Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hêza siyasî û DTP

Hêza siyasî û DTP

Gor dilê min DTP gor hizir û hişên Dadgerên Dadgeha Zagona Bingehîn re (Anayasa Mahkemesi Hakîmleri) hatiye girtin.  

Çimkî Serokê Dadgeha Zagona Bingehîn Haşîm Kiliç girtina partîya, di Dadgeha Mafê Mirova a Ewrûpayê de hatîye nivîsîn digot. Gor Dadgeha Mafê Mirova a Ewrûpayê “partiyên têkilî şidetê bûyî divê bên girtin.” Û berdewamiya axaftina xwe de “me jî ev dîtine anî pêş çav û bi van hiziran re me qerar da ku DTP têkilî şidetê bûye û bi vê sedemê re jî me DTP girt.”

Rasti jî ewên gor hizira Haşîm Kiliç hati gotin bahane in, girtina DTPê siyasî ye. Çimkî di diroka DTPê de tû belge çunîni ku ew têkili şidetê bû, Haşîm Kiliç jî di axaftina xwe de tû belge neyinan ziman. Girtina DTPê tinê gor hizir û hişên wan, bi hezkirina wan re hatiye girtin.

Sala 1980’yê meha îlonê dema ez keti bin çav û dozgeri îfadeyên min hildanî ji minre “lawo du mirova bivê dê mirovekê bibe dara qinarê (hilawîstinê), du mirov jî bivê dê mirovi ji dara qinarê xelas bike” gotibû.

Ji bona herêma me ev gotina dozgeri herî raste û tê kirin.

Hindî ku bîra min tê di vê herêmê de kirêti û bêbexti, girtin û lêdan, jîn û mirina Kurda navbeyna lêvên du nebîkeran (iftiracı) de ye. Ewan bivê dê Kurd jîn bikin ewan nevê jî tû jîna Kurda çunîne. 

Heke nebîker an jî muxbîr ji mirovekê re bêjî eve terorîste, tû xelasbûna wi mirovi çunebe û ew mirov dê bê qeyd kirin. Dema ew mirov hate qeyd kirin jî dawîya jîna wi jî tarî ye.

Berî danzdeh îlona 1980yê polîs, muxbîr, jîtem û nebîker ji hevre ketibûn pêşbazî (yarışma) yê, kanê kîşk ji wan dê Colemêrgîyekî bide qeyd kirin. Kîşk ji wan zêde Colemêrgîya bide qeyad kirin ew layîqê xelati tê dîtin. Bi vê qeyd kirinê re heçî Colemêrgîyê hati qeyd kirin ew dibû terorîst û dibû dabeşkar (bölücü). Ji wê çendê jî Colemêrgîyên jîyana xwe winda kiri jî hatibûn qeyd kirin. Ev qeyd kirina mirova di navbeyna tevahî Kurda de wekî şolekî tûberk tate kirin û Kurd bi rexê van zalima re tatin qeyd kirin.  

Wekî şelê diryayî û tê patekirin (yama), Kurd jî  ji pateyê terorîzmê re tên patekirin.

Kifşe ku Dadgeha Zagona Bingehîn jî DTP bi peyva pateyê şidetê re patekir. Wekî diserê tev Kurda de borî, terorîstîya DTPê jî di navbeyna du lêvên dadgera de hate cih û ji girtinê zêde tû xelasbûna DTPê çunebû. Îradeya karker û rêncberê Tirkiyeyê û DTPê di destê wan de ye, ew bivên dê xelat bikin bivên jî dê celat bikin.

Terorîsti bi lêdan, kuştin, talan kirin de cih digire. Şidet ji mafê mirova re dûr cihê xwe digirî û tê ziman. Mirovê bê xalixerez tinê bi hêvî û dîtinên xwe re mijûl; nabe terorîst.

Wekî pêş çav tû mirov bi gotin û axaftina re nabin rexgirê şidetê û nabin terorîst. Bi zêdehî jî tû mirov gor hizir û hişên yek dî nabe rexgirê şidetê, nabe terorîst.

Belê mixabin Kurd bi sanahî gor hiş û hizirên neyari, bi gor hiş û hizirên nebîker û muxbîra dibin terorîst.

Çimkî ewan we divê.

Çimkî ewan divê ku navbena Kurd û Tirka de rik û dijmini hebe.

Temaşe bikin ku ewên daxwazîya şeri dikin, ewên Kurd û Tirka kişdikin hev, ewên ji bona berdewamiya şeri bang didin re Dadgeha Zagona Bingehîn tû doza venake. Ew partîyên wekî CHPê û MHPê rexgirîya şerê qirêjû dikin û leşkeri kişdikin ser Kurda re tû doza venakin.

Mixabin ewên rexgirê aştiyê, ewên bi hêvî û daxwazîre rexgirên aştiyên re doz divebe û partîyên wan tên girtin, belê ewên rexgirê şeri û ji bona berdewamiya şeri di xebitin re tû doz venabin.

Dawîyê de min di nivîsînek xwe de ji hêza siyasî re nivîsî bû. Kifş bû ku hêza siyasî di destê kî de ye û ewê hêza siyasî DTP da girtin. DTPê hevrikîya hêza siyasî kir, gor hêza siyasî siyaset nekir, ne bû rexgirê şeri, nebû neyarê Kurda û neyarê karkerê Tirki. Ewan jî DTP girt.

Carekdî bînim rojevê ku min di dawîyê de armanca AKPê îna bû ziman. Bi taybetî AKP bi navê vebûna çareserîya pirsgirêka Kurda de çend gotinê DTP di devê xwe de kirin benûşt û hêvîya wan Kurda xapînin bû.

Di vê pêvajoyê (süreç) de DTP di rojevê de wek suçdarê dewletê îna ziman. Siyaseta xwe ya kirêt bi DTPê re raçand û ji bona girtina DTPê harîkarîya Dadgeha Zagona Bingehîn kir.

Bi girtina DTPê de ji xwe re randa sîyasî dît û ji girtina DTPê re tû dengê xwe dernexist.

Belê AKP nizanî ku, cîhan diz anî tûlîya AKPê di girtina DTPê de hebû û ewan DTP dan girtin. Divê Kurd jî vê baş bibînin û ev rûyê AKPê yê kirêt di herêmê de bidin deşîfre kirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10