Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Hey herê Qulingo!...

Hey herê Qulingo!...

Ez bawer dikim, hûn xwedanê wî dengê zîz û zelal, li ser ekranên hin tvyên kurdî piranî bi strana “Sewdalîyê yeman!” dibînin. Lê li bal dilê min, strana wî ya herî xweş, “Qulingo ye”; çawa ku Xec û Siyabend bi Îsa Berwarî, Eyşana Elî bi Mihemed Arifê Cizîrî li dilê me kolaye û wekî nan û avê bêyî hev nabin, Ehmed Zêbarî û Qulingo jî wisa bûne yeknav û gava ew qîr dike strana “qulingo”, hezar refên qulingan têne rêzê.

Berî çend rojan bi awayekî rast lê hat ku ez Ehmed Zêbarî li Amedê, di aheng û şeva “Akreyiyan” a ligel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibînim û ji piyê ve çend deqeyan biaxivin.

Bi rastî, dil dixwest dîdareke dirêj pê re bikim, lê vê carê çênebû.

Belkî gelek ji we, Ehmed Zêbarî qet nebihîstibe, lê ev nav ji bo min gelekî girîng e. Çimkî, ew yek ji lehengê zaroktî û salên min ên nestêlehiyê ye. Ew, stranbêjê “aşiq û dildaran” ê gundê me bû.

Wekî niha li bîra min e, gava ez hêj salên 10 û diwanzdeh saliyê de, li Gûzereşê, di nav gênc û ciwanan ji me mezintir de, pîvera eşqê “awazên Ehmed Zêbarî” bûn.

Gava dildaran gotin bo berdila xwe berhev dikirin û dixwestin dilê dezgira/ê xwe geş bikin, yekser xwe digihandin awaza Ehmedî û bi stranên wî diçûn ber deriyê dilê evîndara/ê xwe.

Hingê ez hêj biçûk bûm, lê ji kekên xwe min tim ev navê ku xwedan gotinên bi efsûn bû seh dikir û deng û awaza wî ya Çiyayê Gare û Sermedar, Geraşîn û Deşta Xanê pê dihejiya, ji dengê qebeqeba kewên ku heyva nîsanê koça xwe li pesarên Xana Sêgundan û Keşkanî datanî deng vedida.              

Gava Ehmed Zêbarî digot;

“Hey herê Qulingo tu here zozanêt jorî hemû kevnewarêt me ne

Li rex keviyêt befirê dane, nêrgiz û asmîn lê hene”

Û bi vî awayî ew dengê xwe yê bilind û zelal diqîre stranê, bawer bike, quling li ber çavên min zindî dibûn û mirovî digot ka wê gavê li zozanên jorî ye û bêhna wan nêrgizan xwe di ruhê mirovî werdida…

Bû nesîb ku ez bi awayekî rastexwe li Ehmed Zêbarî guhdarî bikim û ligel Qulingê wî yê li balayan difire, firiyam ta çûme zozanên jorî.

Min ruhê xwe yê jengargirtî hinekî bi awaza zîz a bêhnçiyê ve jarav kir,

Min zaroktiya di bin postalên cendirmeyan de perçiqî û ew dilsaxiya wê axa dûreçav, bi per û baskên neqş bi neqş yên Qulingê Zêbarî hinekî vemalî û kesera dilê xwe verevand,

Min gava bi dengê Ehmedî guh dêra, xeleka zemanî kire du sê gav û xwe avête ser tor û bextê bêhna çiya ku cudatir e ji hemû bêhn û tînên dîtir ên jiyanê,

Min gava çavên xwe miqandin, min dît ku ez bêhemdê xwe li ser per û baskên Qulingê Ehmedê Zêbarî me û li şax û sertarên çiya û baniyên zaroktiya xwe –ku min hingê wisa hizir dikir ku sînorê dinyayê ew çiya ne û li ser sertarên wan, bihûşta Xwedê heye û melek û milyaket li wê derê çavdêriya me dikin û me zarokan diparêzin- Qulingî ez difirandime wê derê,

Hey herê Qulingo! Ez neşêm tu here zozanêt jorî!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi