Silêman Feqiyanî

Hizirên Yekalî

05 Şubat 2010 Cuma 15:10

Ji berê heta îroj de di nava welatiya de behsa dewleta kûr hebû û îro jî dom dike.

An ku ji dewleta heyî ji hikumeta heyî cida, dewlet û hikumet heye û bi giranahi jî rêveberî di destê wan de ye.

Ew in rêveberiya welati, a welatiya, a têkilahiyên welatên cîhanê gor dilê xwe bi serek bilind re rê diben. Di bêjîn rêveberiyê gor dilê xwe diben, çimkî kîjan pêngav zirarê dide welat kîjan zirarê nadetê mêjîyê wan vêra nagehî.

Çimkî heke di vê rêvebirina welat de fahma û zanaban pêşîyê dê hêman/unsûrên zirarê diden welat ra tengavi derêxistiban û ew dê di nava dewletê de bijartiban.

Belê ev zîhniyeta/bîrûbawerîya tengav û kêmasi re pêtir çeteya, dizuhîza xwedî derkevin. Bi avabûna temsîliya Alayên Hemîdîyê re jîtema û kondraya li serê geli dikin belaya girîng.

Hindî çete/diz in, hindî jîtem û kondra ne, ew jî ji bona karê xwe di nava welat de alozîyê derêxin ku ca karê xwe zêde bikin, pêtir di welat de bibin xwedîyê axaftinan. 

Di vê çarçuvê de heft-heşt sal berê Partîya Spî kete desthilatîyê û rêveberîya dewlet hilda desetê xwe. Evê Partiya Spî jî wekî partiyên borî di welat de kadroyên xwe cih kirin û niha jî domdike.

Cîhan di zanî, bi giranahi dadger û dozgarê Tirkiyeyê rexgirên dewleta kûr in. Ji wê çendê jî Partiya Spî bi giranahî dadgeha de, nava dozger û dadgera de kadroyên xwe cih kirin.

Niha dadger û dozgerên Tirkiyeyê bûne sê kom. Kômek aliyê kar û berjewend/menfeet û serkeftina Tirkiyeyê ne. Komek rexgirê dewleta kûr in. Koma sêyê jî rexgirê Partiya Spî ne.

Partiya Spî ku dibingeha Tirkiyeyê de cihê xwe qahîm bike, hemberî çete/diza kevte nava şer.

Çimkî ev çeteyene yek bi yek neyarên Partiya Spî ne û rexgirên dewleta kûr in. Di vê wateyê de, dizên çeteyan rexekê xwe rexgirê dewletê tînin ziman, rexê dî jî dizîyên xwe re domdikin. Di bingeha van çeteyan de ji bo berjewendiya xwe, navbeyna gela de fitne û fesadiyê derêxin.

Partiya Spî ji van ku ewên bişêtê di bin navê Ergenekonê de înane hemberê dadger û dozgerên rexgirê xwe. Ev dadgeha Ergenekonê di rêzê de berdewam dike û ji van hêmanên zirarê didin welat, ên bişênê dikin girtigeha, ên neşênê jî pêtir zirarê didin welat.

Di vê cihbûna Partîya Spî re, di seri de leşkerî, paşê jî dewleta kûr tirsî. Gor hizirên wan Partiya Spî dê nîzama şerîeti  li welat cih bike.

Di van hizirên xwe de jî neheq nebûn. Ev dîtina hemberê Partiya Spî bi vê hizirê re jibona girtina Partiya Spî doz vekirin.

Belê dadgerên rexgirê Partiya Spî di dadgehê de zêdebûn û bi zêdehiya wan re Partiya Spî negirtin.

Heke bavê heqiyê be her du ali jî ji şikên xwe re neheq nebûn. Di hebûna Partiya Spî de dê minfeatên hindika zirar bibîne, rexê dî jî welat ji bona rexê  nîzama şerîeti  diçe.

Hizirên van dadger û dozgerê rexgirê Partiya Spî û dewleta kûr di aliyê Tirkiyeyê re eve ye. Başe hizirên wan, di aliyê Kurda re çawa ye.

Em dizaninin her du ali jî neyarên Kurdan in. Tinê hindik dadger û dozgerên aliyê rexgirê minfeatê Tirkiyeyê û rexgirê Kurda henin, mixabin ew jî bi hejmar re hindik in.

Seba çi neyarê Kurdan in. Ez bi hindik pirsa re bînim ziman.

Ji berê heta îro û îroj jî bi zêdehî zîhna tarî Kurda wekî welatiyê duyemîn dibînin. Di vê çarçovê de jî kupalê xwe ê zilmê li ser serê Kurda ranakin.

Divê bê gotin.

Hey dadubêdad (el eman) dewrê heft zemana kî bihistîye ku ciwanê seba destê wi şûna toza axê be û ji vê sedemê bikevî girtigeha? Qatî ew nizanin zarokên Kurda sibê heya merxep di nava tozê de leyîzin û hemû dema destên wan şûna tozê ye.

Hey bo xatra Xwedê kî bihîstiye ciwanê di berûka wide tu kevir çune û bêjinê “berûka te şûna toza keviri ye, te ji berûka xwe kevir derêxist” û ji vê sedemê ciwan/zarok bikevî girtigeha? Ev bêbexti nîne carê çi ye?

Hey bo xatra Xwedê kî bihîstiye ku ciwan/zarok di kolanê de dibiçe û bi rexê polîsi re “te hemberî polîsa berhingarî kirîye” û bi vê sedemê re bikevî girtigeha? Ev bêwijdani nebe carê bêjin çi ye?

Hey bo xatra Xwedê kî bihîstiye cihê zaroka/ciwana polîs hizir bikin. Dadger û dozger jî bêjin zaroka “hûn di nava van hizir û hişan in” zarok/ciwan bi vê sedema hizirên wan bikevin girtigeha. Gelo cihê kîjan mirovan mirovek dî dişê hizir bike û hişên wi gor xwe bide xebatê û gor hizirên wxe ewi sucdar bike û têke girtigeha.

Hey bo xatra Xwedê kîjan welati de hatiye dîtin ku mirovê bi xwesteka geli û bi dengê gelire hati bijartin û bûyî Şaredar, paşê jî destên wi bê kelepçekiri û bi vê sedemê berê wi dayî girtigehê?

Hey bo xatra Xwedê di kîjan welati de hatiye dîtin ku endamên partiya gore qanuna vebû û gor hişên dadger û dozgera hizirnakin û bi wê sedemê jî bikevin girtigeha?

Hey bo xatra Xwedê roje nîvro di kulana, gund û beyara zarok tên kuştin belê kujerên wan destê xwe tejînin û nava sûka digerin. Eve kîjan welat de hatiye dîtin? Ev bêedaletiye kîjan welati de heye?

Ev zilm û zordariya ser hiş û ramanê Kurda, ser gund û warê Kurda, ser ziman û çanda Kurda bi xalan re xelas nabin. Evên jori ji wan hindikin.

Ev zilm û zordariya ser welatiyê Kurd, ser karker, demokrat, şoreşgerên welat tê kirin bi dil û hezkirina Partiya Spî re tê kirin. Evê mirovê kor û ker jî dizanî.

Welatiyê Kurd, Tirk, Zaza û ên dî, xwe kor nekin, evan û ewên wekî vane bibînin û xwedî xwe û welatê xwe derkevin.

Bu yazı toplam 5041 defa okunmuştur