Omer Dilsoz

Jêr û joriyên zimanê me

08 Mart 2012 Perşembe 22:12

Serê Adara îsal, me kurdan li paytexta ‘dilê xwe’ Amedê, konferansa ziman a neteweyî pêk anî.  Min wisa hest pê kir ku ziman qewareyek wisa ye, ku her tiştê wî hatiye gotin; Heke her tişt hatibe gotin nexwe em çi bêjin jî tenê dubare ye, belkî jî çendbare…

De bila sedbare be babo, ez ê ya sedûyekê lê zêde bikim.

Îsal zivistana me kurdan hem sar bû hem jî dirêj kir. De bila dirêj bike bavo, bihar tê û dixemile, deşt û çiya dikemile. Kanî û robar der dibin, gul û kulîlk geş dibin…

Welê xuya ye, têkiliya me kurdan û Adarê têkiliyeke gelekî kûr û ji mêj ve ye, têkiliyeke qewî diltenik, dilşewat, dilgeş, zîz, xweş û nexweş e.

dilsoz.jpg

Em û adar, weke evîna pervankê (perperik) a bo ronahiyê ye, çend nêzî dibin me disoje, çend me bişewitîne hin me geş dike û ber xwe ve dikêşe.

Em û adar, weke Helebçe û Newrozê ne.  

 Vêca ji ber vê ye ku gava dibe Adar, xwîna me kurdan bi yekcarî dikele û weke tevahiya xweristê reh û rehçînkên me yên westiyayê zivistanê, çîlan ji xwe radikêşin û weke gulberfînekê serî li ber gazrên befirê yên stûr û sar dihilînin.

Em û serhildan; Du têgih in ku weke av û nan, xwê û rûn, siyabû û jajî (J), têkel hev bûne.

Erê, vê Adarê me bi konferanseke “navê wê pir pir giran” a neteweyî li dar xist. Hemû reng û dengên konferansa kurdî bi kurdî bûn. Ji bilî “buyur”a Ehmed Turk min çu dengên Tirkî an bi zimanekî dîtir nebihîstin. Heta dikarim bêjim ku van çar rojan min piçekî bêriya “Tirkî”ya Qardeşlaran jî kir û lewma min xwe negirt, ez rabûm min gotarek bi qardeşkî/tirkî darêşt.

Di konferansê de çi hate axaftin?

Di vê konferansê de kurdên Jêr û Jor şûrên xwe ji kavlanê xwe kişandin û ji bo “zimanekî yekgirtî yê standart” bîr û boçûnên xwe li ser sêla konferansê pahn kirin û gotin û nesotinJ)

Ango,  di vê konferansa ku “dibêje lê napêje” ya ku bûye karektereke demî ya kurdan de, çanda tolerans û tehamulkirina hev hinekî rûyê me dilxwazên vî zimanî geş kir.

Jixwe mebesta kombûnê wiha hinekî jî ev e; Em guhê xwe didine hev ka di kîskê her yekî ji me de çi heye. Nexwe tu rabî, hêj te neteweya xwe saz nekiriye, zimanê xwe hezar caran “standart bikî” jî, hemû zar û şêwezaran di nav hev de hevîr bikî û jê zimanekî nû yê “elokanî” durist bikî jî, ziman guhê xwe nade me.

Ziman, xwe bi xwe riya xwe vedike. Heke ziman bi zar biketa dê bigota, “Bela xwe ji min vekin, hûn çi ji min dixwazin.”

Êdî welê ye ku derdê me yê neteweyî a rastîn, zimanê me ye. Ka di jiyana bajarvanî ya bakurê Kurdistanê de çi goşetarî jî ji Kurdî re nemane. Hela berê dergehên bazaran lê vekin. Hela berê leyîz û luqiciyên zarok û mindalan bikin kurdî. Zarokên me bi çanda Pepee û Keloğlan mezin dibin, çima Şeng û Pengêyên me tune ne?

Ka televizyonek bo zarokan, bo ciwanan, bo jinan, pîr û kalan, bo zengîn û feqîrên kurdan ku hemû tex û rengê civakê lê bihewe û xwe tê de bibîne?

Ev pirsên min li kê ne: Wele ez jî nizanimJ)

Ez ranabin li çi qurbanan nagerim, çi derdekî min ê wisa jî tune ye.

Lê tişta ku min dît; Dîmenek heye li holê: Kurdî wek zimanê nivîsê di navbera Kurdiya Bakur û Kurdiya Başûr de lotikan dide xwe. Ez welê dibînim û hizir dikim ku heta bîst salên pêş me, em ê tenê bikaribin behsa Du Kurdiyan bikin: Ya Jorî û Ya Jêrî… 

Dê kirasê ya Jorî: Kurmancî, kitanê ya Xwarê jî Soranî be. Heçî Zazakî ye, nemire jî dê zêde local û manjînel bimîne û tenê di devereke berteng de bête bizarkirin. Her ku diçe qisepêkerên vî şêwezarê xweş û rind, bi ser du meylan tên û diçin. Beşek qewî jê, Xwe bi Tirk dizanin û bi dilxwazî (hinekî jî ji ber helwesta Kurmancîaxêvên me ya sersar û neyînî) wê rê hildibêjin, beşa mayî jî entegreyî Kurmancî dibin.

Başûr, sertaser di bin nîrê Soranî de berceste dibe; Heta çend salan prosesa Soranîkirina herêma Badînan jî dê bi encam bêt.

Konfersansê biryar daye ku “her zar û şêwezar di nava xwe de xwe geş bike” ev weha tê xwendin; “her kes bi serê xwe!”

Zivistana me îsal 90+5…, kişand, Bihar derengî be jî dê li me bigirnije. Ez di serî de “bihara jinan” (8ê Adarê), bi dû re jî bihara me hemûyan pîroz dikim.

Bihar hat û xemilî

Deşt û zozan kemilî

Bu yazı toplam 3344 defa okunmuştur