Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Hevrazên Robozkê

Hevrazên Robozkê

Stêrk kit kitî bûn, asîman sayî. Bayekî zîk rûyê şevê wek keziyan vedihûnand. Gelî kerr bûn, newal lal, çiya wek krîstalê ji şewqa heyva dizok ku xwe disparte pişt pirtên ewran dibiriqî. Lûrîna rovî, zurîna guran têkil dengekî kûr ku carina bi ba re ber guhî diket dibû û sehm û sawa şevê dişikand.

Bêhnek dî, li gundekî di paxila çiyê de dayikek ji xeweke reş û kirêt hildiçenî, qîjîna wê di bêdengiya şevê de diziçiqî; “Pêlava kurê min kanîî! De lorî lorî berxê min lorî!” û dîsa qepikên çavên wê radestî xewa giran dibûn: Îşev, şev çend giran e dayê!

Li milê dî, binê gelî siwariyên rêka şevê rêz bi rêz ketin rê û berê wan ev milê çiyê bû: Bar giran, dil giran, şev giran, xewa ku ji nişkê ve dihat û giyanê rêwiyan ditevizand hîn girantir bû. Çingîniya nalên hêstiran bi ser lûrîna wawikan diket. Evraz ber evrazî rêz bûn û vî milî ne milê dî, vê dolê ne dola dî, rê bi kurtahî dihat. Xwedêwo, bêhna nivînên germ, xwezî di dilê siwarên şevê de geştir dikirin.

Ji nişkê ve hurmînekê bêdengiya şevê çirand: Ew çi bû? Pihêtên sor ên agir ji asîman ve dihatin xwarê. Agir dibarî. Jehr: Bêhna kizorî, bêhna şewatê, bêhna xwînê û giraniyeke temendî çiyayê Helgurt bi ser giyanê siwariyan de ditepisî. Şev dinaliya. Zûrîna guran kerr bû, berfa krîstalî şikest û qanên sor bi ser de girtin.

Niha ev hevrazên çiya tev bi xwîn in. Şev hê jî kerr e, pesar dinalin, pêlav hê jî li pişta hêstiran di telîsan hilnayên; Hê jî befir sor dibare ser Robozkê û hê jî kanî sor dizên.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi