Silêman Feqiyanî

Hidûdê bixwîn re xetkiri

21 Ocak 2010 Perşembe 21:37

Gelên Tirkiyeyê û tevger a (hareket) pê de (bundan) gelê Kurd, roj bi roj dinava xîzanîyê de qirqiçin û diqelin.

Zêdehi xîzanên Tirkiyeyê gor xîzanên Kurda bi zêde şans in.

Çimkî herêma xîzanên Tirkiyeyê lê di jîn in de, cihên mirov lê bixebitin bi kêmasi jî be, pir in. Dewletê çend karxane û warê kar û bar li metropolên Tirkiyeyê avakirî ne û bi zêdehi jî harikariya wan dike.  

Rasti ev xebata wan xîzanên Tirki, ne ji bo têr xwarinê û jînek wekî mirova ye, ji bo qedandin/biborînina têr xwarinê dike. Ew xebata wan tenê ewan ji mirinê xelas dike.

Mixabin ev şanse ji Kurda re me gotibû hindik e.

Çimkî herêma Kurda wekî metropolên Tirkiyeyê karxane û warê kar û bara çunîn in. Hebin jî wekî tûlîyên destan in. Tên hejmartin.

Di vê herêma Kurd lê jîn dikin de, hikometê ji bona avakirina karxaneya û warê kar û bara qed îza nekêşa ye. Tinê di herêma Kurda de ji karê xwe de kar zêde dikin.

Ji wê çendê Kurd jî ji bê kariyê an ku bi gotinek dî betaliyê (işsiz) re ji xîzanê Tirkiyeyê re pêtir xîzan in. Ji xîzanên Tirka re yek bêrsî be, ên Kurda de pênç bêsî ne.

Hindî salên berê bû xîzanên Kurd ji Îranê û Iraqê fêqi û dikak tînan û diherêmê firotin. Bi wê bazirganiya xwe re xwe û zarokên xwe ji birçîbûnê, ji rûs û pêxasîyê xelas dikir in. Di vî karide jî heke tû evrazi û nişîvi nekevin pêşîya wan, ew jî êqibala wan e.

Belê jîna Kurda bê evrazi û bê nişîvi nabe û derbaznabe. Çimkî dehaqan nifir/nifîn li Kurda kirî ye.

Hikometên Tirkiyeyê temaşe dikin ku binyatê Kurda naqelî, jîn a wan domdike, înadin ew nişîvî yê ber wan zivirandin evrazi. Û ji Îran û Iraqê înadina fêqi û dikaka qedexe kirin.

Vê carê jî xîzanên Kurd dest avêtin bazirganiya neftê kirin. Hikometa haylê bû ku neft tê welat, xwe du rû nîşa Kurda de kifş kir. Di vê durûtîyê de cur bi cur dolap serê Kurda înadin.

Caran bazirganiya fêqi, dikak û neftê serbest hêlan û cara jî bazirganî qedexe kirin. Çawa mişk bi pişîkê re çîkçîkanê dike, hikometên Tirki jî her we bi xîzanên reben re henekî dikirin.

Ji bona berdewamiya jîna xîzanan û zarokên xîzanan tû çare çune bû. Dê her ev bazirganî kiriban.

Hikometan jî caran bazirganî serbest kirin caran jî qadaxe. Bi vê alozîyê de jî xîzan diketin navbera nal û bizmar ê. Ewan jî caran aşkera caran jî peni bazirganîya fêqi, dikak û neftê dikirin.

Di vê sedemê de pir xîzanên Kurd jîyan xwe ji dest da. Gor rojnameya Ozgur Gûndemê a 02.Kanûn.2009ê di rûpera şeşê, navbeyna van mehên jêri de di hidûdê Navçeya Elbak û Îranê de xîzanên jîyana xwe winda kiri hati bû nivîsîn.

Gor rojnamê:

Mixabin di meha tîrmehê de 5, di meha tebaxê de 8, di meha îlonê de 16, di meha cotmehê de 3, di meha mijdarê de jî 8 xîzanên Kurda di hidûdê navçeya elbakê û Îranê de bi rexê leşkerê Îran û Tirkiyeyê re hatine kuştin.

Gor nûçeyan 31.Kanûn.2009ê an ku roja 2009ê a dawiya salê de jî, leşkerê Îranê welatiyek bi navê Xelîl Ehmedî  dîsa di vî hidûdi de kuştin.

Her we nevbeyna meha tîrmehê û meha kanûnê de çiluyek xîzana jîyana xwe winda kirî ye. We dîyare ev ciwanên Kurd an dê xîzanîyê re an jî bi vê bazirganiyê re pêtir jîyana xwe winda bikin.

Di vê herêmê de karxane çunînin, belê li kolana betal pir in û çayxane pir in. Di vê herêmê de tû kîjan kolana bigeri bi hezara betala tizbihek 99 lib yê desti de û wekî bizina destê şivani de qotan xwari û gêj bûyî, we gêj digerî.

Neyarên Kurda seba qedexekirina çûna çol û zozana û xwedankirina pez û hêwana jî ji ortê rabe û di nava Kurda de xîzanî wekî kulmirûyên meha tebaxê zêde be de dixebitin.

Niha jî bi rûyek neşermkiri re, qedexeya ser zozana radikin.

Hey dadûbêdad (dêûbêdê) dewrê heft zemana kî bihîstîye kû dewlet navbeyna herêm û zozanên gelê xwe de, hatin û çêna geli qedexe bike. Ji gelekê re jîyana xebat û kari qedexe bike, ji gelekê re jî serbest, eve çi gotin e?

Ev du rûtîya ji gelê xwe re dike û paşê jî wekî tiştek neqewimî hatinûçuna zozana serbest dike.

Tu pirsê ji xwe nake.

Herê seba çi te herêm û zozan qedexe kirî ye û paşê jî tu seba çi jî serbest dikî?

Tû kes xeşîm nîn e.

Çavê te lê bû ku xîzanê Kurd di vê herêmê de, bi rêncberîyê û bazirganîyê jîna xwe domdike û çavê te pê ranabe. Dûvde di hişên xwe de tû pivyê bû ev têkuşîna Kurda a nav û naskirina wan, a ziman û çanda wan pêpes bikî.

Di bin van hiş û ramanên xwe de rexekê şeri geş bikî, rexê dî jî tepeserîyê ser Kurda zêde bikî.

Belê, armanc eve bû.

Bêje direw e.

Her we seba vê rejîma çavtarî, dewlemendê herêmê hindik in, belê xîzanê vê herêmê pir û pir in.

Her we xîzanê Tirki gor xîzanên Kurda hindik jî be, bi zêdehîya karxana re bi nan û zik re be jî ji xwe re kari paydadikin.

Heyf, mixabin xîzanên Kurda roj bi rojê pêtir nêzûk sekeratê dibin. Carek dî ên kur pirin, vê bêedaletîyê dibînin û nabin tifaq.

Bila parlementerên Wan û Colemêrgê en bizêdehî AKPê de kêfa de zikê xwe mezin bikin. Çimkî midbex ê destê wan de.

Tê gotin ku xîzanê herêmê re jî, destê bin keviri ye, bikêşî dê bêşî, nekêşî jî dê mînî bin keviri de.

Belê bi dilopan re gol çêdibe, bi tifaqiyê re jî, dê di nava geli de xîzanî rabe.

Divê bê zanîn ev xîzaniye ne qedera xîzanê Kurd û Tirk e, eve kêmasiya rêvebirina hikometên Tirkiyeyê ye.

Bu yazı toplam 5878 defa okunmuştur