Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hilbijarina 30 Adarê

Hilbijarina 30 Adarê

Di Tirkiyê û welat de hilbijartinek qrêjû û çîraçep me hêla paş xwe de. Di vê hilnijartinê de tê çav ku BDP kevte nava serkevtinek matbûn de. 

Di vê hilbijartinê de cudahiyek navbenda BDP’ê û partîyên dewletê de hebû. BDP’ê armancek wekî a mînaka meşa avakirina jîyanek azad û rizgariya demokratik de siyaset dikir. Belê partiyên dewletê xwedî viran bûn û tu armancên wan çu nebûn û tenê xwe bi sîyaseta qirêjû re xemlandin. An ku BDP’ê xîmê hişyariya rêvebriya xweser ber bi nasnameya azad re û hişmendiya xwe ya şarevaniya azad de bi gel re rêberiya şaredariyan bikin de siyaset dikir.

Di van dîtinan de, ji bo vê hilbijartinê ez li bendê bûm ku BDP dengê xwe zêde bike. Di bin şemsîya wekhevîya jin û mêran de di vîya wekî zêdekirina şaredariyên xwe, dengê xwe jî zêde kiriba. Mixabiğn hat dîtin ku Colemêrg, Êlih û Amedê dengê partiye kevtin. Ev jî wekî kêmasiya serokên partiyê ên van bajaran divê bibê dîtin.

Di aliye serkevtina BDP’ê de ev dîtin çendî hebe jî divê mirov vê hilbijartinê bi du watayan re temaşe bike. Êk doza BDP’ê a pêşîya vê hilbijartina 30 adarê û a duyemîn jî doza BDP’ê a piştî hilbijartina 30 adarê.

Em tev kurd dizanînîn ku bi hebûn û têkoşîna PKK’ê re, kurd hem welat de hem jî di cîhanê de bibûn piştgirîyê PKK’ê û di vê wateyê de piştgirîyên xwe. PKK’ê bi yek çavniqîna xwe re bi hezaran re piştgirîyên xwe di meşîne kolanan.

Di vê çendê de ji bo mînak divê vê bibêjim.

Dema şehadeta gerîlayekê dihate bajar an jî navçeyekê, bihezaran mirovan re ew gêrîla amadeyâ axê dikirin. Gotin bi cih be ji bo bûyerek wahe çar rexên goristanê bi mirovan re şpikî, mirovi derzî avêtibe hewa derzî nedikete erdi.

Belê mixabin serokên BDP’ê, bi taybet ên Colemêrg’ê heke bajar de ji bo civînekê kombiban, hejmara mirovên wê civînê ji sedan an jî dusedan nediborîn.

Mirov divê bikeve nava van gomanan. Ew piştgirîyê PKK’ê seba çi bi çavniqîna wan re bihezaran re dimeşin kolanan belê ji bo cîvînên serokên BDP’ê ên bajar û navçeyan bi sedan re komdibûn? Bersifka vê pirsê pir sanahiye.

Wê demê divê mirov vê ji bîr neke. Kurdên xwedî xwe, xwedî welatê xwe, xwedî namusa xwe, xwedî zimanê xwe û hwd. derkevin bi milyonan hene, belê...?

Gor min serokên partîyê berî hilbijartina 30 adarê de aliyekê rasti zilm û zordariya dewleta dagirkar de diman, aliyê dî jî hindikan guhdariya partîyê nekirin û kevtin nava pir xeletiyan.

Di vê sedemê de pir kurdan dengê bertek dan, an jî neçûn ser sandoqan. Gor gotinan Colemêrg’ê nêzî heşt hezaran, Gever’ê jî nêzî sêzdeh hezaran neçûn sandoqê û dengê xwe neavêtin. (Colemêrg û Gever ji bo fêhmbûnê bi yêkemîn mînak e.) Lewre ev dengên bertek û neçûna ser sandoqê di tevahiya Kurdistanê de di tên çav. Gelê kurd bi taybet ê Colemêrg’ê nîşa da ku ji îroj paşde şaredar û serokên partiya bajar û navçeyan kûr hizir bikin û xwe ji xeletiyan bişêvin. Lewre şaredar û serokên partîyê ên bajar û navçeyan cihek pir girîng digirin. Ev bûyer û mînake ên berî hilbijartina 30 adarê ne. Divê ev bûyer û mînak ji serokên BDP’ê ên bajar û navçeyan re bibe guhar û bikeve guhê wan.

Wekî me jori jî goti di vê hilbijartina 30 adarê de BDP’ê hejmara şaredarên xwe zêde kirin. Belê hejmara hilbijarên wan mane cih de an ku zêde nebûn. Heke ew dengê BDP’ê en kevin bi bertek û ewên neçûyî ser sandoqê çûban û dengê xwe daban partîya xwe, dê hejmara hilbijerên partîyê jî zêde biban. Wê demê bi tevahî welat de (hindik bajar û navçe jê îstisna) partîyê bi dehan, bîstan û sîh dengan re şaredarî qazanç nedikir. Dê bi hejmara hezaran dangan re şaredarî qazaniç kiriban. Wê demê partîya dewleta dagirker AKP’ê jî ev xortiye ser şarederên BDP’ê nedikirin.

Doza BDP’ê a piştî 30 adarê divê gor propongandaya wan a vê hilbijartinê bimeşe. Xeleti ji tev mirovan re dibe, belê divê ew mirovê xeletiyê bike xeletiya xwe bibine û xwe biguhere û xwe bi rastiyan re bixemilîn e.

Şarederên BDP’ê ên piştî 30 adarê hati bijartin, di bingeha temsîliyeta wekhevî de îradeya xwe a xwebirêvebirinê bidin qebûlkirin. Di bin şemsîya wekhevîya jin û meran de divê ji îroj paşde bi harîkariya şareder û serokên partiyên bajar û navçeyan re rêberiyê bikin. Ji girîngîya jinan a xîmê dekokrasîyê de bawerim hevserokên jin û zilam bibin tifak. Di vê wateyê de her du hevserok bi gel re xwe û herêma xwe re bixebitin.

Bêgoman hêvîya me ew e ku kurd bi partiya HDP’ê re bibe tifaq û bi wan re sîyaseta xwe a paqij re sîyasetê bike. Belê divê ji gelê tirk re jî harîkariyê bibîne. Di vê hilbijartina 30 adarê de HDP’ê nava tirki de çend serkevt, ew tê nîqaşkirin. Lewre nivîskar, hunermand, rojnamevan, parêzvanên mafê mirovan ên tirk, mamoste, sendîkavan, çepgir û sosyalîstê wan, di vê hilbijartinê de çendan dengê xwe dane HDP’ê. Heke herêma wan de dengê kurdan jê bijêrin dê çand dengê wan bimîne, ez di wê gomanê de me.

Hemû kes dizane ku navbenda mirovan de baweri xîma mafê mirovaniyêye. Dibe ku bi min re pir rexne bibên gotin belê tu baweriya min bi wan nahê. An ku ji wan sedî nehwêd baweriyêr nadin min. Lewre di dîroka têkiliyên kurd û tirkan de ewan jî çu caran baweri bi me kurdan re neyîna ye. Hêvîya min ew e ku ew rojên pêşîya me de ew baweriyê bidin me ku ca em jî bidin wan.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10