Omer Dilsoz

Hûn qet çûne serdana girtiyan?

11 Temmuz 2014 Cuma 11:10

Roja pêncşemê, hevdîtina rûbirû hebû di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de û ez jî wek serdêrek çûme serdana Giyasettin Sevmîş ku di zaroktiya min de navê wî wek Xeyazê Husê di hişê min de heye.

Xeyaz, girtiyê ji doza PKKê ye û hukim kiriye, ango girtiyekî mehkûm e. Herî dawîn berî şeş heft salan ez bo hevdîtineke rûbirû çûbûm Girtîgeha Bedlîsê bo serdana bavê xwe… Xeyaz, girtiyekî nexweş e û li gorî daneyên bijîşkan û raporên wan, divê bête berdan… weke bi sedan girtiyên dî.

Saet li dora 12:30ê ez çûm Komeleya TUYAD-DERê, saet li dora 13:00-13:30ê dê servîs bihata û em bibirana girtîgehê.

Ji bilî min du sê malbat, tevî zar û zêcên xwe li wê derê bû; Paşî min ê zanibûya ku ji malbatê destûra 6 kesî heye ku bi hev re biçin serdanê.

Yek ji wan malbatan jî, malbata Hevalê Husên bû. Baş serwext nebûm, lê an ji Qoserê an jî ji Batmanê hatibûn û yên din, çîrok dibe ku di nava xwe de xwemal be, cuda be, lê tayeke van çîroka her kesê dihate vê rê, li vê duryanê digihîşte hev.

Navek ser wan bû: Malbatên girtiyan. Gelo, çawa ye ku mirov kesek ji malbata girtiyekî be, kesekî nêz, wek; law, keç, dê û bav…

Pir neçû, bala min çû ser Bozo; kurikekî çar-pênc salî, bozik, çav kermoz, tu dibêjî qey xwedê hemû xweşikiyên zarokekî anîne û li wî bar kirine. Bi qasî min bihîst, dayika wî bi navê Mistefa Mihemed; an jî Mihemed Mistefa gazî lê dikir. Ew, biçûkê xwîşk û birayê xwe bû. Digel dayika xwe, vê kelegerma Tîrmeha Amedê ketibûn rê da ku biçin serdana bavê xwe. Bav, zindanî bû.

Bozo, weke berxika danê êvarê ji çêrê tê nav kotanê û bi bêhna maka xwe dihese, li ccihê xwe nedilebitî. Av disekinî ew nedisekinî. Destpêkê, mirovî dê bigota –ev çi şûm e, lê na, tu kesî wisa nedigot, jixwe tu kesekî dil nedida tiştekî bêjê, dayika wî jî…

Ode germ bû, bi klîmayê honik dibû, di vê demsalê de vekirina pencereyê ne honikî, germahî zêde dikir, ji ber wê jî ger klîma vêxistibe pencere tên dadan. Lê Bozo, hildişiya ser kursiyan û çavên wî tim li paceyê bûn. Navberekê min dî, bi wê kurmanciya xwe ya hingvînî gazî kekê xwe kir, go –“Bi xwedê va hat, va hat!” çi bû hat, Bozo wisa bi kelecan çi dipa, bîskek dî pê hesiyam ku Bozo çaverê servîsê ye ku were û zûzûka me bibe, bigihîne qonaxê. Ax Bozo, ax! Ev çi rêkeke dûr e ne wisa?

Wê kêlîkê hişê min wek kerengeke beyî ya ber ba, gobilî û çû çû, ez birim kirim mêvanê dilê Bozo yê biçûçik ku weke têjika beytikekê diperpite…

Belkî ev çend roj in, Bozo, dixwaze zû razê û zû hişyar be, heta biçe asîmanan rojê zû pal de da ku roja Pêncşemê zû were. Xwedê zane, wê êvara çarşemê Bozo bi çi tewrî raketiye û xew ketiye çavan; çima şev hin çir û dirêj bûye, çima sibe zû nayê!...

Paşî weke xiyalekê ew roj hatiye û va ye piştî hemû berheviyan Bozo li vê derê ye, li Komeleyê, ber pacê, çav li kolana xwarê, weke ku agir bi canê wî ketibe, av disekine ew di cihê xwe de netebite; Ma çawa bitebite, ew ê biçe serdana bavo!

Bozo, ji paceyan hîç hez nedikir, kengî didî pace girtiye, radipelikî dîwaran û pace heta ser devî vedikirin, derî jî, Bozo, dinyayeke sahî û vekirî dixwest; Bê dîwar, bê têlên rêsayî, bê deriyên hesinî, bê mifte, bê nobedarên cilkesk ên wek sîsyarkan ber wan remidî…

Bîskek dî Bozo û xwîşk û birayê xwe bi leza bay daketin xwarê û çavê wan li deriyên servîsê mane beq; çima ev şofêr xwe giran dike, çima nayê, ma qewl nîn e, ma em naçin êdî?!

Dawiya dawî ew dem jî hat, vê carê Bozo bela xwe di paceyên servîsê dida, rêwiyan çendî gazin lê dkirin jî, wî dixwest zû bin û hemû pace bêne vekirin, ma çima ev dinya tev kirine derî û pace!...

Dirêj nakim, saet li dora 15:00ê em li cihê hevdîtinê bûn; îja bisekine, bisekine, bisekine, ahe, dawiya dawîn, li vê cihê hevdîtinê, qata zemîn a binerdê, va ye girtiyên me yek bi yek, bi nîzam û dîsplîna ‘girtiyên siyasî’ hatin. Peyt, xwebawer û moralê wan geş bû.

Ez û Xeyaz li nêzî malbata Bozo bûn. Bavê wî hat, bixêrhatinek li me da, Xeyaz em bi hev dane naskirin û dîs avegeriya nav zarokên xwe. Her kêlî, her saniye bi zêrî bû. Zaroka keç melûl û bêdeng, li tenişta bavê xwe rûnişt, lê av disekine, Bozo nasekine; hildiperike dîwarên zindanê û weke ku dixwaze vê qefesa tarî hilweşîne, xwe nêzî wê kuleka jorî dike. Bav naxwaze lê biheytîne, dayik jî şaş maye, lê Bozo nasekine. Qey mişkek di wê qulê re dîtiye, pey wê ketine.

Bîskek dî, hew me dî Bozo û birayê xwe li ser maseyê aliqîn –bawer im serê wan li hev ket- îja girî, lê çi girî; belkî jî ahe vê gavê Bozo hestên xwe yên rastîn didan der, belkî ji bo vê yekê bike, wiha nedilebitî, nexwe bavo dê çawa ew hilgirta hembêza xwe!?

Çi zor e mirov kurd be, çi zor e mirov hem kurd be, hem zarok be; Hem zarokê bavekî zindanî be hem bavekî zindanî yê zarokine bê ser û sermiyan be!...

Bozo, ne yek tenê ye ha, welat mişt e ji Bozoyan; welatek, nifşek ev 30-40 sal in, wek Bozo mezin bûn. Dengê zaroktiya wan di wan têlên hesinî de rizî û çû…

Navberekê hevalê Husên bi ser min de vegeriya, pê hesiya ku ez pir baldarî çavdêriya vê rûdanê dikim, go –Hevalê Omer, tu yê vê jî binivîsî!.. Bi ken weha got, Husênê simbêlqeytan û Bozoyê biçûk, ji difna hev ketibûn, tu Husên 30 salan bibe berê hema dê bibe Bozoyê îro…

Û veger… Ax, dem çi zû çû; keçikekê zeft xwe di lingê bavê xwe werdaye, weke ku dibêje, heta hûn wî nedin min ez ji vir naçim û yeke yeke yeke, bi milyonên dî, ev tam 30 sal e, ev nifşek e weha mezin dibe, zarok li vî welatî…

Heke gava çûyinê min Bozo nedîtiba, di vegerê de min ê ew nas nekira; Bêdengiyeke qetranî hatibû û ketibû ser wî kurikî, te bi kêrê nedikarî peyvekê ji devî wergirî; mit, posîde, melûl û weke sîvanokeke ber baranê revî û xwe di bin qurmê gwîniyekê de lemisandî… Kî dizane, Bozo, çi difikirî, lê aşkere bû ku hê jî bêhna bavo seh dikir û dixwest çavên xwe deyne ser hev da ku di hişê xwe de, wê dîmenê, wê dîtinê dubare dubare bijî…     

Bozo, ax Bozo;
nizam şevê dî xew ket çavên te?

 

 

   

          

   

 

 

 

Bu yazı toplam 4634 defa okunmuştur