Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hêza Siyasî a (aşkera) veşarti

Hêza Siyasî a (aşkera) veşarti

Dewletê  du çav henin. Dewlet bi çavekê temaşeyî xwe dike, çavekê  jî temaşeyî welatiya dike.

      Her du çavên dewletê divê têkilahiyên xwe, gor demokrasî  û mafê mirova de bide xebitandin.

      Bi edaleta dewletê re çavê welatî jî, di vî welat de azad û serbixwe û gor mafê mirova jîna xwe dombike.

      An ku divê her du çavên dewletê jî bi ronahiya xwedî  derketina welat û welatiya de berdewam be.

      Belê  mixabin dewletê her du çav jî gor hişên xwe vekiriye, bi çavekî rexên xwe û xwe temaşe dike. Belê sed mixabin ku bi çavê dî jî temaşeyî welatiya dike û belê bi wi çavi jî welatîya nabîne. Di bêjin ya, temaşe dike belê nabîne, we.

      Jîna welatî gor dewletê negirîng e, dewlet ji xwe re hebe bese.

        Wekî hemû welata di Tirkiyeyê de tiştik heye dibêjinê siyaset, bi gotinek dî polîtîqa.

      Gor dîtina hêza siyasî (siyasi güç) siyaset tiştik we ye ku hemû  welatî fahm nakin. Çimkî siyastê tinê hêza siyasî divê bike û ji wan zêde tu kes neşî siyastê  bike  û ew jî di hêvişîn (hîmaye) a artêşê  de ye.

      Di vê wêneyê de wekî hêza siyasî xebat û  rêbirina têkilahiyên dewletê jî ê destê artêşê  de. Di welat de ji artêşê zêde tû welatî neşên bi hevrikî wan re siyasetê bike.

      Lewra wekî me goti siyastê tinê artêş dike û heke welatiyek siyastê bike jî ser siyaseta hêza siyasî neşê bike.

      An ku hêza siyasî wekî dibistanê ye û welatî  jî gor hişên wan perwerdeya siyastê dibînin. Welatiyê  dibistana hêza siyasî de perwerdehîyê bibîne jî  gor mantiqa wan divê hizir bike. Gor wan hizir nekin jî, di bin welatiyê xerap û zilm û zordarî, îşkence û windakirin li benda wan e.

      Ew di bêjin “em siyaseta bê kêmasî û pîrozwer dikîn. Di siyaseta hêza siyasî de tu xeleti û kêmasi çunîn in.” Herê ewin di siyaseta welat de bêşirîk û  bêheval.

       Vê demê endamên MHPê û CHPê ji bona xwe pêş çavên hêza siyasî şîrîn bikin xwe avêtîne pişt bextê Atatûrk i. Ji bona pêşveçûna welat, ji bona azadîya welati, rasti pirsgirêkin welat gor hêza siyasî re siyasetê dikin.

        Artêşê ev hêza siyasî, hemû jîn û hebûna welatî hildaye destê xwe, her we hêza siyaseta welatiya jî ser navê xwe tapo (parwan) kirî ne. 

   Ew ên gore dilê wan siyasetê nekin jî gor wan, ji welat re bêxêr in û dijmin in. Êkere ew welatiyên siyasetê ser gelên nava Tirkiyeyê de bikin ew terorîstin, ew welati parçe dikin. Ji wan re tu heqê jîna wi/wan çunîne.

       Wekî me goti welatî girêdayî hêza siyasî ne, neşên bi serê xwe azad jîn bikin. Hemberê siyaseta wan siyasetê ji bona berjewendîya (menfaet) welat bikin çimkî  dê berjewendîya xwedîyê hêza siyasî re zirarê  bidinê. 

      Dema di siyasetê de bi wan re hevriki kirin wê demê jî xwedîyê hêza siyasî ser welatiyan zilm û zordariyê dike.

      Çeteyan û ergenekonan, jîtem û kontrgerîlaya xwedî dike. Bi destê  çeteyan û ergenekonan, bi zordarîya jîtem û kontrgerîlaya hişên welatiya şêlû dikin, di nava welat de alozîyê di derêxin.

      Armanca wan ewe ku ewên rasti siyaseta wan siyasetê dikin pêpes bikin. Nehêlin hevrikê wan hemberê wan serê xwe rakin.

      Ji wê çendê jî ev çeteyene ji kuştin, xwin, lêdan, îşkence û windakirinê de çavtarî ne.

      Di vî welati de ewên çeteyan, ewên ergenokê de xwe pişt siyaseta Atatûrki de veşarti hemû aşkera bûn. Ew jîtem û kontrgerîlayên zilm û zordarî kiri, îşkence û kuştin kiri, mirov winda kiri û talan kiri çendî xwe pişt Atatûrki veşartibin jî carek dî yek bi yek aşkera bûn. Ew bûn anegorî hêza siyasî siyaset dikirin, paşê jî welat de bûne sedema pêncî-şêst hezar kuştin û windabûna mirova.

  Me got siyaset destê hêza sîyasî de ye. Di welat de tu welatî neşên siyaseta hêza siyasî pêpes (binpê) bikin, û tu kes neşê hemberê siyaseta wan vebijarka (alternatîf) bîni ziman.

     Ez hin hizirên we nû bikim.

     Di dawiyê bi hêceta laîktîyê de ji bona girtina AKPê doz vebû artêşê pir xorti li dozgera dikir. Di nava artêşê de bi slogana laîktî ji dest derket, fermandarên rexgirên laîktiyê pir xîret kêşan.

      Belê dawîya vê dozê AKP nehat girtin. Herê  bi xortîya raya giştî (kamuoyu) û bi xortîya hikûmeta AKPê re nehat girtin.  

       Aha di vê çarçovê de kulilkên artêşê an ku kulîlkên fermandariyê ketin dewrê. 

     Belê  di nava artêşê de hindî ku rexgirên laîktiyê heyî  hind jî rexgirê AKPê jî hebûn; me got. Rexgirên wekî kulîlkên artêşê ji bona tepeserî an ku girtina AKPê an jî AKPê di dîrokê de rakin pir xebitîn. 

     Ma na bêjin ya vi desti ji destê dî re namîne.

     We dîyare ku di nava artêşê de fermandarên rexgirê AKPê  jî henin. Ew dê qet xwe pêlin bêşixul. Ew jî dê  binê hinbanka hêza siyasî biçirînin û dê rûyê wan ewên ji şerîetire dijmin aşkera bikin.

     Fermandarên rexgirê AKPê jî plan û pêşnûmayên (proje) fermandarên hêza siyasî eşkere kirin û dadgehan re rêkirin. Her we pişta hêza siyasî şikênadin û deşîfre kirin.

       Golikê malê ji gîyayê malê natirse. We di bêjin. 

     Di vê dawîyê de fermandarên rexgirê şerîeti mizefer bûn û kulîlkên artêşê îxbar kirin. Niha jî  artêş têkoşîna kulîlkên xwe dike ku ca ji vê herîyê  derêxe.

     Di vê navê de cejna qorbanê  a karker û nivîskarê Nûçeyên Geverê û Kurd û Kurdistanê û tevahî mislimana pîroz dikim. Ji cîhanê re, ji gelên welatiyê Tirkiyeyê re aşti, azadî û serkeftinê  dixwazim.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10