Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Îtifaq a Qirêj

Îtifaq a Qirêj

16 Tîrmeh sala 2008ê roja çarşemê rojname a azadîya welat rûperê heftê nivîsînek he bû. Gor rojname a azadîya welat “li wanê îtifaqa kirêt” nivîsî bû. Û waha domdikir.

“AKPê weki hemî bajêra li Amedê dîyardiket û li wanê jî tê pêş çava. Li hemberî sîyaseta kurd ku ca serkeve dest ji îtifaqa kirêt bernade. Piştî Amedê îtifaqa bi CHPê re peşniyar kiri bû niha ji Wanê îtifaqa wan ya kirêt deşîvre bû.”

Belê eve bû bi kurtî nivîsîna azadîya welat bû.

Mixabin mirov dema nivîsînek wahe dixwîne mirov şermê ji xwe dike. Tiştek çendî kirêt, çendî qrêjû û çendî ji mafê mirova dûr e. Êkere ev gotine ji mirovara hatîne gotin û mixabina wan mirova ku dikevin nava vê xeletî yê û kirêtî yê.

Ew mirovin ewên hezaran sale ser vî erdî, qotanê, lêdanê, kuştinê, bizulm û zordarîyê xilas nebû, û bi vî erdira jî tê nasîn.

Ser vi erdi xêr û şer dîtîne, ser vi erdi silh û mesilhet dîtîne. Ser vi erdi bav û kalên xwe di goristana da binerd kirî ne, ser vi erdi kenîne û girî ne, kêf û şahîyane dîtîn e.

Heval no; gelî gel ê bindest, êxsîr, reben, bêçare, rezîl û rûswa, em seba çi ji hişê xwe, ji bawerîyê xwe, ji xwe dûrîn. Em heta kengî dê bibîn pêkenok, bibîn leyîzoka neyar û hevrikê xwe. Ji hîvî û hizirê xweve leyîzîn û heta kengî hizir û bawerîyê xwe paşve mînin.

Hîvîyê ji hewe dikim heta kengî em dê wekî heskû ê neşûşti di nava girara neyar û xwîn xwari bûn. Qatî xwedê ev eqle, ev mejîye, ev rih û cane daye ku ca mirov bibû merş a bin pê neyari, an jî se ê ber derê gove a zalimi.

Ku ca xwe ji serbilindî ê, xwe serfirazî ê û azadîyê bişêvî û bibe kole. Kîye vê zilmê û zordarîyê lixwe pîroz dike û şermê ji xwe nake.

Temaşe bikin di herêma meda çendî leyîz liser me tên kirin, çendî zû bê eqil tên xapandin û xwe difiroşin. Tinê evene û leyîzê wekî vane ji mirovê bête xapantinra bibû şîyarî ku xwe firotin şermek kirête, xwe firotin înkara xwe ye, ya gel ê xwe ye, ya malbata xwe ye.

Hey bo xatra Xwedê heta kengî em dê hemberê neyarê xwe ser nixwîl, ser çevya û rû reş bûn. Em tu car tu zemana li xwe na zivirîn. Em tu car û tu zemana pirsa şeref û namûsa xwe nakîn.

Hindî ku neyarê me, me lêbînî, emdê wekî se ê ber pez dûvê xwe pejînin û pêşîya wanda biçîn? Bo xatra Xwedê em dê kengî ji vê kerînîya xwe paşda zivirîn, dê kengî bibîn mirovê xasmêr û xwedî xwe bûn.

Heçî mirovê gor dilê xwe me xapînî, gor dilê xwe ji bo malê cîhanê karekê bide me nêzûk me bû tivê em bawerîyê neden ê. Xwe ji bo malê cîhanê ne firoşin. Ev firotine sibê du sibe dê ji difnê me derkevî, dê pêşmanê xwe bi bûn û dê bersifka vê firotinê bidîn.

Bawer bikin em ewên sefyane, em hesbikîn û hesnekîn dê bersifka vê bê eqilya xwe giran bidîn. Bivê-nevê dê vê bersifkê bi wijdana xwe, bivê-nevê jî bi bê aqilîya xwe bidîn, belê dê her bidîn. Paşve revîna wê bersifkê tûnî ne, bê dawî ye.

Me bi nivîsîna rojname a azadîya welat ya roja şanzdeh tîrmeh sala du hezar heşta ra dest bi vê nivîsîna xwe kiri bû. Bi kurtasî hidik ji wê nivîsînê min jori îna ziman.

***

Bes em van roja jî rasti vê mijar ê bûn. Van roja jî AKP ê di vê mijarêda nivîsînek bin navê "li hemberê DTPê îtifaqa pîrozwer" nûçe û rojname a da dîyarkir.

AKP di hemberî DTPê da, CHP û MHPê ra ji bo herêma Kurd lê zêde, Mêrsin, navçe derya a spî (Akdenîzê) û bajêrê Izmîr ê bi hevra îtifaqêra pêk hatî ne.

Gor vê îtifaqa wan herêma Kurd lê zêde dê rexgirê CHP û MHPê dengê xwe bidin AKPê.

