Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hêstiyê ziman tu ne ye ku sekine

Hêstiyê ziman tu ne ye ku sekine

Dema derê avahi ma eqit, an jî der di aliyê  yêkê re hate vekirin bayek şîgerm, bagerek hênî an jî tezê diweşe nava avahi. Ew şîgermahi an ku  bayê germ an jî bagera mirov ji wê re hezneke dikeve nava geh û laşê nerm an jî cendekê mirovi. Wê demê hênîti, germahi, rehm û hezkirinek dikeve laşê mirovi. Caran geh û goştê mirovi re dibe nesaxiya bayî û mirov heta mirinê ezaba wê dikêşe. Caran jî wekî dilopa evînîyê dikeve nava dilka mirov û mirov xwe nava baxçeyê cinetê an jî derya a dilan, a evînîyê de dibîne.

Mirov bi mînaka daxwaziya ax û avê, daxwaziya hewa û jînê dimîne nava wan hişan de. Her we wekî hewcetiya mirovan a hewcetiyên wekî av, xwarin, ba û têkiliyên mafê mirovan de xwe heceyî wê dibîne.

Wekî di aliyê bagerê re mêr û nêritiya kulîlkan tevlihev dike. Fêqiyê wî fêqi dikeve cîhanê. Heke bager nebe navbenda kulîlkên bihezaran mitroyan ji hev dûr de zêdebûn an ku çêbûn nabe. Çawa mirov bi hezkirina xwe re binyatê xwe zêde dikin, zindîya xwezayê jî bisedemêkê de xwe zêde dikin.

Çawa disedema kêşana erdi, belg ji çiqê darê dikeve ser erdi. Çawa têkiliyên mirovan de mirov hewceyê mafê mirovan e. Çawa di makeqanûna xwezayê de tev tiştê bi rih hewcedarê hev in û jîyan di vê sedemê de dijî. 

Di têkiliyên mirovan an jî ên mirovahiyê de madem ku tev xweza hewceyî hev in, divê tev têkiliyên wan de xîme mafê mirovan baş bê avakirin. Divê xîmê mirovahiyê rast bi rast ser xîmê biratiyê û a aştîyê bê avakirin.

Em temaşiya têkiliyên kurd û tirkan bikîn. Kî aştiyê dixwaze, kî jî rexgirê şeri û ê rêtina xwînê ye.

Ev pir girîng e.

Tev sazî, rêber û kurdên biserê xwe, bi hêvî û daxwaziyên xwe re rexgirê aştiyê ne. Tenê bi yek kurdan re biaxivin, dê bibîn in ku tevahî kurd alîgirên aştiyê ne.

Ji kurdan heft sali heta heftê sali hemû “bila navbenda kurd û tirkan de aştî çêbibe û bile êdî xwîna ciwanên kurdan û tirkan neherike” dibêjin.

Endam û serokên BDP,KCK û tev saziyên kurd û tirkan banga aştiyê dikin. Tev ev saziye ji bo avêtina pêngava çareseriya pirsgirêka kurdan û rawestana vî şerê qirêj a ji destê wan tê dikin.

Daxwaziya saziyên kurd û tirkan û a tev kurdan ev e. Bila kurd û tirk wekî birayan bihev re bijîn.  

A girîng kurd û saziyên kurd û tirkan ji hikometa tirki vê dixwazin. Dibêjin em ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan û a tirkan re vê dibêjîn.

Bila kurd û tirk welat de wek hev bijîn, an ku wek hev welatiyê yêkemîn bin. Rasti ne kurd û tirk welat de wek hev welatiyê yêkemîn bin, tev gelên welat dijîn wek hev welatiyê yêkemîn bin. Yêk ji yê dî girîngtir nebe. Wek xwiş û biraya bin.

Tirk di vî welat de xwedîyê çi bibin, bila kurd û gelên dî  jî xwedîyê wan bin.

Mînak; Tirk di welat de welatiyê êkemîn be, kurd û welatiyên dî jî wekî wan xwedîyê wê bibin.

Tirk bi zimanê xwe perwerdehiyê dibîn in bila kurd û welatiyên dî jî xwedîyê vê bibin.

Tirk di welat de cand û wêjaye xwe azad dihilkulîn in, bila kurd û gelên dî jî xwedîyê vê bibin.

Tirk navên zarokên xwe gor dilê xwe didin ê, navê milk û warên xwe bi zimanê xwe didin ê, bila kurd û welatiyên dî jî xwedîyê vî heqi bibin.

Wekî van û ên wekî dî tirk rasti makeqanonê xwedîyê çi bin, bila gelên dî û kurd jî xwedîyê wan heqan bin.

Kurd di çareseriya piarsgirêka kurdan de dîtin û armancên xwe, heq û hiqoqa xwe aşkera diînin ziman. Kurd dixwazin hikometa tirki jî di çareseriya pirsgirêka kurdan de wekî wan zelal bin. Lewre kurd ji çareseriya pirsgirêka kurdan de hêvî û daxwaziyên xwe diînin ziman. Bila hikometa tirki di vê çerçovê de R.T. Erdogan jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan armanç û hêvîyên xwe aşkera bêje. Bila bibêje ez di van xalan de pirsgirêka kurdan dê çareser bikim. “Rast e daxwaza wan kifş e, a min jî ev ye” bibêje.

Ev deh sal e hikometa AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan daxuyanîyan dide belê tev ev daxuyanîyên wan wekî xîmê ser cemedê ye. Di tev van daxuyanîyên xwe re çareseriya pirsgirêka kurdan ser cemedê avadikin, belê tave a germ di tê û vê çareseriya wan dihelîn e. Tenê di vê têkoşîna wan a çareseriya pirsgirêka kurdan zêde dibe windabûna ciwanên kurd û tirkan, dibe sedema barîna rondikên çavê dayikan û dibe sedema pûçbûna aborîya welat.

Pişt perdikê de axaftin çareseriyê nayîne.

Hemû axaftin divê şefaf û daxwazi jî yek bi yek bêne ziman.

Bi gotinê “êz dê pirsgirêka kurdan çareser bikim” neçareseriye. Lewre dawiya vê gotinê divê şert û mercên xwe jî bîne ziman. Divê bibêje. “Ez çareseriya pirsgirêka kurdan di vî an jî van sedeman de û di vî û van daxwaziyên wan dibersivîn im” bibêje û gor van dîtin û gomanên wi de jî ji çareseriya pirsgirêka kurdan re biaxive.

Heke wekî kurdan goti “ziman e banê devi, te çend bivê dê zimani bidî xebatê.”

Dawiya xebata zimani? Ev bersifke girîng e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10