Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hiş ên devleta kûr

Hiş ên devleta kûr

Gor Tirka Kurd kêmanc in û Kurd mirovên minewer û berketî û eslî nînin. Kurd bê eslin û mirovên çiyayî ne. Wekî dawîyê de navçeyek Colemêrgê pisaxa û kêmanc hebûn. Tirk jî pisaxa ên Kurda bûn û Kurd kêmancên wan.

     Tirk bi eslê xwe re esleke yêkemînin, bes Kurd bi eslê xwe re ji wan jêrtir in.

     Xolam û xidamên wan in, şivan û gavanên wan in, kole û navmalî yên wan in.

      Tirka çi bivê Kurd dê wê bikin û dê ber wan amade sekinin. Tirk bêjin herin dê Kurd biçin, Tirk bêjin werin dê Kurd bên. Rabin dê rabin, rûnên dê rûnên.

      Çawa şivan pezi li deşt û newala diçerîne, ava co a, rûbar û behra dide vexwarin, şevê radike şevînê, rojê ji bona dotinê li cihê bêr ê di kom dike û navbera dudanîya (du cara dotin) pezi de, pezi radike palîn ê.

     Tirka jî her wekî şivani Kurd di bin destê xwe de tivê.

     Heske kûtekê pavêjin ber Kurda, ewi kûti jî tivê Tirk bavêjin ber wan. Tû heqê Kurda çunîne ji bo kûtekê  bixebitin.

      Tirk hind xwe mezin û jori dibînin, Kurda jî hind biçûk û jêri dibînin. Ji ber hindê jî dema  yek ji Tirki hate kuştin qîyametê tevlihev dikin.

      Qet di bî?

      Qabile?

      Mirovê  Tirk çawa çêdibe bi rexê Kurda re tê kuştin?

     Xolam çawa axayên xwe dikujin?

     Kole çawa xwedîyê xwe dikujî?

     “Tivê berdela vi Tirkê hatî kuştin deh Kurd bên kuştin ku ca Kurd qedrê afîyetê bizanin” di bêjin.

     Belê  dema yek ji Kurda hat kuştin “ewi heq kiri bû, bila rasti qanûnê mizurî nekiriba, bila qanûn pêpes nekiriba” di gotinên xwe de berdewam dikin.

     Di alîyek dî de jî rabûn çend gir, çîya, kele û avahîyên xwe ewên herêmê “yê bêjî ez Tirkim her bijî” bi tîp (harf) ên mezin nivîsîn.

     An ku yê xwe Tirk nebîne tivê ne jîn e. Ev hevoke jî wekî kevirê bereqanî yê diveresî û navçavê Kurda dikevî.

     Kurd ser vê axê bi jînî, bêhnê ji cergê xwe bikêşî  û bide, xwedîyê rehika, goşti û hêstîya, xwedîyê binyatekê be wê hevoka asîmilasyon nabêje û ji wê re hes nake, qet qabile?

     Bili vê jî tewayî zarokên Kurda dibistana pêşîyê  de her roj sibe a bi avazekî bilind “Tirkim, mirovek restim, zîrekim, hebûna min gorî hebûna Tirka be” pê diden gotin.

     Ez bawer nakim Kurdê ji heft sali heta heftê sali, tû ji wan ev sûnde ne goti. Me Kurda hemîya ev sûnde bi çendîn car gotîye bînin hizira xwe.

     Evan hiş û hiziran, evan daxwazî û hêvîyan re heta 1984ê Kurd wekî mihê di paş xwe de birin.

     Her we sala 1984ê de Kurda dest serhildanê kirin. Di vê têkoşînê de jî exlebe Kurda navbeyna 1984-1994ê di wan deh sala, hindik rexgirtin dan têkoşîna Kurdê serhildanayî. Dilê wan Kurda de “ev serhildane jî wekî serhildanên dawîyê de dê zû bên pêpes kirin. Rasti cîhanê jî we dizanî.

