Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Îro roja tifaqiyê ye

Îro roja tifaqiyê ye

Ev rojene, bi taybet ev hilbijartina 30 adarê a biratiyêye, a wekhevî û bi hev re ye. Roja pêngav bi pêngav xwe gehandina aştiyê û azadiyê ye.

Aha vê rojê divê navbenda kurdan de nakokî (çelişki) rabin û kurd rasti dagirkeran di vê hilbijartinê de mile xwe bi mile hev û aliye tifaqiyê de ji gelên dinyayê re bibin mînak. Bila bê zanîn ku ez nabêjim bila ev nakokîyên navbenda wan de heta qirên qiyametê rabin. Belê ji bo vê hilbijartinê divê xîmê tifaqiyê danên û hindik jî be nakokîyên navbenda xwe de ji bîr bikin.

Vê dibêjim. Bila heta zimanê kurdan bibe zimanê netewî, heta kurd bi tevahi bigehin heq û hiqoqê xwe, heta welatê xwe ji bin potîna dagirkeran azad dikin bila nakokîyên navbenda xwe de ji bo demek kurt ji bîr bikin.

Dema bi tevahi ev quletanî, dîwarên bi mînaka dîwarên kelê û cudahiya navbenda kurdan de rabûn û kurd bûn xwedî maf, bila ê bivê dikomeleya xwe de, ê bivê rêxistinê xwe de û ê bivê jî bila partîya xwe de têkoşîna xwe a demokratik bike. Wekî me goti bila piştî kurd geheştin mafê xwe, ê bivê cudahiyên hiş û ramanên xwe bi demokrasîyê re xemlîn in. Lewre demokrasi bi nîqaşa cudahiyan re dewlemend dibe.

Tenê hêvîya me ji kurdan re di vê hilbijartina 30 adarê bi birati, tifaqi û camêri rasti neyarê xwe şarederên xwe bijêrin.

Tiştik zêde û nahê qewinîn nabêjîn. Ev hinde sal û zemane dagirker kurdan berdin pistahê hev, bila ev pêş çavên me be û me dinava tifaqiyê de merçiqîn e.

Tenî a ji destê me tê em ji bo demek kurt de, van nakokîyên navbenda xwe de ji bîr bikin û dengê xwe parçe parçe nekîn. Lewre her dengek şarederek e.

Dizanim ku ew partiyên kurdan ên kevti vê hilbilartinê de “em hewcetiyên demokrasîyê diînin cih, lewre demokrasi parwanê tu kesê nîn e” dibêjin.

Ez jî dibêjim, her ji erdi heta esimani hûn heq in. Demokrasi parwanê tu kesî nîn e. Belê heke ji gelekê wekî gelê kurdan di bin potîna dagirkeran de ev hinde sal û zemane berevaniya azadiya xwe dide hebe. Ev hilbijartin jî ji bo nêzîkbûna azadiya wi geli fersende be, seba çi em dê xwe berdin nava van nakokîyan.

Demokrasî we xweş e, mirov nava wê de azad be. Ew demokrasiya aliye vê şîroveyê de tê şîrovekirin, ne a wi gelê bin potîna dagirkeran e. Ê pêş çav ku vê demê demokrasi a xwedîyê wan dagirkerîyan e. Lewre ew demokrasîyê çawa şîrove bikin em jî bimînaka êtîma pêşîya wan de dibezin.

Wê demê em dişên bêjin demokrasi parwanê wan e û tu heqê me di wê deokrasîya niha di rojevê de çu nîn e. Dema em bûne şirîkê demokrasîyê, dê wê demê demokrasî bibe a min, te û a ê dî.
Ê xwedî van hişan divê pêşîyê demokrasîyê bi xwe re bibîn e û paşê jî xwedî demokrasîya xwe derkeve. Di vê sedemê de dibêjin ji bo xwe bigehîn in demokrasîyek heqkiri pêşîyê tifaqiyê de qoweta xwe bikin yek û paşê bibêjin demokrasi parwanê tu kesê nîn e.

Ev roj wekî me goti roja me a tifaqiyêye. Divê em tev kurd xwedî xwe, denge xwe û wijdana xwe derkevîn. Lewre her dengek ji dengê me kurdan dê pêngav bi pêngav me nêzî Îlana Rêveberîya Xweseriya Demokratik bike.

Ji bo vê armancê divê em vê hilbijartina şarederiyên bajar û navçeyên herêma em tê de dijîn û pir jî a herêma tirk tê de dijî qazanç bikin.

Tê zanîn hilbijartinên dawî de şaredarek dihat û yek di çû. Navbenda ê hati û ê çûyî de tu ferq çu nebû. Her du jî ên partîyên sîstemê bûn û tenê malbata xwe dewlemend dikirin.

Îro bi rêberiya gelê kurd re şarederên kurdan heke serbikevin wê deme dê şêlû û zelali derkeve ortê. Dê wê demê bi mînaka Kantonên Sûrîyeyê em jî dê bibin şirîkê rêveberîya şarederiyên xwe. Di vê sedemê de ji bo çareseriya dempkratîk û avakirina sîstema xwe, dengê geli cihek pir girîng digire.

Ez di vê demê de dibêjim ê di aliyê cudabûn û parçekirina dengi (raye) de israr bike û ew dibe alîgirê partîyên dagirkeran, çu dî daxuyanîya wê çû nîn e.

Ji bo kurdên mertopolê û welatperwerê tirkan jî vê hêvîyê dikim. Ez ev hêvîya xwe a ji gelê kurdê Kurdistana Tirkieyê de dikim. Her we wekî min goti ji kurd û tirkê metropole Tirkiyeyê re jî dikim. Gor hêvîya min çawa Kurdistana Tirkiyeyê em bi tifaqi şarederên xwe bijêrîn ew jî we bi tifaqi divê denge xwe bidin HDP’ê û şarederên xwe bijêrin.

Dê rabin. Kurdê welatperwer, tirkê şoreşger dem hat, roj ev roje. Aştî û azadî li benda me ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10