jî ji wan kurdên xayîn re qowet hilda û êriş kir ser kurdan. Ma nabêjin “kêrmê sêvê ji sêvê ye,” a me kurdan jî ev mînak e.

Gor tev vê zilm û zordariya ser kurdan carek dî kurd dest ji bangê aştiyê bernaden. Lewre jîna ciwanan ji kurdan re pîrozwer e û kuştina ciwana kezaba dilê kurdan disoje.

Lewre AKP pişt kurdê bi rengê xwe û girêdayî hişên xwe de sekine û “hişên me û dîtina me çi be, divê kurd jî ewbin” dibêjin. Di vê sedemê de, hêvî û daxwaziya wan ji kurdan re çi bivê, ew jî ji kurdan re wê dikin û dibêjin.

Wekî ji kurdan re henekiyan dikin, zimanê kurdî wekî zimanê bijartin dê bibêxin dibistanên xwe. Ê bivê ku perwerdehiya zimanê dayika xwe bike, bila zimanê xwe bijêre. An ku heke zimanek wahe hebe ji xwe re bijêrin. Çendî kurd hebûna xwe bi zimanê xwe re bînin ziman jî “kurd hene belê zimanê kurdî çu nin e” dibêjin.

Wekî me goti “kurd hene” dibêjin belê makeqanunê de hebûna kurdan înkar dikin û ji îro paşve tu baweriya kurdê xwedî namus çu nîn e ku hebûna kurdan dimakeqanûna nû de cih bigire. “Kurd hene” dibêjin belê diherêma kurd lê dijîn de navê war û wargehên xwe bi kurdî neşên navbikin. Wekî van du xalan bi sedan re çiqên jîyana kurdan binpê dikin.

Peyva xerîbîyê ji mirovên bêxwedî û xudan re tê gotin. Rasti kurd xwedîyê hêzên xwe ên daxwaziya aştiyê û biratiyê dikin in û ne xerîbin. Peyva xerîbîyê ji kurdan re heqaret e. Ev bila wahe bê zanîn ku kurd zindî û candar in, ser pê xwe wek pola sekinîn e. Kurd ne ji bibêxwedîyê bangê aştiyê dikin, di xîmê mafê mirovan de bangê aştiyê û biratiyê dikin. Lewre mafê mirovan di bin xîmê aştiyê û biratiyê de ji gelên cîhanê re hewcetiye.

Di vê dîtinê de çend ser kurdan zilm û zordari hebe carek dî kurd rexgirê aştiyê û biratiyêne. Hêvîya tev kurdan, pêşîyê diwelat de avek tezî ser vî agiri de herike, kurd bigehin daxwaziya xwe, kurd û tirk wekî birayan bihev re bijîn, paşê jî tev şerên cîhanê sekinin û nava gelên cîhanê de jî xîmê birati û aştiyê avabibe. Aşti ji kurd û tirkan re û bitevahi gelên cîhanê re, daxwaziya tev kurdan e.

Ev hêvîye hêvîya tev êtîm û sêwîyan e, a dilkul û çavkaniyên dayikan e. Ev hêvîye ji kesera dilka kurdên xwedî namus û wujdan tê. Ev hêvîye dinava dilk û hişên tev bajarên, nevçeyên, gundên çîyayên, daristanên, deştên, newalên, zevîyên, mêrgên, parêzên dikakan, baxçên fêqîyan, mêrgan, bi kurtasi ji ji welat, ji Kurdistan’ê tê.

Hey AKP destên xwe ên qirêjû ji pistahê kurdên alîgirê aştiyê dikin berde. Hey dilka rikdar û a ji Xwedê netirs, guhdariya vî bangê xerîba bide. Bila ciwan nemirin, aborîya welat pûç nebe, mirovahi di welatek azad û demokratîk de wekî birayan bijî.

Bu yazı toplam 6238 defa okunmuştur
23:42
 // bira
Mamoste rasti ji nivisa te pir giringe ji bo kurde xudan namus hividarim kurd hemi ve listoka wan xwunxara binpebikin ... her biji mamoste...
02 Eylül 2012 Pazar 23:42