     Vê  navbeyna deh sala de jî hêzên Tirki jî êrişên herê mezin di ser Kurda de înadin. Bi çek û bombeyên xwe re ji bona înkar û îmhayê tiştê ji desti hati paşve nehêlan.

     Pir kuştin di her du rexan jî çêbûn, bes pêtir ji Kurda hatin kuştin û winda kirin. Pir gundê Kurda sotin û vala kirin. Bajêr û navçeyên herêmê de mafê mirovan danîn bin pê a.

     Zêdehî  sûçên wan nabêjim çimkî rûper têrnakin.

     Belê  cîhanê, Tirki û ya ji hemûyê girîngî Kurda dît, ev têkoşîne bi îmana hesinkar kawa merqiçîye û tepesera wê nemimkun e.

     Bi milyonan Kurda jî temaşe kir ku ev serhildane tepeser nabe û  baweri bi vê serhildanê hat û bi milyonan re bûn rexgirê wê. 

     Niha jî yê pêş çav Kurd dawîya xwe de û heta îroj çend pêngava pêşde çûyîye.

     Heske Kurd îroj bi milyonan dakevin kolana, di herêmê de bi dengên xwe re partîyên nîzam hêlan ditabela ê de, bi xêra vê têkoşînê ye.

     Herê  me got her du alîya jî di vi şerê qirêj de pir berdel dan.

     Ji wê çendê tivê êdî Kurd û Tirk tû qorbana nedin, ji kuştina ciwanan re bese êdî.

     Bila êdî navbena her du biraya de tû qetl nahên kirin.

     Bawer bikin heske ewên xwînê çavên wan gêrti nebin, di navbeyna xwişk û biratîyê de tû kesê tû zirar nedîtî ye.

     Evan gelan bi xwişk û birati re, di bin sîya mafê mirova de hêvîya dikin ku jîyana xwe biborînin.

     Leşker û gêrîla dest nedin destê hev, zimanê Kurda nebe zimanê neteweyî, bi pirsgirêkên Kurda ewên rêjevê de aştî çênabe.

     Kurd bi çareserkirina hindik pirsgirêkên ji Kurda re tên; ên wekî şemo û leyîzok re nahên xapandin, ew dem borî.

     Rasti çareserîya pirsgirêkên Kurda ên dirojevê de jî herî  girîng in, bes pirsgirêka Kurda tevahî ji rojevê ranake.

     Kifş  bû ku bi vira re ev gêrîlayên serê çiya winda nabin, ev virene tinê dibî sedema kuştina ciwana. Tinê zirarê dide aboreya welat, tev gel bi vê zirarê de bûn xîzan.

     Ji wê çendê tivê her du rexgirê şeri destê  hev bigirin û ji aştîyê re çi hewceyî henin hemîya pêk bînin.

     Ev nivîsîne ne ji gelê Tirk re ye, ji dewleta kûr û  rexgirê wi re ye.

     Ez cejna remezanê a Kurdên bişeref û a gelên cîhanê bi dil û can pîroz dikim.

     Hêvîdarim ev cejne û cejnên wekî  vê bibin sedema serkeftina gelên bindest.   
 

NÎŞE:

Gohur: Çolê cihê pez her dem lê dirazê.

Mexel : Ji cihê razana hêwanê reşe re (mezin) di bêjin.

Şevîn : Dema herêm tarî dibe pez dikevî gohur ê û nîveka şevê jî şivan pezi di be nêzûkahîyên gohurê du, sê saeta diçerîne di bêjin wê şevîn.

Palîn  : Caran pez du cara tê didotin, navbeyna wê du dotinê de şivan pezi radike çere di bêjin wê palîn.

Kût : Xêtik ê di tenûrê de nîvi soti.

Xêtik: Nanê grovir, ji teptepe biçûktir û stûrtir.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10