Silêman Feqiyanî

HÎNÎMÛNÎ Ê LI BIN GÛNI EZ DIBÎNIM TU NABÎNI

09 Haziran 2014 Pazartesi 10:31

Hêj em zarok mezinan ev pirsa “Hînîmûnî ê li bin gûni, ez dibinim tu nabîni, bêje çi ye” digotin me. Rasti heta em hîni wê pirsê nebûn me nezanî. Bersifka wê jî birûya ser çavi bi mînaka gûni di înan ziman û a bin wê de jî çav in. An ku çav ê bin birûyan (gûni) de. Girîngîya wê, heke nênûk tu nebe tu kes çavên xwe nabîne belê ê resti mirovi çavên wi dibine. Herê gelo heke bişavtina hizir û hişên mirovi cihê xwe de xîmeyek qahîm negire çi faydeya wan hizir û hişan heye. Divê dîtin û gotinên nava hiş û hizirên mirovi de di aliyê mirovan û mafê mirovan de cihê xwe bigire û ew baweriyê pê bînin. Ez vê dibêjim. A pêş çavan tu kes neşê bêje direw e. Min divê vê dîtinê bi mînakekê re xemlînim. Hindik mirov hene ji şefeqê heta dinya tarî bibe diaxivin, mixabin tev axiftinên wan tiji kelûçka kewzanê nake. Hindik ji wan re dibêjin mirovê şeqşeqo.

Mînak:

-Gor gotinan em alîgirê pêvajoya aştiyê sekinin e û ji îroj paşde dibêjin me nevê rondikên dayikan birijin. Ev gotine a hikometê ye, aliyê dî de ji bi hilkulîna şerê qirêj çi ji desti wan tê, wê dikin. Ew bi vê armanca xwe re, “a em nebêjîn bi bê gotin em qebûl nakîn” “Tev rasti ên me ne, ji me wêde tu kes rastiyan nabêje em dê sere wi perçiqîn în. Ê gor xwe bibêje ez jî rastiyan dibêjim ew nayerê welat e, ew welat dike du parçe, ew sîxurê bîyanîyan e” di gotinên xwe re berdewam dikin. Bi wê axiftinê re dê wi rû reş bikin. Ji bilî van, kîjan ji me bihîstîye an jî dîtîye ku serokwezîrê welatekê yek bi yek pistahê welatiyekê bigire û ewi sucdar îlan bike. Gotin bi cih be sîxurîyê bike. Gor wan. Ên Gezîyê de di tên kuştin ji bo neyariya hikometê dikin, ewan heqkirîye ku bên kuştin. Ên karker û kedkar di îhmala hikometê de jîyana xwe winda dikin, ew qeza kirin e û ê bibêje ew qeza kirin nîn e ew neyarê welat e. Aliyê pêvajoya aştiyê a navbenda kurdan û tirkan de jî vê dibêjin. Wekî jori me goti, “em alîgirên vê pêvajoyê aştiyê sekinîne” dibêjin. “Mirin tê naba em dê vê pêvajoya aştiyê bibin dawîyê” dibêjin, belê aliyê dî de jî operasyonên xwe berdewam dikin.Temaşeyî nav çavên kurdan dikin û avakirina Qereqol û kaleqolên xwe zêde dikin. Ser sîyastvanên kurd tev zilm û zordariyê didomîn in. Pêngav bi pêngav berhevîya şerê qirêj û înkar û imhaya kurdan dikin. Bi vê wateyê bi kurdan re çavmiçkanê dikin. Rastiya wan jî eve ye. Ew çavê xwe li kurdan û tev gelên Tirkiyeyê niqîn in û îktîdara xwe ji bo berdewamiyê qehîm dikin. Heke mirovek bikeve tengaviyê zû de bûyerê diguhere. An jî rahêle çar rexên xwe. Ev fêhlka wan wekê a dûpişkê ye. Heke dûpişk rasti hevrikê xwe mizefer an jî bêtaqet ma xwe dibe sedema windabûna jîyana xwe. Ev jî dema bêteqet man rojevê guherîn in. Hikmê AKP’ê jî dem bi dem ê di gehe dawiyê. Vêca ku ca rojevê guherîne rahêle hêzên kurdan, rahêle sîyasetvanên kurdan, rahêla berxwedana Gerzîyê, rahêle rewşenbîr û rojnamevana û hwd. Temaşeyî Somayê bikin, ew karkerê komirê ji bin erdide derêxin. Gor hikometê 301 komirvana jîyana xwe winda kirin. Tev cîhan dizane ku qatilê wan komirvanan ev hikomete ye. Heke vê hikometê şertên karê karkeran înaba cih Xwedê dizane belê evan karkeran jîyana xwe winda nedikirin. Bi mirina wan komirvanan re Tirkiyê û cîhanê de yek car de rojev zivirî

windabîna wan. Hikometê çi kir? Hikometê ku ca rojev bê guherîn dayikên ku daxwaziya zarokên xwe ên çûyî gêrila dikin êxistin rojevê. Yek carê de rojev ji windabûna van komirvanan guherî van dayikan. Rasti jî me ji bo wan dayikan çu gotin çu nîn e, belê hikomet heta vê rojê razayî bû ku wan rojan de zarokên wan dayikan diîne bîrê. Pêşîya zarokên wan dayikan tu dî zarokên çu dayikan neçûbûn çiya, tenê ên vane çuyîne? Hem ji çiya înadina van zarokan ma ne karê hokometê ye? Heke hikomet van zarokan ji çiya nayîne, herê gelo dê kî bîne? Rasti ev çi hikomet e? Dê bêji evê hikometê bangê dayikên şemîyê nebihîsti bûn? Dê bêji ew ciwanê di leşkeriyê de jîyana xwe wainda dikin ew zarokên wan dayikên banga aşitiyê li wan dikir nebûn? Dê bêji roj bi roj zarokên di bin îşkenceyê de mînin, bi sed salan re kavtin girtigehan û ên winda bûyî zarokên dayikan nebûn? Dê bêji dayikên van zarokan dema bang li hikometê dirikir ku “bes zarokan bidin kuştin, aşti, aşti û aşti” digotin, zarokên ewan dayikan nebûn? Ev tektîkên kapîtalîzmê û ên dîktatoran in. Dema ew jî dikevin tengaviyê zû de rojevê guherîn in ku ca bala geli bikeve wi ali. Dema çareseriya pêvajoyê a navbenda kurdan tirkan dikeve rojevê ev hikomete vê polîtîqaya xwe didanê ortê. Di dema xwe de kurdan dike terorîst û bi kirêtî di aliye kurdan de Ev hikomete ji ber vê yêkê rêberên hikometê qewimîn û bûyerên Tirkiyeyê de “em dizanîn, em çareser dikîn, tu şolen tu kes hindî (wekî) me nizane û gez û meqes ê destê me de” dibêjin. Bi vê qeşmeriyê re “hînîmînî ê li bin gûni em di bînîn (zanîn) hûn nabînin (nizanin)” dibêjin welatiyan. Ê ji wan re “gelo hûn di vê xalê de xeletin, ev divê wahebe” bibêje wan, ew serê wi/ wan diden bin pê xwe. Aha eve jî ji wan re demokrasî ye û aştî. Aha eve ji wan re çaredariya aştiya wan.

Bu yazı toplam 4403 defa okunmuştur
ji bo Halis Balin
 // colemêrgxani
nexêr bersiva vê pirsê cav e...
24 Haziran 2014 Salı 13:26
hini mini yelbin guni ez dibinim tu nabini
 // halis balin
Cevabave mijilank yani türkçe küprük...
09 Haziran 2014 Pazartesi 13:47