Silêman Feqiyanî

Hişên bi rik û şêlû

24 Haziran 2010 Perşembe 14:55

Di koka peyvê de wateya anîn hizira mirovi rind nîn e. An ku gore mehdê mirovi nîn e. Şêlû bûn bi çi wateyê bê pêş çavên mirovi bila bê, êlinç tên mirovi û mirov aloze dibe.

Wekî kelexê hêwanekê ji germê li ber tavê kêrmî bibe û bêhn ketinbitê, an jî mirovê jiyana xwe winda kiri û bi zêdehî mayî ser axê û bêhn ketinbiyê çawa êlincê bide mirovi, tiştê şêlû jî we êlincê dide mirov i.

Zidê şêlû bûn ê jî zelal e.

Çend mirov bi peyva şêlû bûnê re tevlihev dibe, rasti peyva zelal jî hind kêfxeş di be. Mirov hêvîye dike ku bi têkiliyên zelalî re eleqe bibe, bi wan têkiliyan re mijûl bibe.

Wê demê kifş e ku dabaş a me ser welatê şêlû ye, têkiliyên şêlû ne.

Mînak; dema kur/heri têkil avê bû av şêlû di be. Dema kês (qirş-qirşik) jî têkil avê be carek dî ji wê avê re dibêjin av a şêlû. An ku tevlhevbûna tiştê qrêjû û avê, ji wê avê re dibêjin ava şêlû.

Peyva şêlû bûn ê di aliyê xazeyî (mecazî) re ji heywana (ajal) re jî tê gotin.

Mînak; heywanê di şolekê de inirî û nexebitî ji wi heywani re dibêjin ew mîrate carek dî şêlû bû. Havîna ji ber germê mêş, moz rahêlin ga, gamêş, çêl, moce, nêngona û ev heywane hêrs di girin û tevli hev dibin, dûv ê xwe radikin jo bo cihê hînî dibezin. Ji wan re jî dibêjin heywan şêlû bûn.

Wekî heywana bi mirova re jî bi xazeyî tê gotin. Dema mirovek rasti tiştekê bi hêrs bû ji wi re jî dibêjin temaşe bike carek dî şêlû bû. Mirov rasti neheqiyek ê şêlû di be, rasti asimilasyon ê, talan ê, şelandin ê û hwd. şêlû di be.

An ku dema mirov di jîn a xwe de dizî, hizî, direw, xapandin, şelandin, kuştin, lêbandin, rik, zikreşî û hwd. de rû bi rû ma. An ku yek ji vane re têkilî kir ji wi re divê bêjin ev mirove şêlû bû ye. Lewke kirêti, neyari û xirabi bi şêlû bûnê re tê wateyekê. Ji şêlû bûn a mirova re mînak pir in.

Temaşe bikin di xîmê Tirkiyeyê de pirsgirêka kurdan heye û dema yek ji endamên AKPê, CHPê, MHPê û partiyên dî ên sazûmana Tirkiyeyê re bêji “di xîmê Tirkiyeyê de pirsgirêka kurdan heye” hemî jî di dema xwe de şêlû dibin.

Ji wan re “gelo ev şer e di be sedema windabûna ciwana, di be sedema xîzaniya gel a, di be xîzaniya abora welat” hemî bi hev re şêlû di bin.

Me got welatê Tirkiyeyê jî di dîroka xwe û heta îroj ser xîmê şêlû ava bû ye. Em carek dî di bêjîn di pir aliya de şêlû ye.

Di welat de kîjan kevir ê tu ji erdi rakî di bin wi keviri de hilma şêlû û rû yê şêlû di herikin.

Di aliyê sîyasî de, di aliyê aborî de, di aliyê leşkerî de, di aliyê partî û hikometa re herî şêlû ye.

Welat di aliyê dizîyê, di aliyê şelandinê, di aliyê lêb û xapandinê de herî şêlû ye.

Welat di aliyê biratiyê, di aliyê heviliyê, di aliyê xîzaniyê, di aliyê cînariyê, di aliyê malbatiyê de şêlû ye.

Welat di aliyê rik de, aliyê çavsori, aliyê zikreşi, aliyê dijminiyê, di aliyê xwîndariyê û di aliyê neyariyê de jî şêlû ye.

Hiş û hizirên hikometê ji şêlûbûnê jî borî ye. Pêle şêlû bûn, ji lêlava qrêjî borî ye, bû ye herî.

Serokwezîr dibêje ên aştiyê dixwazin harî terorîsta dikin. Mirov di mîne şaş ku ew çi zêhn e xwastina aştiyê û terorê dane ber hev. Wê demê kurd hemî aştiyê dixwazin û kurd hemî terorîst in. Welatperestên tirk jî aştixwazin, ji wan re jî dibeje terorîrt.

Di vî welati de ên kategorîya terorîsta de cih negirti; ên rexgirê şeri û ji aştiyê re jî rik girtin in. Ewin ewên hiş û hizirên wan, rik û dîtinên wan şêlû.

Ewên wahe kategorîya şêlû de ji bo xwedî derketina selteneta xwe, ku ca selteneta wan ji dest wan dernekevî êrija diben rexên xwe. Belê dawiya wan jî dê wekî ya dûpişki be. Dûpişk çawa dawiya êrija xwe bi jehre xwe re xwe dikuje, ew jî  dê zirera herî mezin bidin xwe.

Bawer bikin hevalno dê aşti qazanç bike. Mêjîyên şêlû bû dê nêzîk de zelal bibin. 

Bu yazı toplam 5208 defa okunmuştur
Radestbûnî
 // kurdewar
Kekê Silêman rêxistin û hêzên kur ewil bedenên me radest kirin mixabin.Naha jî hişê me aqilê me radest dikin ku ramanên azad çênebin. Ev xeter e ji bo me bêguman. Pêwîste em dijî vê radestîyê helwest bigrin û mejûyê xwe teslîmê kesî nekin . Digel silav û rêz...
25 Haziran 2010 Cuma 11:37