Bajêrê Mêrsinê jî dê rexgirê CHP û AKPê dengê xwe bidin MHPê.
Ji CHPê ra jî AKP li bajêrê Izmîrê û navçeya derya a spî ji CHPê ra hevrikîyê nake, an ku dê hilbijêrê rexgirê xwe azad berde.

Ji bo vê îtifaqa wan partîya seadetê rexgêr nebû ye bes ji bo wê partîyê jî hilkulan berdewam e.

Bi kurtahi dê navçavê welatîyê vê herêmê fikurîn û dê ser wi leyîzên xwe layîzin. Welatî jî dê çav û zil temaşe yî wan bikin. Ji welatîya ra çendî tişteke kirête.

Were partîya rexgirê te hebût û çend partîyê dî hemî raqîbê/hevrikê wê bin û ser dengê te jî bêş ê bikin tu jî wekî me goti çav zil temaşe bikî.
Hema vê bînin pêş çavê xwe. Wekî hemû serokên rexgirê partîyên şelandina Tirkiyeyê Erdogan, Baykal, Bahçelî bili wê tinê bi navçavê hev ne û kirêtîyê hev dibêjin. An ku ew dibêjî yêdî tu kirêt î, yedî jî di bêjî yêdî tu kirêt î.

Tinê kirêtîyê hev dibêjin êk ji wan dê ji bo xîzanîya geli çi pêngav bavêjî na bêji. Ji bo aşitîyê, ji bo aborê, ji bo karker û xebatkara, ji bo xîzanîya geli tû ji wan tû axaftinê herî girîng na axive.

Dê bêjî Tirkiye parwanê wan e li xwe herêm herêm parwan dikin. Gelên Tirkiyeyê jî pez e dê du tûlîyê xweve xwê ji xwêdanki derêxin û biden devê wi pezi û pêşîya xweda bibin.

Na bêjin ew dema Demîrel bû ew gel hişyar bû ye. Ewi geli Demîrel, Yilmaz, Erbakan, Çiller wergerandin dê Erdogani jî bidin wergerandin. Dawêyêda jî ev îtifaqine kirin, bes ev îtifaq çare nabû.

Ji wê çendê ez hîvîyê dikim mirovê xwe û mirovê te pêlîn, em xwedî ê xwe bûn, ji xwe hişyar bûn.

Mirov girêdayî wijdana xwe ye, girêdayî aqil û nîgaş ê xwe ye. Deng ê mirovi rengê mirovî ye, deng ê mirovî namûsa mirovî ye, tivê baş lê xwedî derkevîn. Hindî ku mirov deng ê xwe ji bo aşitîyê bide dê pêngavekê nêzûk aşitîyê dibe.

Hema tu nebe fikurinê çend îtifaqê kirêt li ser hilbijartina vê herêmê tên kirin. Çend partîyê welati hemî hemberê partîya te çawa dibin îtifaq. Hema tu nebe, em vê tifaqîya wan ji xwera bikin şîyar û em jî hemberê wan bibîn îtifaq.

Tivê mirovra eve baş bê fehmkirin û bikulo nava mêjî yê xwe. Heske Kurd û şoreşger, demeokratên Tirki di vê hilbijartina 29 adarê da pir şarederî dane qazanckirin wê demê dê pêngavekê nêzik ê aştî yê bibin. Ha… heske di vê hilbijartina 29 adarê da pîçek şarederî dan qazanckirin wê demê jî dê du pêngava jê dûr aşitîyê bikevin. Gore hindê ji xortîyê li wijdana xwe bikin û dengê xwe bavên sandiqê.

Bawer bikin eve ne gelekî îza ye, tinê em deng ê xwe xwedî derkevîn û gor wijdana xwe pavên sandiqê, bes e.

Dest li ser dilkê bî,
Gel bi hevra îtifaq bî,
Aştî û azadî bi gelre bî,
Rojên wan wekî hev bî.
Çirûska kînê tû ne bî,
Nav gel a dijminahi rabi bî,
Xwişk û birati her he bî,
Dê aştî pir nêzûk gel bî.
Gel biçî ser sandiqê jî,
Lêda mohra mifriqê jî,
Dengê we bigehînî heqiyê jî,
Bin pê mirçiqînin tev neheqîyê jî.
Aştî bi destê min, te û yêdî,
Mal bi mal rabin ser pê, êdî,
Bi hevra biborînin, bi biratî,
Qemî çavên Dehaqa peqî.
Da gel xelas bî, ji vî Dehaqî.

Ez ne helbestkarim bes ez helbestkara lêborîna xwe dixwazim. Ev helbesta hindik ji dilê min hat û min nivîsî jorî.

Lêborîna xwe ji hewera dixwazim, ya herî girîngî eve ku ev nivîsîn a min ji hemû Kurdara nahê gotin. “Min hevokên xwe ji rûbarê zê ra gotin dawîyê halik nezanî jî dê xalik bizanî.”

Dawîya hilbijartina 29 adarê ji gelan, Kurd û Tirkara ser xêr û xweşî yê be.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10