Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hezkirina jîyanê

Hezkirina jîyanê

Heskirina jîyanê, ji lêdana dilkê de dest tavêjê.

Jîn jî ji mirovara hindî hebî xweş e. Çimkî jîn bê şirîk û bê hevale. Di vê xweza ê de bi têkilahîya hevserîyan re, bi têkilahîyê zaroka re, bi têkilahîya malbatan re, bi têkilahîyê mirovê rexên xwe re, bi gotinek yêkemîn re bi têkilahîya xweza ê re dikevî nava xweşî û nexweşîyên harî girîng. Ji bo xweşîya tû kes neşê bêjî nexweş e, ji bo nexweşîya jî tû kes neşê bêjî xweş e. Her du bi hevra neşên dema xwe biborînin, çimkî neyarên êkodune.

Di jîyana mirova de xweşi û nexweşi hemî demade bi tîr û kivana, bi şûr û metala, bi xencer û kopala êrija diben hev.

Tu mirov nîne ji dil de jîn a xwe pêş çavê xwe giran bike, sar bike, sahm bike, reş û şîn bike. Hemû mirova jîn tivê û qethî nevê tû şilq bikevin nava jîn a wi. Jîdirêjî a jîna mirova caran bi destê mirova ye, caran jî ji destê mirova de diderkevî. Bi giştî ev jîdirêjî a jîna mirova di herêma me de biqisûr e û pir îza ye. Tû kes bawer nakî ku jîyanname a xwe bi qirêjê re xemlînî. Hemî kesê tivê ku jîyana wi wekî neynûkê rewneqê bide, wekî çavê keç û kurikên evîndar biriqî, wekî berfa payîzê paqij bî û wekî rondikên çavê zaroka jî zelal bî.

Heske jîyanname a mirovi bê xem û xîyal bî, azadî û hemdem re xemlandibî jîdirêjîya jîna wire tû sedem tûnînin. Dê jîyan ji wire wekî kulîlkên zozanên Colemêrgê çilivilin, dê jîyan ji wire bi sûsin û beybûne re xwe xemilînin.

Rasti dîtin a vê wêne a jîn ê xîyalên dil, hisreta hişan e.

Bawerim mirovên ji xwe vêzar pir hene, ewin ewên keti dudilîyê, ewê jîyana wan wekî qorederê tê pêş çavê wan. Ji xwera gazinda dikin, alozîyên di jîyana wande wekî jehr a mari tê pêş çav, ji xwe vêzar wekî mirîşkê avê vedixwun û serê xwe radikin temaşeyî Xwedê dikin. Kanê dê Xwedê kengî jîn a wan winda bike.

Jiyan caran ji mirova re hewcetî ye, caran jî ji ewên xwedî ê kul û kuvan a, xwedî ê xem û xîyala re zêdehî ye. Heska ew mirov di nava jîyaneke azad de, bi malbata xwe re, gelê xwe re û bi xwe re bikevî nava aştî û serfirazîyê, wê demê jîyan ji wire xweş e. Heske her dem rasti komkujîyê, rasti zilm û zordarîyê, rasti îşkencê û windabînê bê û heske çanda wi, wêne a wi, zimanê wi, dab û nêrîtên wi bên pêpeskirin, wê demê jî jîyan qet ji wi mirovire xweş nîne.

Di alîyek dî de jî. Jiyan caran ji têkilahîya mirova de girêdanîya jîyanê ye, caran wekî zêr û zînet e dest nakevî, caran jî zilm û zordarî ye bi zêdehî he ye.

Mirov di nava hişên xwe de pir dewlemendî re dê jîyanê bînî ziman.
Qenci û xirabîyên jiyanê, zêde dîtin a jîyanê bi serê xwe.

Dil sotin û dil keserî a jiyanê, kul û kuvanîyên jiyanî, kerb û xwîndarîya jiyanê, çavsorîti û hesûdûya jiyanê, dewlemnendî û xîzanîya jiyanê, hêvî û daxwazîyên jiyanê, evînî û heskirina jiyanê, keser û kulilkên jiyanê, şîn û tazîyên jiyanê, kenî û girîyên jiyanê, silh û mesilhetên jiyanê, xem û xîyalên jiyanê, jehr û ziqqom a jiyanê, mawt û pêmirin a jiyanê, serece û taştîk ên jiyanê, kezap û qulqule a jiyanê di hindirê xwede veşêrî.

Ewên bi rêz me goti û ewên hati û ne hati bîra me jiyanê di xemlînin. Heske bi giranahî xem û xîyal wekî toqalanetê ketibî nava dilkê û dilkê xwe bi şîn û tazîyê re xemlandi bî wê demê jîyan nik mirovi mawt e, jahr e, jîyan xweş nîne. Na heske di jiyanê de kêf û şahîyanî yê wekî kulîlkê biharên welat xwe di nava dilkê de xemlandi be, wê demê jîyan wekî evînîya dilka keç û kurikên ciwan e di nava hêcanê de ye.

Ewên me nivîsî û ne hati bîra me ku nivîsîn, hemî girêdayî jîyanek azad û serfirazîyê ye. Heske mirov ser axa a xwe bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi wêje a xwe û bi dab û nêrîtên xwe wekî mirovê azad mijûl nebe dê çawa bêjî ez di jînim.

Jîyan wekî dilk ê ye, dilk wekî şûşe ye. Dema şûşe şikest çare lê ne be, carek dî ew şûşe nabî yêk parçe. Jiyan jî wekî şûşe dema bi xem û xîyal a re şikest, teybûr li wê jî nabe ji windabûnê xelas nabe. Wê demê jîyanname ê xwe re dikevî nîqaşê, di wê nîqaşê re vê pirsê ji xwe dike.
Min di kîdera jîyana xwe de xeletî kirî ye?

Bi vê gotin û dîtinê re mirov bi çi şikli xwe dilşad û bextîyar bibîne wê demê dê bizanî ku di jîn î. Heske dawîya wê nîqaşa xwe bi xwere pêtir xeletîyên wi derketin wê demê dê biçî ji mirovek aqilselimre pê şêwirîn bike.
An jî:
Dilê mirovi de tû tirs tûne be, xwe serfiraz û azad bibîne, xem û xîyalên cîhanê têkete kelûçik a kewzanê, dê bizanî ku di jîn î, belê jîyanek xaf û sist.

F E R H E N G
jîn, jîyan = yaşam, yaşamak, hayat
jîdirêj = uzun ömürlü
jiyanname = yaşam öyküsü
jiyandin = yaşatmak
biqisûr = şaibeli
ketin dualîyê = teredüte düşmek

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10