Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Û hin taktîk û hemle û pêngav

Û hin taktîk û hemle û pêngav

Van rojan, li Tirkiyeyê amadekariya Reşnivîseke Nû tê kirin, ji bo vê, li ber e, di Parlamentoyê de komîsyonek bête avakirin ku pêk tê ji nûnerên hemû partiyên di parlamentoyê de.

BDPê sûnda xwe şikand û parzûnê xwe da pişta xwe û xwe li Enqereya xopan girt. Konê xwe di nav reşekonên sûndxwariyên “bölünmez bütünlüğa” dewletê de veda.

Baskê çekdarî yê PKKê bi hin hemle, taktîk û pêngavan diranê xwe nîşanî hikûmet-dewletê da û jê re got, “Min ji bîr meke, hêj ez heme û dikarim dûxanê bi devê qula zirkêt/zirqitkê bixim û wan biarînim.”

Dewlet û hikûmeta ku destvala ji ber dergehê DYA û Qesra Spî vegeriya, gote PKKê, “Nihê, tu li kî derê çalakiyekê bikî, qesta kuştina esker-polîsekî min bikî beramberî wê ez ê xelkê te yê sivîl bikujim û webela wê jî bavêjim ser patika stûyê te – welew, çi kuştina wan bi destê te be, çi bi ya min be; dawîn, li beramberî her teqekê hin qurbaniyên sivîl!”

Çi heyf e ku di nava vê heyama dijwar de, gelek sivîlên bêguneh di navbera vî agirî de keliyan û agir bi dilê me hemûyan ket. Wekî qebûla hemû xwedanwijdanan e; Kuştina sivîlekî sûcê herî mezin ê mirovatiyê ye û bi çi awayî nayê qebûlkirin.

Wekî tê zanîn û ji nik me/we hemûyan ve aşkere ye, pêvajoya rûniştin û diyalogê, pêla muzakere têne birêvebirin, heyamên herî hestyar, hesas û nazik in.

Ji pêkhatinan jî xuya ye ku ev gotina jorî hema wisa ji ber xwe ve nehatiye gotin. Bi rastî jî, siyaseta Tirkiyeyê a ku li ser pira “doza kurdî” bi rê ve diçe; li ser devê şûrê dudevî ye, hindî ku berê wê li çareserî û lihevhatinê ye, her wisa berekî wê jî tim li dol û çalên xwînewî ye.

Li vê derê aqilekî kamil û gihîştî yê hevpar dikare vê rêçûnê nermtir û hêsantir bike. Nexwe axaftina bi “zimanê sor”, axaftina bi zimanê “çek û operasyonê”, aqilê çav li deriyên “lûleyên tivingan” aqilekî malwêrane ye û tenê dê taya jankêşiyê dirêjtir bike û dê pirs û kêşeyê jî aloztir bike…

-Rojên pêş çi li hêviya me ye?

Mimkûn e, PKK dê bixwaze ku rê li Abdullah Ocalan bê vekirin, ew ê jî banga agirbest û derketina derveyî sînoran bike.

Rola BDPê dê aktîftir bibe û di bîwarê siyasî de bar dê bikeve ser pişta wê. Heke pêvajo hinekî nerm bû, mimkûn e, bi huhartina hin qanûnan, parlamenterên girtî bêne berdan, zindan hinekî vala bibin.

Dewlet, dê ji PKKê bixwaze ku demeke dirêj çekê ji dewrê derxe, beramberî wê ew ê Doza KCKê bixe.

MHP ji bo sabotekirina Reşnivîseke Demokratîk dê rola jê re hatiye destnîşankirin, bi hosteyî bileyîze. CHP dê di navbera AKP û BDPê de, car li nalê bixe car li mîxê û dê ji bo berevanîkirina Ergenekonê, Doza PKKê-KCKê wekî delîve û keys bi kar bîne.

Xuya ye, zû bi zû û hema di carekê de çu tişt naguhere lê qonax bi qonax, li gorî stratejiya Amerîkayê û rola ku li Tirkiye û hikûmeta wê barkirî, dê bergehên nû li ber Tirkiyeyê vebin.

Îran û Sûriye, ji ber nêzîktêdayîna Tirkiyeyê dibe ku karta kurdî ya Tirkiyeyê bidine pêş…

-Bi hêviyên xweşşş!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi